Belengaziya rojnamegeriya kurdî

  Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com

Bawer nakin hûn ji vê mijarê re biyan bin. Min bi xwe gelekî li ser medyaya kurdî nivîsand. Gelek kesên din jî ev mijar li gelek cihan anîn ziman. Min carekê nivîsandibû, pêwîstiya Kurdan bi CNN û Lemonde’ke kurdî heye. Lê texmîn dikin haya keskî pir ji wê pêwîstiyê tune ye.

Bêzar dibim dema ku dibînim em li pey cîranên xwe jî mane. Serokwezîrê me diçe serdana welatekî cîran, em radibin ji medyaya wî welatî nûçeya serdana serokwezîrê xwe werdigirin.
Fêm nakim çima, em sûretê hevdîtina serokwezîrê xwe ligel serokwezîrê cîran, ji medyaya welatê cîran kopî dikin. Min nedîtiye ku rojekê medyaya welatê cîran nûçe yan jî hevdîtina serokwezîrê xwe ligel serokwezîrê me, ji rojname yan jî ji ajanseke me wergirtibe.
Serokwezîrek tê serdana welatê me, em radibin raporta wê serdanê ji malpereke wî welatî werdigirin.  Hevdîtin li cem me çêdibe, lê em li benda belavkirina wê nûçeyê di rojnameya welatê cîran de, dimînin.
Ajansên me hene, lê çi ajans in!
Ajanseke me heye, piştî katjimêr 16.00 radiweste, karmendên wê her deqe çav li seetê ne, ka kengê dê katjimêr bibe 16.00. Baş e, lê eger piştî 16.00 bûyerek qewimî?! Ne xeme bila biqewime, ewê sibe biweşînin.
Rast e, rojnameyên me hene! Rojane jî derdikevin, lê mijarên wan hefteyî ne. Nav rojname ne lê bi naveroka xwe kovar in..
Rewşa TV’yên me jî heman rewş e.
Goya mîlyardêrên me hene, hem jî bi dehan in. Yên xelkê Holding ava kirine, bi dehan rojname, televîzyon û kovaran f’nanse dikin, bi sedan kesan li cem xwe didin xebitandin, ji welatê xwe re CNN ava kirine, a ji we re Aydin Dogan, ku bi eslê xwe Kurde jî. Ew bi serê xwe dewletek e, bi medyaya xwe, rojeva welatekî weke Tirkiyê destnîşan dike.
Rojnamegerî ne tenê pere ne, ew hezkirine jî.
Lê hezkirin tune ye. Her kesek li bendê ye ku serê mehê were û pereyên xwe bistînin. Ji bi destxistina nûeyekê zêdetir ew li benda hatina dawiya mehê ne.
Hêza me tune ye ku em bikaribin rojevê diyar bikin. Me hîn baweriya medyaya cîhanî bi xwe çênekiriye, em hîn jî ji eqliyeta hizbîtiyê rizgar nebûne. Me xwe negihandiye wê hêzê ku ajanseke cîhanî bûyera ku li welatê me diqewime, ji me bigire. Hîn jî kesek me nas nake.
Halê me ev e.

Jêder: Avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…