Rêncberê toreya kurdî


Ciwan Dêrikî

Di behiya EMERê Lalê de ev helbest hate nivîsîn, min dixwest di binê konê behiyê de bixwînim lê helbest nehatin xwendin, ji ber sibe çil rojiya wî ye ezê nekarim beşdar bibim, vê helbestê diyarî giyanê wî dikim.

Rêncberê toreya kurdî

Rêncberê tora welatî dilşewat babê Simo
Qebqeb û kewkê ribatî bê tebat babê Simo

Bilbilê kovan û xemgîn, nalenala ser gulê
Hest û peyvên tene awaz, dil dipat babê Simo
Kurdwerî, hozan şirînî, hespê helbestê siwar
Rê vekir nifşê cegerdar lez dihat babe Simo
Sed silav canê te Şêxo*  va Emer hat bê gule
Lê dizanim sorgula wî l”her civat babê Simo
Şapeya xortan ku rabû, kevn û zingarî dibê
Firfire, bendav şikêne wek ferat, babê Simo!
Gewherên te kirne ristik hêjî ez darve dikim
Zêr û Elmase dirêsim tev xelat, babê Simo
Zor û îşkence û kabûs hilweşî, gel raperî
Vaye azadî sirûda her welat babê Simo!
Nifşekî  bê dexs û kîn pêwîste dozê ragire
Peyk û mizgînê bidin mem..zîn ve hat babê Simo
Şabe dil aramî raze peyva kurdî bûye al
Kurd dimîne nav û dengê rojhilat babê Simo.

7 11 2011-Dêrka Hemko

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….