Di dema fravînê de, ku rêzdar Lothar Schlickau( Prtiya keskan), li ser şerefa mêvanên ji kurdistanê hatî, çêkir, xanim Ingrid Langê seroka şaredariya Hannover ya diwem, xanim Siliviya Hesse rêvebira Agenda 21, Dr. Corelia Sickler, berpirsê penaberan amade bûn û li ser fravînê behsê imkanên pêkvekarkirinê li warên cuda de, û ji wan Jîngeh, avakirina bajar, danûstendin di gel komele û saziyên jinan. Her wisa jî hersê xaniman, amedebûna xwe nîşandan bo seredana kurdistanê û dergehvekirinê bo têkiliyan
Rawestgeha şandeyê ya diwan, Perlemana herêma Niedersachsen bû. Li ber dergehê perleman, seroka nivîsgeha serokê perleman xanim Stürzebecher pêşwaziya şandeyê kir, ku di gel rêzdar Lothar Schlickau, serokê fraksiyona keskan şarê Hannover, rêzdar Gueter Wulfert berpirsê nivîsgeha keskan li Hannover, Roger Toppel berpirsê navenda kultûra navntewî li Hannover û Ez Tengezar Marînî di gel de bûn, ji layê serokê perlemana herêma Niedersachsen rêzdar Dr, Dinkler hatin pêşwazî kirin. Rêzdar Dinkler kêfxweşiya xwe bo vê seredanê kir, her wisa jî behsê herêma Kurdistan kir, û di nav axaftina xwe de, destpêşxeriya serok Barzanî, bo avakirina hukumeteke niştimanî Iraqî bilind nirxand û diyar kir, ku kurd êdî roleke mezin di herêmê de dilîzin. Em jî bo têkiliyên hemî cureyan amade ne û di nav de jî têkiliyên aborî. Serokê şandeyê rêzdar Abdulselam Berwarî spasiya xwe pêşkêşî serokê perlemana Niedersachsenê kir, bo wê pêşwaziya gerim û wan agahiyên ku cenabê wî li ser kurdan û herêma Kurdistanê heyî. Dr. Memo Osman serokê beşê lêkolînên Europî li zanîngeha Duhokê, spasî rêzdar Dinkler kir û behsê pêwendiyên zanîngehên herêma Kurdistanê û elmaniya kir, wisa jî behsê wê peymana di nêvbera zanîngeha Hannover û Duhokê kir û amadebûna xwe bo aktîvkirina wê peymanê kir. Piştî guftûgo û bihevgurtina axaftin û agahiyan serokê perlemanê Niedersachsenê diyariyê perlemanê dane şandeya kurdistan û mazûlvanên wan. Şande jî êdî li nav avahiya perleman geryan.
Devera siyê ji seredanê, rêzdar Rizgar Kêsteyî, di gel Guenter Wulfret seredana Corona Solar kirin. Corona Soloar, cihê pêkanîn û karkirina li ser hêza alternatîv e û bi taybetî hêza rojê ye.
Pisporê hêza rojê rêzdar Ulf Hansen- Röbbel yê corona Solar, û rêzdar Eberhardt Röhrig Vander Meer, rêvebirê navenda jîngehê pêşwazî li kak Rizgar kirin û danûstenadin li ser hêza rojê û alternatîvê bû. Rizgar jî behsê Amêdiyê kir û pêdiviya wan bi avakirina bingehên wisa bo fêrkirina xelkê. Herwisa jî diyar kir, ku kurdan pêdivî bi anîna zanînê aniyariyan li ser teknîkê heye. Kurdan pêdivî bi fêrbûna nêçîra masiyan heye, ne bi masiyan.
Saet 18.00 konfrans dest pêkir. Serokê fraksiyona keskan li şarê Hannover bixêrhatina şandeya kurdistanê û beşdaran, ku di nav wan de, Mîr Tashîn Beg, Dasin Mîr Farûq Beg, serokê şaredariya berê, dostê gelê Kurd Schmalstieg, seroka şaredariyê Ingrid langê, rêvebira jinan li Hannover Dr.Brigitt Vollmer-Schubert, endamê Perlemanê Niedersachsen Enno Hagener, endama perleman û berpirsa pirsa penaberan li nav partiya keskan Filiz Polat, Silvia Hesse berpirsa Agenda 21, Berdevkê partiya Sozial-demoqratan SPD, rêzdar Kirçî, Grûpa dana Rosa Luxumburg, komek ji dr û profesorên zanîngeha Hannover, Hunermenda şewkar ya Fransî Christine Mojar û gelek rewşenbîr, siyasetmedar ên kurd ji gelek hêzê siyasî yên kurd. Endamên komela Zanîn ya xwendevanên kurd li Zanîngeha Hannover û gelek berpirsên mîrî li herêma Niedersachsen û Hannover, mîna Dr. Monika Steinhilper berpirsa zindanên zarok û gencan li Niedersachsen, Dr. Gernot Steinhilper, yasazanê Kriminologî, Dr. Hans Hinze dostê gelê kurd û hejmareke ji neteweyên din, îtalî, Elman, Tirk, Vitnamî, Bengalî, Rûsî û Iranî.
Pişti bixêrhatinê ji hêla Lothar Schlickau û Tengezar Marînî ve, rêzdar Abdulselam Berwarî hate vexwandin bo sehnê û bi elmanî li ser rewşa herêma Kurdistanê û iraqê axivî. Her wisa jî li ser hebûn û hêza kurd li Bexdayê û kartêkirina wan, di siyaseta iraqê ya giştî. Baştirîn belge bo wê hindê destpêşxeriya serokê herêmê Rêzdar Mesûd Barzanî û hilbijartina Mam Celal bo cara diwem bo posta serokê îraqê.
Tengezar Marînî, ku rêvebir û rênasê geştê bû, seredan ji hêla dîrokî, kultûrî û civakî ve nirxand. Dor hate li ser rojnamevanê rojnameya Haz, ku bi xwe sernivîserê beşê siyasî ye, di weşanxaneya Mazaq de, Dr. Daniel-Alexander Schacht. Dr. Schacht, dîtina xwe li ser rewşa media û rojnamegeriyê li herêmê da. Schacht, geşbîniya xwe da nîşandan, ku li herêma Kurdistanê hewqas media hene, her wisa jî rexneyên vekirî û caran neli gor normên rojnamevaniyê dibin. Diyarkir, ku derfet bo wî peyda bû, digel yên zivirîne welatê xwe Kurdistan û dixwênin. Biaxive, her wisa dîmenê din ji gencan, ku bêperspektîv in û dixwazin derkevin derve dît. Di vir de metrsiyanek dît, eger derfetên kar bo wan peyda nebe. Dr. Schacht diyar kir, ku tenê rexne nebes in, belê pêkanîna daxwazan û guherîna şaşiyan xalên sereke ne, di pêşdebirina welatekî de. Her wisa jî diyar kir, ku gavên baş di mediyaya Kurdistanê têne avêtin, lê ji ber nexwendina min ya bi kurdî, nikarim li ser naverokê hukum bikim, tenê ew rojnameyên bi ingilîzî derdikevin û min hinek xwendin, pêdivî bizmanê journalîstiyê heye, ew zimanê, serbixwe, bê ku hukumê bike û bê ku êrîşker bi tenê be, bêyî ku alternatîvê ji rexneya xwe re bîne ziman û raxe li ser rûpelên rojnameyê. Dr. Schacht, got naxwazim li ser teknîka weşana rojnameyan biaxivim, ji ber pêdivî bi şêweyê norm yê rojnameyên cîhanî heye. Di dawî de, rewşa rojnamegeriyê li bakurê kurdistanê şirovekir û nerehtiya xwe li ser girtina zarokên kurd da nîşkirin û gunehiyeke mezin dît, ku ev hîn nebûye babeteke aktuell mediya cîhanî de. Hêjayê gotinê ye, ku Dr. Schacht, piştî seredana xwe bo Kurdistana Bakur û başûr ta niha 3 gotar li ser nivîsîne û di gel hin dîdaran û weşandine. Di meha 6a. 2010 de, hevpeyvînek di gel xanim Jula Hajî, endama perlemana îraqî li ser lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê weşandiye. Di 24.7.2010 de, yekemîn care ku 3 rûpel bi giştî di HAZ de, li ser Kurdistanê ne. Di beşê 7 Tage= heft rojê, gelek gotar di wan 3 rûpelan de nivîsîne“ Di nav kurdistana Nazdar“ Kerkûk û kurd, Helbeja û komkujî, Barzanî nemir û Mezar, dîdareke di gel Mole Bextiyar û wêneyên ciwan ji qele û deverê kurdistanê
Amediyê gula vî Konfransî bû, ji ber ku logo ya vê şevê wêneyê Amediyê bû, jîngeh û giringiya wê bi Amediyê ve girêdayî bû û Dîroka Amediyê ji guhdaran re bû meraq. Rêzdar rizgar kêsteyî bi ciwanî û evîn behsa Amediya mîneşîna Badînan, amediya Hemkê Tovî, Amêdiya Hêzqil, Amêdiya dergehê Mûsil û zêbarî, Amediya Tehsîn Taha û Amediya xweragir û ya evro kir. Piştî agahiyên giştî li ser Amediyê, behsê giringiya wê, jîngeha wê kultûra wê ya dewlemend û pêdiviyên wê yê evroka kirin û daxwaz kir, ku destê xibretê û tecrûbeyên welatên xwedî ezmûn dirêjî bajarê ciwan, ku ne mezin û nebiçûk dibe bikin.
Rêzdar Lothar Schlickau silavên Osman Baydemir gihandin guhdaran û dest bi xwendina xanim Claudia Roth kir. Xanim Claudia Roth, bi xwe seroka fraksiyona partiya keskan di perlemanê elmanî de ye, seroka komîsiyona mafê mirova ye û dosteke rastteqîne ya gelê kurd e. Di nameya xwe behsa Kurdistanê û danûstendinê xwe bi serkirdayetiya kurdî re kir, rewşa aram li Kurdistanê mîna rêxweşkirin bo sermiyandara ye diyar kir. Her wisa jî li ser rewşa siyasî ya îro û rewşa kurdên bakur û sîstema 2rû ya Turkiya kir, ji bilî wê amaj bi destpêşkeriya serokê herêma Kurdistanê kir, ji bilî wê jî ev agirbesta ku hate dirêjkirin bi karekî gelekî positive li qelem da û hêvî xwest, ku sûd jê bête wergirtin û gavên baş berbi aştiyê ve bêne avêtin.
Türkiya xwe dixe nav tehlûkeyan de.
Di saet 16.00, de, roja 3.12.2010. şandeya kurdî, ku ji kak Abdulselam, Dr. Memo, Rizgar Kêsteyî û di gel Lothar Schlicku, Guenter Wulfert, Tengezar Marînî û Roger Toppel, di gel pisporê şîgorta û sîstema Sîgorta li Elmaniya, Pico Jordan, ku di dema hukumeta kesk û sor de, sikreterê welat bo karê sîgorte bû, rûnişt.
Piştî rêzda Berwarî û Dr. Memo li ser rewş û yasayên heyî di vî biwarî de peyivîn, rêzdar Jordan, çend pirs û çend têbînî dan, lê wisa jî li ser daxwaz rêzdar Ebdulselam Berwarî, amadebûna xwe bo peydakirina kesên pispor, ku Kurdistan dikare sûd ji wan werbigre, da. Belê amedebûn bo bihrvguhertina agahiyan di viî biwarî de dan.
Konfransên weha dikarin bibin pir di navbera xelkên ku bixwazin alîkariyê bi kurdan re bikin, piştgiriya wan bikin, bibin pir bo anîna sermîyan bo Kurdistanê û bo bihêzkirina pêwendiyê siyasî û diplomasî. Belê wisa jî dikarin bibin motîv û têvedan bo dostên kurd yên kevin, ku ji ber hin sedeman ji kurdan dûrketine. Li hêla din pêdivî ye, ev şêwe têkilî bi zanistî û sîstemakî bêne avedankirin û dezgeh û kesên taybet û şareza bi girêdana têkiliya, bêne erkdan û karekî bi kelk û encam bikin.