Nasnama jineke kurd perwer

Mihemed Ebdê

Heybet şêx Haşim şêx Hesen di sala 1950 î de li gondê (Kêşikê) hatîye li ser riwê dinê ji malbatek kurd perwer. Ew dibê birazîya Seyd Elîyê Findikî helbestvan û zanyarekî kurd naskirî ye, û diya helbestvana kurd mamoste Hiyam Ebdulrehman e. diya 9 zaroka ye 2 kur û 7t keç.

Dibe ku gelek ji xwendevanan vê jina kurd nasnakin, lê karê me kurdan ev e. Em karmendên xwe û jêhatiyên xwe ji bîr dikin ta ku dçin li ser dilovaniya xwedê. Ji nû em wan tênin li ser ziman, û nayê bîra me ku em wan xelat bikin yan jî sipasîya wî karê wan pêşkêş bi kin.

Çima me  ev jina kurd anî li ser ziman, karê wê û bihna wê û her 9 zarokên wê yên ku ew ê diyarî koma Narîn ya huner û filklorê kurdî kirne.Diya Heso ew jinek kurd hêja û dil êş li ser jana gelê kurd di nala, çavên wê miştî evîna welat bûn zarokên xwe xwedî kirbûn li ser evîna welatekî birîndar, û rêç û rêbaza Barzaniyê nemir. Ev ê jina kurd bihtir ji 20 t salan karê koma Narîn ya Huner û filklorê kurdî di mala xwe de dikir. Qet diya Heso qîma wê ne dihat ku kom ne li mala wê be, dilê wê tev huner bû, di nav Mûzîka stranan de difrî, kiras û xuftanê wê di bejna dîlanan de diherikî, û çavên wê yên xemgîn di şano û helbestan de ronî di dan.diya Heso karê wê û belengaziya wê bê westan bû. Ew ê  6  ji keçên xwe tevlî koma Narîn kirbûn.di dema ku gelekan xortên xwe ne didan koman. Lê ev tişt qet li rex Diya Heso ne cihê seknê bû, tenê pêşketina komê hêvî û armanca wê bû.

Û ev karê wê yê pîroz qet bi pêşve ne diçû ku ne bi alîkariya heval bendê wê Ebdulrehman bavê Heso, ew ê ku serê xwe bi xanima xwe bilind dikir, û keç û xoretê xwe jî, bê çawe vê jina hêja ew xwedî kirin li  ser evîna welat û hunera kurdî.
Bi rastî mîna min di dest pêka vê nivîsê de got, gelek jî wê nasnakin lê gelek wê nasdikn, û ji wan Endamên koma Narîn ji 25 c salan ve , teva kenê wê û bejna wê li nav biroveyên komê ditine.
 Diya Heso ta ku çû li ser dilovaniya xwedê jî ew bê nasnama welatê Sûrî bû.

Ji me tê xwestin îro ku em navê Dayika koma Narîn li tekin, Diya Heso.

Silav li giyanê Heybet Diya koma Narîn.

Qamişlo 4/11/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…