Konê Reş
Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku belav bûye roja 15 gulanê ye. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê têde hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.
Wek ku diyar e berî 79 salan; di roja 15ê gulana 1932 an de yekemîn car di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê hingê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe tînin ziman..
Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..
Werin em bi geşbînî vê rojê (15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî li Qamişlo pîroz bikin.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, rojê 15ê Gulenê jî bi navê roja zimanê Kurdî hatiye bi nav kirin.
Zimanê me ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Zagros, Toros û Ararat re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye..
Sebaretî min û vejandina vê rojê ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiştine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye, ew zargotin li hêviya me û komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê şewitandin..
Erê werin em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku her sal di wek vê rojê de vê gotina mîr Celadet Bedirxan bînin bîra xwe:
(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Şam,1941
Dr. Nûreddîn ZAZA jî sebaretî zimanê Kurdî di pêşgotina pirtûka Memê Alan de wiha gotiye:
Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Dr. Nûreddîn ZAZA
Hem jî bi me xweş e ku em di vê rojê de, van her sê kesên ku di dema dawî de ji ber nivîsandinên wan yên bi zimanê Kurdî, her yekî ji wan çar heyv di zindanê rêjîmê de bûrandine, wan bi xelata rêzgirtinê xelat bikin. Ew jî evin. Omer Ismaîl, Ebdusemed Mehmûd û Ehmed Ismaîl.
Tevî ku gelek salên xela û celayê bi ser zimanê me de hatine, gelek caran tûşî talanê bûye û cîranan têra xwe jê dizînê, lê hêjî zimanê me xemla Mezopotamya ye, gulek rengîn û bi bîne di nav gulistana zimanê dinyayê de.. Erê werim, em di roja 15ê Gulanê de zimanê xwe li hev piroz bikin..
Konê Reş
Qamişlo, 12.05.2011