Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber Xelek 2

Heyder Omer

Têrm:

Di xeleka pêşîn de me gotibû, ku helbestvanê Misirê Mehmûd Samî El-Barodî berê xwe dabû helbesta erebî ya serdema Ebbasiyan, ku rexnegir û dîroknivîsên wêjeya erebî pêşiya wê serdemê bi (serdema zêrîn ya wêjeya erebî)  nav dikin, û helbestên helbestvanên navdar, wek Ebû Temmam, El-Buhtirî, El-Mutenbbî, û hinekên din vebjartibûn, û helbesta xwe li gor awa, şêwe û awaza wan ristibû.
El-Barodî helbesteke wan pêşiyan vidibjart, û helbesta xwe li gor şêwe, kêş, awaz û  rêzbenda wê helbestê dirist, û tê de bi awayê ne yekser ew helbesta pêşî nîşan dikir. Rexnegir û dîroknivîsên wêjeya erebî ew helbestên El-Barodî bi (Muarede / مُعارَضَه ) nav kirin.
 
Wateya ferhengî ya vê peyva erebî, bi zimanê kurdî, (rikberî) ye, pêre jî weha xuya dibe, ku helbesta El-Barodî wek dijbera helbestên wan pêşiyan e, lê mebesta wan berevajî vê wateya ferhengî ye. Mebest ew e, ku helbesta El-Barodî ji her warên xwe ve, çi avakirin, û çi şêwe, kêş, awaz, û rêzbend li gor ya wan pêşiyan e.

Abdulkadir Bingol, helbestvan û nivîsevanê Bakurê Kurdistanê vî awayê helbestê bi (Nerzîre /نظيره) nav dike, û weha diçe, ku ev peyv „ ji zimanê erebî têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de, dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike, ji bo wê helbestê „Nezîre“ tê gotin“, û weha diçe ku ev awayê helbestê ji farisî derbasî wêjeyên dî bûye(1).

Mebesta rexnegirên wêjeya erebî, wek ku me li jor dabû xuyakirin, û boçûna Abdulkadir Bingol û ya min li hevdu dibanin; ango boçûnên me hersiyan yek e, lê navê, ku rexnegirên wêjeya erebî li vê helbestê kirine bi hewceyî şirovekirinê ye; ango bê şirovekirin mirov di mebesta wan nagihîne.

Ji ber ku peyva „nezîre“ erebî ye, nizanim Farisan çi nav li vî cûreyê helbestê kirine, lê li ba me, bi baweriya  min,  ya rast ew e, ku em têrmekî (musteleh) din bipelînin, û zimanê xwe ji dêndariya zimanên din derxînin.

Me di xeleka pêşîn de diyar kiribû, ku mebesta helbestvanê vî cûreyê helbestê ne ew e, ku şiyanên xwe di tenga huneriya avakirina helbestê re bide xuyakirin, her weha mebest ne ew e jî, wek rêzdar Abdulkadir Bingol diçe, ku helbesvanek ji helbesvanekî dî hez dike, vê lomê jî helbesta xwe li gor ya wî dirêse. Mebesta vê yekê ew e, ev helbestvan, bi vî karê xwe, dide xuyakirin, ku ew bi helbesta hevnifşê xwe qayîl nabe, ji ber ku  ji her du warên avakirinê û zimên de helbesteke lawaz e. Bi ser de jî ji hemî helbestvanên hevnifşê xwe dixwaze li kelepûr û pêşiyan vegerin, helbesta xwe mîna ya wan birêsin, da rê li ber lawazbûna wêjeya xwe bigirin.

Eger em boçûna rêzdar Abdulkaqir Bingol bipejirînin, û bi wê nerînê vî cûreyê helbestê vekolin, em dê gunehkariya mezin li helbestvanên vî awayê helbestê bikin, ji ber ku dê were xuyakirin, ku ewana tiştek bi ser bermayên pêşiyan de nekirin, û her tim di bin paşila wan de mane.

Bi vî awayî peyva (Nezîre) jî nikare barê vê helbestê hilgire, ji ber ku ev peyv dide xuyakirin, ku her du helbest; ya pêşiyan û ya din ji her warî de wek hev in, lê rastî tiştekî dine; rastî ew e, ku heye (belkî) ev helbesta nû ji ya kevin xurtir be, û heye jî nikaribe hilkişe asta huneriya helbesta kevin. Vê lomê ez vî cûreyê helbestê bi (helbesta hevber) dinavînim, ji ber ku gava mirov xwe dide hember yekekî din, mebesta wî ew e, ku xwe wek yê din, an jî xwe ji wî çêtir an xurtir bike. Her weha gava du tiştan dide ber hev, wê hîngê dixwaze warên hevbeş û yên ji hev cuda yên wan her du tiştan ji hev du veqetîne.

Heye ev boçûna min cihê xwe di meydana rexnegiriya kurdî de bigire, û heye jî negire, lê di vî warî de heya îro ji (nezîre)ya rêzdar Abdulkadir Bingol derbas be, min di dîrok û rexnegiriya wêjeyî kurdî de tiştek nedîtî, ev nav jî, wek ku min li jor diyar kir, ku ji hêla zimanewanî ne peyveke kurdî ye, û ji hêla têrmînologî  de jî nikara mebesta vî cûreyê helbestê hilgire. Vê lomê ez dê li gor vî têrmî; ango helbesta hevber, helbesta Cegerxwîn vekolin. Bila ev yeka jî para xeleka, ku dê bê be.
                   Hannover 04.11. 2011

(1) http://www.nefel.com/articles/article detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5287

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…