JIYAN

Demhat Dêrikî

Germê, hênkayiya çiya di nava hilma ku ji xakê radibû de, fetisandibû!…di nava vê germê de xwihdan ji canê Jiyan diherikî, tevlî qirêja canê wê dibû… û carna di navberê de destên wê dirêjî pora wê ya heyvekê nehatî şûştin dibû, çend sipeh diketin nava destên wê..careke din ew dîmen li ber çavê xwe zindîkir;hate bîrê berî heyvekê ew û komek şervan ketibûn kemînê, şer du rojan berdewam kiribû, dema gule li lingê wê dikeve, ji hişê xwe diçe…ev heyveke bi tena xwe,geh bi beqan, geh bi hindek giyan…li ser lingê xwe mabû! Lê, hêdî hêdî veojena wê ber bi dawî diçû, kulî kulî dimeşî, cihê birîna wê gelek werimî û dagirtî edab bûbû. Çend gavên din meşî.
Di  meşê de,çavên wê bi kunna moriyan ket, ji xwe re got:” Ev baş bû, gelek baş bû… ev moriyên ha, wê birîna min rehet bikin.”Lingê xwe ser kunê re dirêjkir, moriyan girtinê, wisa girtinê birîna wê nema xwiya dikir, di nava demeke kurt de ew edab ji lingê wê pak bû…lê ew jiyan, ne ya berî bû; ew bejina dirêj û levhatî xûz bûbû, ew çavên reng deriyayî tarî bûbûn, ew pora di bin ronahiya stêrkên welatê çiyan de diberiqî, bûbû paytexta sipehan! Ji xwe neynûk tevî dirêjbûna xwe bûbûn parêzvanên reşqirêjê!.. Û ew rûkê ku ken wek çemên buharê ken bi coş jê diherikî û dibû govenda dilê şervanan, li ser deh ramanên jankêş pêşbazî dikirin!…Demekê, bê deng serê xwe danî ser xakê û got:”Ez herim kû? Bi kûve herim? Hawîr dor ji cerdevana û leşkerên Tirkna dorpêç kiriye… , min bibînin wê min bikin qet qet, wê hemû tiştên ji derveyî mirovatiyê bikin!Ez çi bikim, nema dizanim kîjan rê diçe binecihê.”Dîsa bê deng ma. Ji nîşkan ve du firmêskan ji çavan xwe berdane xwar, êdî firmêsik li pey hev diherikîn. Serê xwe bilind kir, dîsa bi xwe re axivî:”Ev çend wisa ez lewazim? Ma çi bikim, mane ez mirovim! Na na, ez mirovim, lê ka bawerî? Ka vîn? Kanî xewn û aşopên min? Jibo dozekê min zanko hêla, min beşê siyasî kire gorî serxwebûnê! Erê, serxwebûnê, serxwebûna xakê, serxwebûna jinê, serxwebûna vî welatê dike nale nal!..Ez dikim nale nal, ew dike nale nal û bi sedê salane nalîna me guhê asîman qetand. Divê ez negirîm, bila bîrên girî ji çavkaniya çavê min ziwa bibin û dilê min bi hêviya rojên geş bê pêçan!” Jiyan da xwe û rabû, di nava hilma germa xeniqandinê de meşî. Dimeşî, diket, radibû, diket. Lê dimeşî, ber bi hêviya rojên geş ve dimeşî ta ku careke din bibe jiyana sergovend kêş!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…