Barzanî

 
Mihmed Ebdê
Mirwan94@hotmail.com

Beriya demek dirêj                             di dîroka kurdînî yê
Çardehê avdarê                                   tu bi xêr hat bi wê mizgînî yê
Rojhilat li  kurdistanê                        ji welatê behdînî yê
Di dil de hat çandin                            kar û xebat ji bo kurdînî yê
Dilawer û dilbawer dilovanî             ergewanî hat li ser  riwê jiyanê
xweda da Mistefa Barzanî                hezar pîrozbe li gelê kurdistanê

Ti  bû sitêrek keş                               di dila de ne li ezmana
Ti bû mîrê  aştiyê                                bû serokê jîr û zana
Xwedanê şaşika zêrîn                        şev û roj ne razan û ne hedana
Bi te xemilî çiyayê kurda                   al di çand li ser zinara
Şevên sar û serma                             ti bû  êzing ji pêşmerga re
Xwedanê kêşa gelê kurda                navê te tim li ser zimana

Barzanî baweriya te                         herdem  bi doza gelê te
Top û tifinga dijmin                         herdem li sînga te
Tirs û xap û fen                                ticarî nebûn karê te
Em ji bîr nakin tijarî                         ji kurdistanê hiskirina te
Yan kurd yan Kurdistan                  ev bû herdem sûnda te
Em soz didin tim bimînin                li ser şop û rêç û rêbaza te

Barzanî çirûska navê te                  deng da ji çiya veda
Bi kar û xebatê navê te                   ket dilê hemî kurda
Herdem ti bû rêzan                         di meşî li pêşiya pêşmerga
Tim mirin ji te di tirsa                     ji mirinê te xwe ne di veda
Xwedanê kêşa gelê kurda             mafê kurda te ne berda
Al ji Mihabatê te di anî                    li ser çiyayê kurdistanê te hildida

Heftê û şeş sal te bûrandin                                 bi dil êş û bi dil janî
Bi ser bilind te geyan sipart                                xwedanê jor li banî
1` kê avdarê tu ne bi xêr hat                               te Barzanî bir bûhişta banî
Roja yekê tu  reşî di dîroka kurda                        ma tû bi xwe nezanî
 Barzanî di dil de dimînê li nav xwînê                  Mistefa Barzanî xwediyê navek şêrînî
Ta ku kurd hebin tê li nav wan bi mînê             darek bilind li kurdistanê tim tu şînî     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…