Helbest u pexşan

BARKIR

 
Dildar Ismaîl

Ma ne zû bû barkir
Çû ji nav me
Bê xatir û bê silav
Ew perengê hê disincirî
Ew şewqa ne divemirî
Barkir …
Ew canê hê ciwan
Ew birîna bê derman
Ma ne zû bû windakir
Ew ramanên jiyanek nuh
Ew rojên bê guneh
Ma ne zû bû li ber me hişt
Rêça miştî kelem
Derdekî tev êş û kul
Barekî giran û şil
Ma ne zû bû hêrivand
Peyva zelal û Pênûs
Hêviya mafê çarenûs
Barkir û barê giran
Li hêviya kê dimîne
Kî wan ramanên te hilgire
Axaftinên te belav bike
Riya te bi şopîne
Evîna te berdewam bike
Barkir……
Ma ne zû bû heyî buhar
Bê av Gul çawa ne çilmise
Bîr anîna te çawa bi çilmise
Helbest û awaz dil hînik nake
Peyv û çîrok can rihet nake
Soz dimîne ronahiya rojê
Bersiv dimîne û dîrok  ger binvîse
Xwîn dimîne qelenê peyvê
Xwîna sor û wêneyek zindî
Li paytexta bajarê evînê
Bê hildan û bibe nîşan
Nîşana peyva azad
Hêviya hemî xortan
Dawiya xewnê hêstir dibarin
wekî çemê ferat       Barkir ….????

14.11.2011 Elmaniya

dildarismail@hotmail.com 

 ((di bîranîna çil rojiya şehîdê azadî mamostayê mezin mişhel temo diyarî dikim))

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…