Pêlên Evînê


Bêwar Girpirî


Evîna min ,ger hêvî
Hino ,hino pêk bên
Bi taybeyî ya min û te
Ku îro bi xwestinê
Ez û te hêviyên xwe avakin
Li ser cama dil
Dilê ku ji evînê têr na bê
Evîna min , ger em vî dilî
Av bi din  bi van hêviyan
Û bi hêza hiskirinê
Emê jiyanek bê jan avakin
Emê malbatek bi rûmet çêkin
Li ser deryak mezin
Ne sor û ne şîn
Bi dilgeşiya evînê
Emê pêlan rakin
Bi kevirên mircan û kehremanê
Emê malekê di zikê wê de avakin
Û bera kesê ku derbas bibê
Delingê xwe hildê
Û pêxwas bi bihûrê

   Şam,2-11-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..