Rijîna stéran

Arjen Arî

Taldeya tehteké sitar e carinan, carinan; di qijjîna havîné de hénikahiya binê kolikeke li nava werzan, carinan jî; siya bîşengeke li peravén Ava Bûnisra şaxén xwe mîna jineke porberdayî dabe desté bé…

Her ku dibe évar, û évar û siharén rûtenik dikevin bîra min, çavé min dikin derén ji kortalén xwe: Seré min ji nişké ve dizîvire héla bakûr; di şibaka wî bajaré ezman-kwîr de avirén min li cobarén sitéran digerin…
Ji dermané çavé kul re stérek bi tené jî naçûrise di neynika şevé de. Tu é bibéjî qey bajar ketiye şikevta reşahiyé û dergeh li xwe û şevé daraye.

Ji bilî kolanokén teng î tehl; apartmanén wekî sipîndaran di ber hev de çandî, şaneşînén ku milén wan li banî dihingivine hev, paceyén mîna rahbikén devûrû nixumandî û nehélin ku roniya hûndir xwe bide der…ne şevé tené; li tevî min bîhna hemû stérhezan jî teng dike…
Xasma vé évaré, ev bajar vé évara ku havîné dergehé dinyayé li germahiya hezîrané vekiriye û ne sura bé heye ne jî tîjkek ronî; bi taybetî min é ku bériya stéran kiriye dike ku bifetisîne di nava lepén reşahiyé de.
Gur ji şevén reş û bi mij hez dike. Lé ez…ez ew kes im ku ji welatekî nézî welatén stéran hatî ye.
Niha, dixwazim rahijim seré xwe û mîna yekî ji xerebata derketî bidim ser riyé…Lé, di vé reşé di şevé de..?
Wekî yé seré ben wenda kirî, min jî seré riyé wenda kiriye. Û reşahî dike ku dinya li dora min bigere. Bérikirin ji héleké de min kaş dike, ji aliyekî ve stér bangî min dikin . Min bériya stéran kiriye…Stérén lib lib, goşî goşî…Stérén ku ji dûr ve bi nazenînî çav li min diniqirandin û zarok zarok dibişirîn…
Ez û wan heta van salén dawî jî bi hev re vedigariyan wan deman, wan demén ku ne ew ji min, ne ez ji wan  tér dibûm:Wekî bazekî çiyayî ez jî ji gundekî çiyé bûm. Û her ku dibû şev; gund, ez û seré bén nezîktîrî stéran dibûn. Ezmané bi roj ji min ve dûr û bi ewrén nermehevrîşmî, bi şev dibû mîna lihéfeke bi stéran neqişandî…
Hé wan wextan çavén min î mîna xarén dîndoqî, férî temaşeya li sitéran bibûn. Navé hinekan Komika Séviyan bû, yé hinekan Goşiké Tirî, yé yeké Hirçé, yé yeke din Kerwankuj…
Diya min digot, ‘Kuré min…tu bi ser derî ve bî, tu é di Riya Kadizé re bişé biçî welaté stéran’.
Ez é ku her şev li seré bén di xewnén xwe de diketim ser ré û min ji stérén ku leqeyî wan dihatim riya Stéristané ji wan dipirsî, piştî ku çavén min hingavtibûn stérén çavén Stéré, min bawer kir ku li Stéristané her şev Leylé dide dû Mecnûn.
Min dimeyzand: Carinan Mecnûn ku dilezand, Leylé jî lez dida xwe. Gava ku min digot, ‘Dayé dayé, binere… mîna ku bibezin dilezînin’, diya  min digot, ‘ kuré min…ew dé bi ser ya xwe ve bin…şeveké dé bigihin hev’!

Yén ku li çiyé gihabûn hev  û ji wir  beré xwe dabûn Stéristané di ré de ji devé hemwelatiyan li serpéhatiyén rijîna stéran dihesandin. Li gorî baweriya hemwelatiyén bawerqayim, di réwîtiya li ser riya Stéristané stéra ku li erdé biketa erdé, wé şevé li ezman jî dibû stérek û dirijiya erdé.
Wé şevé, beriya ku hîv biçe şivé, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir,  ji ezman wisa béjimar stér xwéjinkî hatin xwaré, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stéran meyzén!
Yadé, piştî gotina Xweda sebré bide dayika wan,  keserek kişandibû û gotibû, ‘Sih sal e berxé min… sih sal e stér dikevin erdé û  em her şev li rijîna stéran temaşe dikin’.
Diya min piştî ku stérén çavén xwe paqij kiribûn, gotibû, ‘berxiké min… ka li ezman meyzén… heke stérek jî jé kem bûbe’?!
Min li ezman meyzand. Mîna ku kitek jî nerijiya be erdé, yek kém nebûbe, wisa bi bişirîn, stér kit kit diçurisîn.

08/06/2011/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…