Helbest u Vidyo

Xewn

 
Zoryar Tehlo 

Bi ku de 
ey xewna bê sînor
Ma tu ne westiya
ji lêgerînê
Te min kiriye 
mîna çerxa felekê
Geh li jor 
û geh li jêr

Tê bîra te 
ew xewnên piçûk 
Yên li hewşa kevin 
li bin dara tûyê
Gava em zarok bûn
raborînên min dibişkivîn
Ew qonaxa gerdenaz
wan leystikên 
li bin siya darê
Axaftinên bê guneh
Yên ku bi tîrêja 
rojê re digirnijîn 
Dîmena pela payizê 
ya li pişt pencerê
bi çilapekên baranê re
Hemû tev 
bingeha hêviyan
di dilê min de avakirin

û

Bi borîna demê re
Roj 
Meh 
Sal 
Derbasbûn

û
Hê jî xewnên min 
li ber xwe didin
Rêwî dibin
Digerin 
Da bighêjin sînorên 
li pişt
rewrewk û leylanê

20/08/2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…