Şoreşa azadiyê


Lazgînê  Dêrûnî

Şoreşa azadiyê va li dare                   dengê xorta bi qîrên û heware
Vê şoreşê dîwarê tirsê şikand           vê sirûdê rijîma BASÊ hejand
Singa tazî bê çekin li kolana               veger nîne vê carê serhildane

Aştî xwazin li dijwarê napirsin            şêr û piling ji mirinê natirsin
Yan şehîd yan birîndar û yan girtî       heta kengî ev jiyana koletî
Rûmet nema ev welat kirin zîndan   çare nîne bê şoreşû bê qurban
Şerm bikin ji wan biçûkû mendala     bilez rabin bibin tevlî hevala
Dem hatiye serhildanek pîroze        şev bi agir weke cejna newroze
Bi xwîna sor nivîsîn ser dîwara          gel dixwezê rijîmê bênê xwara
Gelê KURD û EREB têde birane         kesê şofînî di navde nemane
Nêzîk ne dûr serketin û mizgîne       kesê bawernekê kore yan dîne
20/6/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….