Axaftina çi, ziqûma çi?

Qado Şêrîn

Ta dema vexwendina axaftinê, partiyên kurdî qedexe bûn, miletê kurd jî tune bû, û rojekê jî nehatibû bîra rêjîmê bi kurdan re axaftinê bike, êdî ji her kesî re eşkere ye ku rêjîma kêferata mirinê dike û li ber rûxandinê ye, ji kurdan giyanê jiyanê dixwaze.

Çima axaftin berî 15ê adarê yan jî piştî serhildana 12ê adara 2004an cih negirt?, yan jî, wek nimûne berî 20 salan?, bersiva vê pirsê Adaroyê min ê 4 salî jî dizane, bi hêviya ku tevgera kurdî jî zanibe.
Bila tevgera kurdî bizanibe ku axaftin û çûna ber lingê serokê rêjîmê li ser cendekên şehîdên şoreşa ciwanan dibe, eger ewqase şehîd neketibana, rêjîmê deriyê axaftina xweparastin û temendirêjkirinê venedikir.
Bila tevgera kurdî carekê bi mêranî helwesteke dîrokî bistîne. Bi gumana min ana dema wê helwestê ye. Eger hat û şoreşa Sûriyê bi giştî û ya ciwanên kurd bi taybetî bi ser ket, dê tevgera kurdî ji ber berpirsyariya dîrokî, xwe di çi qulê de veşêre?.
Tirsa me ji wê tirsê ku piştî axaftina bi rêjîmê re, rêjîm êdî dest bi kuştin û rijandina xwîna ciwanên kurd bike. Bi hêviya ku kurd bi kurd nekeve.
Têkçûn e kurd bi tenha xwe axaftinê bi rêjîmê re bikin, eger hemû aliyên ereb jî di eynî rûniştin û axaftinê de bin, eynî UN jî amade be, ew axaftin ji bo kurdan têkçûne û ji bo rêjîmê serkeftin e, ji ber ku vê rêjîmê tu caran axaftin nexwestiye, lê ji ber ku ana kêferata mirinê dike, û ji bo ji rojava û rojhilat re diyar bike ku ew axaftinê dixwaze, ew deriyê axaftinan vedike.
Ana ji tevgera kurdî tê xwestin ku piştgiriya şoreşa ciwanên Sûriyê bi giştî û ya ciwanên kurd bi taybetî bike, ne ku biçe bi kujerê ciwan û zarokan re axaftinê bike.
Jixwe gelek şert û mercên axaftinan hene, lê şert û merc li ser miriyan nayên danîn. Mixabin ku partiyên kurdan nikarin şert û mercan li ser rêjîma mirî jî deynin.Qet axaftin di navbera Rovî û Mirîşkan de çê nebûye, her wisa di navbera gur û pez de.
Li dawî,
ji tevgera kurdî, ji hemû partiyan tê xwestin ku helwestek mêrane û dîrokî bide, ku kurd naçin axaftina xwe rezîlkirinê, û ew bi xurtî piştgiriya şoreşa ciwanên kurd bi taybetî û ya Sûriyê bi giştî dikin. Eger partiyên kurdan wisa nekin, emê kurd hemû ta ebed rezîl bijîn.
Li dawiya herî dawî, ez wek kesekî kurd xwe ji wê partiyê bêrî dikim, ew a biçe axaftinê bi serokê kujeran re bike.

06/06/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….