Kevir û Bayê Kur.. Dîsa ji Nezîrê Melle re


Hoşeng OSÊ

Berketiyê dara tirî.. Hingî kolanên Amûdê bêriya te kirine, sûnda te xwarine, ku dê te bidin ber gezean.

Berketiyê bîra hewşê.. Hîvrona şevêrkên havînê çiqas li ber te diketin, dema te pişta xwe da peyvê.
Her tişt hîna li şûna xwe ne. Kenên me.. Qerbalixa me.. Ked û xweydana eniya me.. Rêwîtiya me a Beyrûtê.. Fotografê me li ber derya girtî.. Teşqelên me.. Gerûgeşta ma ya Beyrût û Şamê.. Şevêrka min û te û Kemal û peyala mey û helbestên Cizîrî.. Şevêrka min û te û Azer û tevahiya hevalan li mala Hozan… Hemû tişt hîna li şûna xwe ne, lê ez ne li wirim.
Tê vegerî…
Ezê her buhar, li nav zeviyên genim, li ber sînor, dê pêşwaziya te bikim.
Emê dîsa herin mala Azer. Dîsa herin mala Simo. Dê Simo ne li mal be!.
Ezê dîsa pirtûka xwe ya helhbestê diyarî te bikim û tê wê nexwînî. dîsa te bi çîroka xwe û Cîhan gêjbikim, çawa min Kemal gêj dikir.
Tê dîsa weke kevirekî min bispêrî bayê kur, û di xewa piştînîvo de herî û herî.
***
Berî tu herî, te dilên ji xwe hişt û tu çûyî. Berî tu herî, te min nav taya tenahiyê û dilmayînê hiştî.
Tu çûyî û min ji poşmaniyê re hiştî.
Tu çûyî…
Ma qey birastî tu çûyî..!?.
***
””””Mihemedê Hedla, zilamek dirêj.. dirêj.. heya sibê dirêj. Hedla Mihemed, jineke kin.. kin.. heya duh kin. Herdû kurdûnde mirin””””.
Ev kurteçîrok tê bîra te, a kê bû?. A çîroknûseke navê wî Nezîrê Melle bû!.
””””Zayîn”””” helbesteke dastanî bû. Tê Bira te a kê bû?. A helbestvanek navê wî Nezîrê melle bû!.
Em bêjin: rehma Xwedê li wî be, biyanê wî qurtand.
***
Ka ew dema tu sergovend bûyî!?. Kanî ew rojên ku te kolanan hogirî meşa xwe dikir!?.
Ew westandin çiqas şêrîn bû, û hîna jî şêrîne. Ew ferheng çiqas zengîn bû, û hîna jî zengîne.
Ka were em ji bîranînên xwe şoreşeke din lidarxin.
Min di govendê de bi tenê nehêle. Kenê biyaniyê û sêwlekên wê bi xwe neyne. Xweydana karwanê me, hîna sar nebûye. Divê ””””em xwe bişon ji qehe û tozê. Wek rojên berê xwe bidin dozê””””.
***
Berî şeveq li me hilê, ji min re çixarakê bipêçe û peyala çayê bide ber min, dereng e, ez dikim herim.
Dê herim şerê felekê, da te ji taya biyaniyê rizgar bikim û berê te bidim te. Berê te bidim kevir.. kevirê êvarê.. ””””êvara Xwedê””””.. Xwedayê bayê kur û ewran, da te bide ber şîqşîqa birûskan, belkî tu li xwe hay bê, bê tu çiqas dûrî min û xwe û welêt ketî!.
Berî li min û te û vê keserê bibe êvar…
Çixarakê ji min re bipêçe û peyala çayê bide ber min, derng e, dê vegerim bîranînên xwe berhevbikim. Ka tê bêy!?.
***
Dibe ku tu neghêjî şîna min.
Dibe ku tu êdî rêya gora min a pêşîn nas nekî. Dibe ku kêla gora min korman xwaribin. Dibe ez hatibim jibîr kirim. Lê ger tu pêrgî yek ji xezalên min hatî, jê re ne bêje: xwelîserê.. porkurê, te çima hevalên min bitenê hiştî.
Ji ber ku, dê ji te re bêjin: te çima wî bitenê hiştî!?.

İstambol 30/9/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…