Zîzok


Bavê Helbest

Ji şêrîn re
Evîna ne ji bîrkirî

Dema ku Şêrîn
 di çavên min de
dikelya
Li ber dergehên
civînê

demê xwe dida hev
dema di çavên min de
digerya
Li ber dergehên
birînê
ji me dik re rev
civîn geryayî
em dilorandin
ditepandin
diherikandin
pengizandin
diparastin
ji çavên
Kewa
Kewa
Kewa
Kirasekî renge reng
li bejneke zirav
taze…..spehî
li dîlana evînê
şev şemitand
Li ber bayê
sibaaaaaaaaa
sozek
du soz
sêyemîn
sînor çirandin
Li vir
li wir
sînor talane
payîzan pel  bi pel
xemilandin
hahoooo

dîrok e
gelo berdewam e..
???????????????
Hê………. erê
Erê …..        erê …..        erê
  Berdewam e?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…