Ez û dil.. Diyarî giyanê nemir (Miş`el Temo)

 
Miş`el Osman (Bavê Nisrîn)

De bêje dilo de bêje
çendî keser
te hembêzkir
te çendî dojeh sarkir
çendî bizot te hilgirt

te çendî dem wergirt
De bêje dilo de bêje
Tu bi xwedêkî de bêje
Ma qey ne besin
Keser û bizot li hêlekê
Û derdê xerîbiyê
Li hêleke din şax vedaye..
Û bi ser jiyana min de
Perdeyên reş berdane..
.                .                  .
Bêje dilo bêje
dibe ku jiyan derew be
Dibe ku paşeroj leylan be
Lê bi hezaran dil wekî te
Têne lorandin
Û li ber bayê xerîbiyê
Têne herifandin..
Te ha jê heye dilo
Gelek ji
Homanêd me li ser hovkan
Dilêr in..ayîndar in..pendyar in..canvejîn in..
Lê di çalên kûr de
Halanên xwe bin ax kirine.. çavdêr in
Li ser wê axê
Maseyên ji xwîdanê
Berfireh dikin
Bi çingîna peyalan re
Xwînê difroşin
Welat difroşin
Te ha jê heye dilo
mêrxas bê tirs
tevî ravyarê mirovan
ne ji bo mirinê
bo azadiyê
bo jiyanê
têne hilweşandin
Girtî di xewnên xwe de
dikin qêrîn
te ha jê heye
pelên daran di payiza
Emrê min de
 diweşin
Te ha jê heye
Derbiderî, biyanî
Di birîna min de
sed birînî vedikin
Bêje dilo bêje
Tu bi xwedêkî bêje
Derdê min û xwe
Ne tenê carekê bêje.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…