Serçimandina me M. Temo kuşt

Qado Şêrîn

Of of, em kurd çi guneh û perîşan in. Kî tê bi çarenûsa me dilîze, û em fêr nabin, dersan ji dîrokê nagrin û li dûv berjewendiyên xwe yan ên partî û serok û merokan diçin. Ew kî ye yê ku qedera me ya reş daniye ku gotina me nebe yek, ji hev hez nekin û hema li dij hev derkevin.

Bi gumana min piştî rûxandina rêjîma Beşar dê kurdên rojava mîna kurdên başûr ên ku piştî rûxandina rêjîma Sedam gihan mafê xwe, emê jî bighên azadiyê, eger kurd bi hemû partî, kes û civak bi yek dengî doza mafê xwe bikin.
Li Tirkiyê hêzên tarî hebûn(Ergenekon û tiştin din), kurd dikuştin bê ku kujer eşkere bibe, êdî dinivîsandin; ‘’kujer nenase’’, ji dû vê bi hezaran kurd kuştin û kujer nenas man. Tirsa min ji wê tirsê ku kujerên M. Temo ta û ta nenas bimînin. Mixabin hin kurdên mîna Omer Osê(xwefiroşê Beşar) û hevalbendên wî kuştinê di tariyê de dibînin û rêjîmê tawanbar nakin, ev yek’’kujer nenase’’ tîne bîra mirov. Dema hin kurd bê delîl û dokument Tirkiyê tawanbar dikin, ji hêla gelek kurdan ve tê famkirin ku ew kurd rêjîma Beşar diparêzin  û kujeran mîna li Tirkiyê’’kujer nenasin’’, vedişêrin û pirojeyên tarî li ser riya azadiya kurdan datînin. Ji bo me kurdan çi cudahî di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de tune. Eger kuştina wî ne piroje be, em fam nakin bê çima rêjîma Beşar tawanbar nakin, belkî hemû partiyên me yên paramisyonane jî rêjîmê yekser tawanbar nakin, belê eşkerekirina kujeran jê dixwazin. Weleh kenê mirov divê wextê de bi vê xwestekê tê.
Bi gumana min, ji ana û bi şûn ve, piştî şehîdketina M. Temo, tê xwestin ku partiyên kurdan helwest û gotara xwe li dijî rêjîmê biguherînin û serneçimînin û wek leglegê serê xwe veneşêrin, ew şerme, bi mêranî dakevin kolanan û helwesta kurdewarî bidin, daku hûn bi şeref bimrin, daku hûn bi gelekî li paş milet nemînin. Ta ana rûxandina rêjîmê nexwstine, hin ji wan hîn jî hêviyê di axaftina bi rêjîmê re dibînin. Vê helwesta qels û bi şek û guman kurd xemgîn kir, kurd ji partiyan dûr xis, vêga hin guman dikin ku rêjîm bikeve dê ew partî pêre bikevin.
Helwest û daxuyaniya Partiyên kurd a di derbarê kuştina M. Temo de, ne di asta cerîmet û xemgîniya kurdan deye. Di 2005an de, di derbarê kuştina Şêx Maşûq Xeznewî de hema hema eynî helwestê derxistin, ta ana jî kujerên Şêx Xeznewî eşkere nebûne, îca ana divê wextê de qet kujer eşkere nabin, îca hûn çi ji rêjîma li ber rûxandinê dixwazin.
Bi gumana min sûc û gunehê me kurdan di kuştina Mişel Temo de heye, bi taybetî partiyên kurd, eger kurd yek bana, xwedî helwest û gotara mêrane wek a M. Temo bana, hemû serok û merok û rêberên kurdan mîna wî rûxandina rêjîmê bixwestana, dê Şebîheyên rengînî nema zanîbana kê bikujin û kê nekujin…dê newêrîbana kurdan bikujin. Jixwe gelekan ji wan rêjîm jî bi kuştina wî tawanbar nekirin.
Li dawî, ta ku kujerên Mişel Temo eşkere nebin, rêjîma Beşar tawanbar e, ji bilî wê, heçê aliyin din tawanbar dike, şek û gumanan ji ser xwe kiş-kiş dike yan jî rêjîmê diparêze.

11/10/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…