Yasîn Hisên
Ji birçîbûnê re
-1-
ji bona te
min çiqas dest ramûsandin
Lê….
ne mîna lêvê te bûn…
-2-
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuştin…
-3-
Hevalekî ji min re got:
– wê sibeh ji îro xweştir be.
Ez jî dijminê sibehê me…
Û hevalê şevê me
Şev jî sitara birçiya ye…
-4-
Dema termê wî li xeîbiyê dîtin
Dibin palgeha wî de rûpeleke sipî û pênûseke şikestî
Dinaliyan…
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuştin…
-3-
Hevalekî ji min re got:
– wê sibeh ji îro xweştir be.
Ez jî dijminê sibehê me…
Û hevalê şevê me
Şev jî sitara birçiya ye…
-4-
Dema termê wî li xeîbiyê dîtin
Dibin palgeha wî de rûpeleke sipî û pênûseke şikestî
Dinaliyan…
Pênûs
Erê…xwîn bi xwînê tê şûştin…
Rûpel
Şevê li ser sînga min paldaye
Ez jî bi sipîbûna xwe
Xwe paye dikim
Dema helbestvan bê limêj
Ez perçiqandim….
Peyamber
Destekî reş ji newala rastê pêrgî wî hat
Dicefilî…
Gava keriyekî gura ew binerd dikirin
Ji wê rojê de…
nivîsên Melayê Cizîrî di xew de didîtin…