Kurtiyek Ji Jinenîgariya Rezoyê Osê

Konê Reş

       Navê  wî  Ebdulrezaqê  Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950  li gundê Dekşûrî / Cizîrê-parêzgeha Hisiça, herêma Qamişlo, hatiye  jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaşê Dekşûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de,  ji  wan: Stêr;  Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.. Ji havîna sala  1970  de dest bi nivîsandinê kiriye.
Gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbest, keveşop  û nûjen, nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê; Bavê Hepûn; Şengê û Pengê; Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin.

Bi kurtî, eve hin ji keda Mamoste Rezoyê Osê:
 1 – 1972 – 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara “Şoreşgêr“, ku li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
2 – Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ku sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin: Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên  Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
3 – 1977, kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd, yên zanîngehê re vekiriye.
4 – 1977, Bûye endamê komcivîna damezrandina “Hevbenda Kawa  bo wêjeya Kurdî” dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr. M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ku li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk, bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin/ dane weşandin.    
5 – 1978, 1980 Bûye endamê “komîta amadekar” bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6 – 1980, 1981 Berpirsiyariya belavoka ” Ronakbîr “,li Sûriya, kiriye.
7 – 1982, 1984  Bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna “Kursênzimanê Kurdî” li binekova Cizîrê kiriye.
8 – 1983, 1993 Berpirsiyariya kovara “Stêr“, bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paşê  bi  Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
9 –  1993   Endamê  komîta  berpirsiyar  e  di kovara “Pirs” de.
10 – 2002, Endam û yek ji damezrênerên Komîta xelata Cegerxwîn e.
11 – 2003, Bûye endamê komîta şêwirdarên kovara”Pêl” ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê PEN a Kurd.
12 – 2003, Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir “Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de” pêşkêş kiriye.
13 – 2004, Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya “rojên wêjeyê li Amedê” bûye û beşdarî kiriye.
14 – 2005, Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
15 – 2005, Vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li  Duhokê  bû, da lîkolînekê  li ser ” hevoksaziya Kurdî “. pêşkêş bike. Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî, di navbera Sûriya û Îraqê de, nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
16 – 2006, Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
17 –  2008, Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
18 –  2008, wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

Ji bil ku gelek distnivîsên wî yên cur bi cur hene, amade ne ji çapê re.

Not: Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji  nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de hat, dikin. Hêj zû bû ji koçkirina mamoste Rezo Osê re.. Hêj pêdiviya rewşenbîriya Kurd pê hebû.. Lê sed mixabin, eve halê dinyê, wek ku kurdan gotiye; Dinya baqê nîvciye…
Iro, roja Înê, 05/03/2010, piştî limêja nîvro, wê darbesta wî, ji Qamişlo, ber bi gundê wî Dekşûrîyê ve birêkeve û wê lê bê veşartin.
Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşenbîriya Kurd sax be, ev rêk li pêşiya me teva ye.

Qamişlo, 05/03/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…