belavokên partiyan

Sipasname Ji Abdisemed Mehmûd (Bavê helbest)

Birastî mirov nizane hestê xwe diyar bike, dema ku nû ji girtîgehê derdikeve ,hemberî wê pêla pêşwazî û  xêrhatina mezin ji miletê me
Bêgûman em ne yên pêşîbûn ko dikevin zindanê, lê yekemîn car bû ko Mehrecana Helbesta kurdî tê dadekirn, ew dadekirina helbest û zimanê kurdî bû
Dadekirina helbesta kurdî ew perçak ji pirojeyên çawisandinê ye ku li ser miletê me bi tevayî tê peyrewkirin

Dadekirina mehrecana helbesta kurdî ew hewldane ko helbesta me ber bi asta helbesta Cîhanê ve diçe ew nîşane ko helbesta me di çerxa xwe ya xweza de digere û roleke baş di civaka kurdî de dilîze
Heger hundurê gitrtîgehê teng  bû yan roj û şevên wê dirêj bûn lê bi  piştevaniya gelê me bi silavên ku bi sedan ji me re dihatin, bi pirs û serdana mal û zarokên me  girtîgeh fireh dibû û şev û rojên wê kin û xweş dibûn
Ez bi nave xwe û bi nave malbata xwe ,ciwantirin sipasî pêşkêşî hemû kesên ko alîkaria me kirin bi hemû şêweyên alîkatiyê bi taybetî tevgera kurdî û sipasiyek taybet ji girûpa mûhamiyan re ko li kêleka me bûn di qûnaxên dadekirinê de
Dîsan sipasî ji hemû kesên li pêşwazia me bûn û her kesên hatin serdana min û yên pîrozbahî  dan çi bi telefona yan bi Êmêla ji hundur û ji deveyî welat
Ez bawerim bi saya helbestvanên me wê mehrecana helbesta kurdî berdewam û li dar be wê pênûsa kurdê ya bi rûmet bi hemû şêweyê berhemê xwe ve bimîne simbolek ji simbolên azadiyê
Ez hêvîdarim ku di demek nêzîk de em li ser keskesora ezmanê welatê xwe Sirûda azadiyê binîvisînin
Ez ji bîrnakim ko di salvegera 13 an de piştî sedî ya cejna rojnamegeria kurdî  ko cejna ronamegeria miletê xwe pîroz bikim

Helbestvan :  Abdisemed Mehmûd ( Bavê helbest)

Qamişlo 25 ê Nîsanê 2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…