Rêjîma kevir li ser kevir nehêle

  Qado Şêrîn

Eger rewşa awarte bi imzeya serokê rêjîma Sûriyê ji ser pelan rabe jî, dê ji ser xakê û pêkanîna rojane qet ranebe, çimkî rakirina rewşa awarte rakirina rêjîmê ye.

Bi gumana min rêjîm kêferata rûxandinê dike. Rêjîm nikare gavên mezin ber bi guhertin û demqratîkirina dewletê ve bavêje, çimkî ew dizane bi avêtina wan gavan re tirba xwe dikole.
Rêjîm bi rakirina rewşa awarte, û dadgeha aramiya dewletê û rewa kirina xwepêşandanên aştiyane, ne qenciyan bi milet dike, wê danîn û ew radike, bixwe gerek ji kok ve nebana, lê dîsa nebesin li gel ku guman nakim yek ji wan her siyan jî li ser xakê  pêk bê.
Tê ragihandin ku ta ana yek ji biyaniyên kurd li parêzgeha Hisiça nasnameya dewletê negirtiye, dêmek ew jî xapandin bû.
Rêjîm ewqasî hov e, her tiştî ji xwe bawer dike, ji wê weyê ku xelk jî jê bawer dikin. Bi gumana min rêjîm wan gavan ne ji bo milet davêje, belê ji bo derve û  ji bo medya cîhanî davêje. Eger rêjîm rast e, di eynî roja ‘’qaşo’’ rakirina rewşa awarte de, rojane bi dehan çalakvan û xwepêşanderan li kolanan dikuje, û bi sedan jî dikşîne girtîgehan.
Rêjîm nizane çi dike, gêj û şaşo maşo bûye, wek mirovê bawer neke çi li der û dor û li dij dibe.
Bi gumana min rêjîm bê rewşa awarte, her wisa bê dadgeha aramiya dewletê ne kare bijî ne jî dikare berdewam bike, çimkî bê her duyan, û bê hêza hemû şaxên muxaberatan nikare berdewam bike û ne jî xwe biparêze, ew nêzîk dirûxe.
Bi gumana min piştî rakirina rewşa awarte, dê rêjîm bi mahneya ku li dijî Isarîlê di şer deye, û têkbirina aramiya dewletê, dê ji berê bêtir hêzê û rewşa awarte bikar bîne, wisa neke berdewam nake.
Rojane rêjîm derewekê dike, geh fitne, geh terorist, geh girêdana bi derve re û geh jî selefî, lê nema kes ji wê rêjîma xapînok bawer dike.
Eger kêr giha hestî, ne dûr e rêjîm şerekî bi Israîlê re derxîne, dibe ku nêzîk be, lê wê gava dawî ya bê hêviya berdewam bûnê be.
Li dawî, bi gumana min dê rêjîm bi gelekî ji Qedafî bêtir bike, dê kevir li ser kevir nehêle, lê li dawiya dawî dê ketinek pîs bikeve.
20/40/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…