Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
ibrahimguclu21@gmail.com
Li welat û dinyaya ereban “bihara siyasî-civakî” dom dike. Baweriyek hebû ku “ereb nikarin rejimên xwe yên otorîter û totalîter biguherin”, “ereb demokrat û hevdem; reforxwaz û guhertîxwaz nabin”. Di sala dawî de guhertinên li welatên ereban û dinyaya petrolê pêk hatin, ev nêrînan serûbinî kirin. Derket holê ku wek her miletekî û her civatekê, ereb jî dikarin guhertin pêk bînin.
Li Rojhilata Navîn 300 mîlyon ereb dijîn û 22 dewletên ereban hene. Hîç şik tune ye ku dema ku li welatên ereban guhertinek bibe, raste rast li ser herêmê û li ser dinyayê tesîr dike. Bi taybetî jî welatên ereban yên xwediyê petrolê, zêdetir tesîr li ser dinyayê dike. Lewra petrol dema ji destê rejim û dîktoran derkeve, bikeve destê rejimên demokrat û lîberal; ew jî, bê niqaşe dê li ser dinyayê tesirek êrînî bike û di parvekirina dewlemendiyê de dê rolekî girîng bilîze. Beriya her tiştekî jî dê li welatên ereban û li ser gelê ereb tesîrek êrinî bike; dê gelê ereb zêdetir dewlemend bibe; dê di guhertin û dê jinûve di avakirina dinyayê de rola ereban zêdetir bibe.
*****
“Bihara siyasî-civakî ya erebî” bû sedem ku li Tinusê û li Misirê serokdewlet bê guhertin û desthilatdarî dest biguhere. Tinus û Misir bikeve pêvajoya sîstema parlamenterî ya demokratîk, maf û azadiyên mirovî derkevin pêş û bikeve bin desthilatdariya hiqûqê û demokrasiyê. Ev pêvajoya li Tinus û Misirê pêş dikeve. Serokdewletê Tinus û Misirê, berpirsiyarên karên xerab û mirovkuştinê ji bona bên dadgehkirin di hepsan de jiyana xwe didomînin.
Dema ku li Misirê û Tinusê serîhildanên sivîl pêk hatin, li welatên ereban yên din jî serîhildanan dest pê kir. Ew serîhildana li Libyayê bi awayekî çekdarî û mudexelaya NATOyê dom dike. Li Yemenê serokdewlet biryar da ku dev ji desthilatdarî ber de. Li Bahreynê jî tevger didomîne.
*****
Li Suriyeyê, li Deraayê sînorê Urdinê û Suriyeyê di destpêka adarê de serîhildana sivîl dest pê kir. Desthilatdariya Başer Esad bi şidet êriş bir ser serîhildanê. Gelek kes hatin kuştin. Di nav pêvajoyê de serîhildan li gelek bajarên Suriyeyê belav bû. Latqiye, navenda desthilatdariya siyasî ya elewiyan e, lê li wir jî gel rabû ser piyan.
Kurd, di destpêkê de beşdarî serîhildanê nebûn. Nûha li Kurdistanê jî serîhildanên sivîl dest pê kiriye. Encama vê serîhildanê gelek welatparêzên kurd jî hatin zindan kirin: Lewra di van rojên dawî de li Suriyeyê ji aliyê desthilatdariyê de binçavkirin û hepiskirinek kîtlewî dest pê kiriye.
Suriye, hîç şik tune ye ku ji bo kurdan û Tirkiyeyê gelek girîng e. Loma jî kurd jî û Tirkiye jî bi Suriyeyê re di nav eleqeyek nêzik de ye.
Gorî kurdan guhertina desthilatdarî û rejima otorîter li Suriyeyê dê ji bona neteweya kurd azadî û desthilatdarî li dar xe.
Ji bona Turkiyeyê jî, dê bibe xeteriyek. Lewra li Tirkiyeyê pirsa neteweyî ya kurd pirsek gelek mezin e. Ew guhertina li Suriyeyê dê raste rast li ser Bakurê Kurdistanê jî tesîr bike. Beriya ku guhertina li Suriyeyê li Tirkiyeyê tesîr bike, dê li Îranê bike. Dema ku li Îranê desthilatdarî encama mudaxeleya dinyaya demokrat bê guhertin, hîç şik tune ye ku li Rojhilata Kurdistanê dewletbûn di rojevê de ye.
Li Başurê Kurdistanê, avayiya federe; li Başurê-Rojava, Kurdistana otonom; li Rojhilata Kurdistanê, Kurdistanek serbixwe, hîç şik tune ye ku dê parçebûna Tirkiyeyê bîne ber derî. Loma jî Tirkiye, ji bona ku li Suriyeyê desthilatdariya Başer Esad li ser hikum bimîne û nayê guhertin, hewil dide, ji bona reforman projeyan pêşkêşî Suriyeyê dike.
*****
Hîç şik tune ye ku Suriye bi xwe jî, girîngiya neteweya kurd baş fahm dike. Li Suriyeyê du netew hene. Ew neteweyan, neteweya ereb û kurd e. Kurdistan ji bona Suriyeyê herêmek girîng û koloniya Suriyeyê.
Neteweya kurd di guhertina rejîma Suriyeyê de aktorek girîng e.
Li cem vê yekê jî Tevgera Kurd, tevgerek dîrokî ye. Ji sala 1950-yî vir ve li hemberî rejim û dewletê di nav xebatekê de ye. Suriye her dem ji muxalefeta kurdan tirsiyayê û li hemberî tevgera kurd tedbîrên leşkerî wergirtiye. Ji bona ku neteweya kurd ji mafên xwe yên neteweyî bê par bibe, hewil daye.
Li Suriyeyê piştî ku serîhildanên sivîl li herêma ereban ji aliyê gelê ereb de dest pê kir, rejima Suriyeyê ji bona kurd nekevin nav serîhildanê, ji kurdan re nêzikî nîşan da û bi kurdan re danûstandin kir. Dema ku serîhildana sivîl li Deraayê dest pê kir, li Kurdistanê Newroz di rojevê de bû. Desthilatdariya Suriyeyê her sal mudaxeleyî Newrozê dikir, lê ev sal mudaxeleyî Newrozê nekir. Leşker û dezgeha îstîxbaratê ya Suriyeyê ji gelê kurd dûr rawestiyan.
Piştî demekê ji bona gelê kurd bi tevayî bidin rawestandin, her çiqas kurd ne di nav serîhildana sivîl da bûn jî, ew pirsa hevwelatiya kurdan bi deh salan e ku çareser nake, biryar da ku vê pirsê çareser bike.
Ev biryara bi lezûbez, di raya giştî ya Tirkiyeyê de bi balkêş hat şirove kirin. Hat gotin ku “her çiqas kurd ne di nav serîhildana sivîl de ne jî, çima ev pirsa hat çareser kirin ?” Vê yekê jî derxist holê ku Tirkiye çawa ku bi salan rastiya pirsa xwe ya neteweya kurd nedizxanî û nexwest bizane, rastiyên li derûdora xwe ya wê eleqeder dike jî, nas nekiriye.
Dema ku desthilatdariya Suriyeyê ev biryara da, baş dizanî ku kurd bi zanyarî û girêdayî biryarek ne di nav serîhildana sivîl de ne. Suriye baş dizanî ku di kurdan de her dem potansîyela serîhildanê heye. Lewra kurdan di sala 2004-an de serîhildana sivîl pêk anîbûn û bi dehan kes hatibûn kuştin. Gelê ereb ji serîhildana kurdan re nebibû alîkar. Kurdan jî, ji ceribandina 2004-an ders derxistibû. Nedixwest ku serîhildanek bê bext pêk bîne. Desthilatdariya Suriyeyê jî ev îradeya kurdan fahm dikir.
******
Serîhildana sivîl li Suriyeyê hatiye qonaxeke girıng. Serıhildana sivîl di nav gelê ereb û di herêmên ereb de belav bûye. Desthilatdarî li hemberı vê serîhildanê şidetê bi kar tîne. Bes di hefteyê dawî de 800 kes hatiye kuştin.
Piştî ku serîhildana gelê ereb fireh û belav bû, li Kurdistanê jî li gelek herêman xwepêşandanên bi kontrol didomînin.
Li dinyayê û li Rojhilata Navîn jî, qenaatek xuırt derketiya holê ku divê desthilatdariya otorıter û faşîzan ya li Suriyeyê heyî, bê guhertin.
Gelê kurd divê êdî di vê guhertinê ciyê xwe bigrin. Dema ku di vê guhertinê de ciyê xwe negrin, di pêşerojê de dema ku desthilatdarî û dewleta Suriyeyê jinûve bê ava kirin, kurd di vê avakirin û guhertinê de nikarin bibin aktorek diyar û xwediyê biryar.
Loma jî divê kurd jî, du mijaran aşkere bikin.
Mijara yekem: Divê kurd jî bi rêxistinî beşdarî serîhildanên sivîl bibin. Ev jî, di destpêkê de divê bi pêşengiya rêxistinên siyasî û rewşenbîran pêk bê. Lê divê baş bê zanîn ku ceribandina “Bahara Ereban” derxist holê ku bi rêxistin û serokatiya klasîk yên kevn guhertin pêk naye, heqer bi rêxistin û serokatiya klasîk ya kevn guhertin jî pêk bê, jinûve di avakirina dewletê û desthilatdariya siyasî de rêxistin û serokatiya klasîk ya kevn, nikare rolek demokrat û guhertîxwaz bilîze.
Loma jî kurd divê rêxistinên xwe û serokatiya xwe nû bikin. Baş tê zanîn ku tevgera Başurê-Rojavayê Kurdistanê raste rast di bin bandora hejayiyên dema şerê sar de bûn. Tevgera kurd, ji gelê ereb nêziktirî Yekîtiya Sovyetan bû.
Girêdayî guhertinek bingeh divê rêxistinên kurd di nav xwe de hevgirêdanek û yekîtiyek pêk bînin. Li cem vê yekê rêxistinên kurd di heman dem de divê hêzên nû yên civakî jî tespît bikin, ozerkbûna wan hêzan nas bikin û bi wan re bikevin nav pêywendiyan. Lewra di van rojên dawî de ew hêzan li Kurdistanê xwepêşandanan organîze dikin.
Mijara duyem: Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê di armancê de yekîtiyek tune ye. Beşek rêxistin federasyonê, beşek otonomiyê, beşek jî bêstatubûnê diparêzin.
Ev li ber yekîtiya rêxistinan astengiyek mezin e. Lewra ji bona yekîtiyê, armancek hevbeş pêwîst e. Dema ku armancek hevbeş nebe, her rêxistinek gorî armanca xwe tevbigere, ew jî kurdan ji armanca hevbeş ya bingehî dûr dixe.
Ev pirsa, di heman dem de bi berpirsiyarên ereban yên nû re jî di danûstandinan de dê bibe pirsgirêkek mezin. Muhatab her dem bi armancên hevbeş re dikevin nav danûstandinê. Terefa kurd jî dema ku bibe xwediyê armancek hevbeş, wê demê hîn zêdetir cidî tê girtin û tê hesab kirin.
Dema armancek hevbeş nebe, wê demê di navbeyna gelê kurd û rêxistinan de jî pirsgirêk derdikeve holê. Dema gel federasyonê bixwaze, rêxistin ji vê armancê dûr bin, rêxistin nikarin ji gel re jî pêşengiyê bikin.
Loma jî divê rêxistin û gelê kurd di armancek hevbeş de li hev bikin û armancek hevbeş tespît bikin.
Wusa diyar e ku gorî çarenivîsiya neteweyan ji bona neteweya kurd jî li Başurê-Rojavayê Kurdistanê, armanca hevbeş li Suriyeyê dewleta federal û li Kurdistanê federebûn e.
Amed, 08. 05. 2011