Vexwandin ji Kongra Netewiya Kurdistanê ji bo panela ”Dîyalog û Hevkarî ”

  Wekî  tê zanîn ax û netewa me dibin êrîş û tûnekirina dagirkerên Kurdistanê de ye. Ew yeka ji bo hemî parçên Kurdistan, destkeftîyên Kurdan, Partî û dahatuya Kurdan bi xwe re xeterên mezin tîne… 

Di rewşa îro de hezên netewî yê Kurd jî ketinê rêya dîyalog û hevhatineke baş. Gelê Kurd jî bi tevayî li hevhatî , dîyalog û stratejîyeka netewî li ser Partî û rexistinan ferz dike…Li ser wî bingehî li Koln, Amed û Hewlerê panel, kokteyl û civîn pêk hatin û mesajên girîng hatin dayîn. Ew cîhê kefxweşî û şanazîye ye.

Em, wek KNK kongreya netewî ya kurdistanê  Komîta Swêd, hemu  Partî û Hezên Kurdî û kesatî û rêkxistîyên cîvatên sivîl  vedixwînin panela Dîyalog û Hevkarî.

 Hemî hezên Kurd ji gelê xwe re dîtin û nerînên xwe liser hevkariya netewî bînin ziman û pirsên gel bidin  bersivandin.  
Em hêvîdarin ku heta 12/10  an hûn ê bersîvekê bidin me û bidin dîyar kirin ku kî beşdar dibe, dixwazê biaxivê an ne.

Roja  Yekşemê   16/10 – 2011
 Dmejimêr:      13:00
Cih:  ABF huset , Stockholm.

KNK  komîta Siwîdê  –   Dr. Bengî Haco  –   tel:  0735 88 05 42   e/mail:    knk.swed@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…