Çima kongirê kurdî giringe bo milletê kurd li Sûrî??

Dr. Zara Salih
 

Bêguman di xalên berfere de, bi destxistina mafên netewî  kurdî, armanca her mirovekî kurd e di welatê Sûrî de. Û ev bu bêtirî pêncih salî ye ku kar û xebat berdewame ta ku em weke kurd bi taybetî ( weke Sûrî bi tevayi ), li hêviya wê rojê bûn, roja serhildana gelê Sûrî dijî rêjîma dictator. Ev bu dora 6 heyvan agirê şoreşa gelê Sûrî vêketiye, lê ta niha kurdan nikarîbun nûneriyeke xwe hilbijêrin, tevlû ku bizava kurdî ( partî, ciwanên kurd, roşenbîr û hemû welatparêz ), hewl didin, lê xuyaye ku pir astengî hene ( ew jî di baweriya me kesayetî û ezîtî ne ligor seykolojiya milletê kurd ).
Bi rastî mirov matmayi dimênê  ku îro welatê Sûrî gihaye radeyeke bilind di şoreşa xwe de û kurd jî bi wan re beşdarin bi xwepêşendan û sloganên niştemanî û netewî kurdî, û tevlû ku ew dizanin rikberiya ereb ya Sûrî ne gelekî dûrî rêjîmê ye di warê nerîna xwe jibo çareserkirina pirsa netewî kurdî de,lê dîse jî em sûd nagirin û yekhêziya kurdî diyar nakin û her dem dibihurê.
Piştî roxandina rêjîma Bas di demên pêş de ( ku êdî veger ji vê yekê nemaye ), helbet kurd wê nikaribin daxuazên xwe yên netewî bidin qebûl kirin bi wî rengê hesan, û em ê li pêşiya xebateke dûvdirêj bin, nexasim gava em ne li ser hevbin weke tabloya roja îro, loma ez dibînim ku metirsiyeke mezin heye ( heger em wisa berdewam bikin ), ku ev derfeta zêrîn peyda bûye piştî bayê guhertinê bi aliyê welatên erebî ve, û heger kurd sûd negrin û xwendineke siyasî dirust ne wê ziman ku baweriya bi yekîtiya kurdî  bibe erkê her mirovekî kurd û doz bike ku îro berî sibe ev karê han zû here serî.

Em tev dizanin ji destpêka şoreşa Sûrî de, biriyarê gel hilweşandina vê rêjîmê ye û gelek qurban hatin danîn û hîn jî wê hebin. Kurd jî di nava vê şoreşê de ne, lê kesek xwedî li doza wan derneketiye ji aliyê opozîsiona erebî ve, çikû pirsa kurdî weke ya welatiyên Sûrî dinerxînin, ne weke dozeke netewî. Loma, pêwîste ku em pêşî xwediyê doza xwebin bi yek deng û yek hêz, ta êdî ereb jî hesabê me bikin û em bihevre xwedî par bin di welatê Sûrî de. Em dibînin bê çawa civat û kongira lidar dixin bê ku ti paxava ji kurdan re bikin, û em tên berê xwe didin hev û şer dikin û tev jî doza yekîtiyê dikin, lê ku tê ya kar û rastiyê her kes xwe dirust û zana dibînê( dîse nexeme ), lê kes rê nadê xeynî xwe bo pêkanîna van daxwazan. Tê zanîn ku seykolojiya miletê kurd weke miletekî bindest û ne bûye xwedî kesayetî çikû bê welate, ev mentelîteya han xelkên biyanî dipejirîne û desthilatdariya wî qebûl dike, lê ya xwe bixwe qebûl nakê. Di baweriya min de heger hineke ereb doz li kurdan kiriba ku kongirê xwe tewaw bikin, wê çaxê wê çûba serî, ji ber em biya serdestan dikin bêtir ji kurdan, tevlû ku em hemû tiştî dizanin û gelek ji me jî dinivîsin û rexna dikin, lê kesek di warê pratîkê de bikar nayênê, ev jî problêmeke mezine, lê gereke em xwe xelas bikin û zû hayedarbin û yekîtiya xwe bibin bi dawîkirin û nûneriyek kurdî hilbijêrin. Her kes ji me berpirsiyar e ku ev karê pîroz pêk were, heger em bixwazin mafên gelê kurd li Sûrî bidestxin,  gereke hemû hêzên kurdî çi partî û çi kes,wê nasnama xwe û kesayetiya xwe û nercisiya xwe di hindurê vê yekîtiya kurdî de bibînin, û êdî ew kirasê ezîtî û quretî bête avêtin di roja îro de, ji ber ku gava em weke kurd gihiştin mafê xwe, wê her kes ji me xwe serbilind û şanaz bibînê û bere ta  jê werê jî, xwe qure bike û xwe mezin bibîne, çikû wê çaxê xwedî pişte û mafe, ne li ber dîwara û destê xelkê ye. Ev banga han jibo kurdan teva ye û bêtir hêzên siyasî ku zû yekîtiya kurdî bête nîşankirin bi yek nûnerî, ta millet hemû li dora wê kom bibin weke hêzeke mezin û giran bo bêtirî 4 meliyon kurd  karibin xwe bi xwe, desthilatdariya xwe bikin bi şêweke nû destûrî di navbera herdu miletan de ( kurd û ereb ), ku êdî welatekî democrat û hevpar û federal ava bikin li ser bingeha wekhevî û qanûn û mafê mirovan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…