Melayê Me, Melayê Min (Mele Nûriyê Hesarî)

Mûsa Zaxuranî

   Îro 25 ê meha yekê 2011 Mele Nûriyê Hesarî koça dawî kir, mûmeke geş ji mûmên şeva me a tarî vemirt. Gunehkariya dîrokê jî li ber dadgeha maf, hate xuyakirin… û kevirên dibistana Sor li bajarê Cizîra Botan hêstir barandin. Mergên mamoste û şagirtiyên wê dibistanê, canê wî xwestin cem xwe û lê xwedî derketin û.. Hîna ez şeş – heft salî bûm, min seydayê hêja, zana û welatperwer naskir… Mala me li gundê mala Şêkir( Letîfiyê) bû, û ew melayê gund bû. Xweş tête bîra min, Xwedê jê xweş, wî çaxî zarokên gund, hînî xwendina Kurdî dikirin, di ber fêrkirina Qurana pîroz re..
Diyar e camêr dixwest zarok xwe baş û durist nas bikin, her weha temenê xwe hemî di riya zimanê Kurdî de burand û hunandina helbesta Kurdî beşê kilasîk.. Xwedê jê xweş, bibêdengîke bi gurmînî dabû ser şop û riya Xanî, Hacî Qadirê Koyî .. û kincên dibistana Sor li xwe kiribûn..
   Hêja du tişt li ba wî herî pîroz bûn, di ser her tiştî re bûn; yek hezkirina Xwedê û ola Îslamî, dido hezkirina rêbaza azadiyê, rêbaza cangoriyê, rêbaza Barzaniyê nemir.. Rojekê min û rehmetiyê Mihemed Emîn, Bavê Kawa û çendekî dî me ew xelat kir û xelat wêneyê Barzaniyê nemir bû.. Melayê me, bû weke zarokekî û bû kûr kûra wî giriya, hêsira di çavê wî de rê nedida hev, cote cot dibarîn.. Car cara ez diçûm serdana wî û her ku min ew didît, min destê wî maç dikir, min ew destê ku dirahişte wê pênûsa mafnas- şûrê zanyaran- tewaf dikir..
   Kar û xebata wî di warê nivîsandinê de, dide zanîn û dîdarin ku melayê weke wî kêm bûn.. û di ser hemî kar û xebata xwe de, melayê me mirovekî dilovan bû, rastgo bû, dilzîz bû, zar şêrîn bû.. pênûseke pîroz bû, ramanekî bilind bû, zanîneke bêsînor bû, hez ji mirovatiyê dikir, şahê spîtayiyê bû.. Dil, rû, dest û her weha cilê wî jî spî bûn.. Derd û hêviyê wî ji derd û hêviyê miletê wî bû..
   Û di dawiyê de ji ebda tê veşartin ji Xwedê nayê veşartin; rehmetiyê Nûriyê mala Şêkir yekemîn dostê wî bû û her weha seydayê Palo jî..
Li gor ez dizanim, Nûriyê Şêkir gelekî guhdidayê û qencî pê dikirin.. Piştî mirina Nûrî û di van salên dawî de, çend caran digote min; mala wan ava yên ku arîkarî kirin di çapkirina pirtûkên min de.. Nav jî nedigotin. Ez jî bi Xwedê jê xweş re Nûriyê Hesarî re dibêjim, mala Nûrî û wan kesên ku guhdane mele Nûriyê Hesarî ava û serê kesên wan sax be..
    Xwedê dilovaniya xwe li mele Nûrî bike, wî bi bihiştê şa ke û serê her kesê camêr sax be.
Di dawî de dibêjim, bawer bikin navê melayê me, kurê gundê Hesarê (Ronahî) bû û  bi rastî jî ew ronahî bû..

25.1.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

ger em jiyaneke bê ziman bînin ber çavên xwe, gelo ku ziman neba wȇ jiyan ҫawa birȇve biҫiwa?, wȇ ҫawa șaristanȋ hatiba avakirin?, şaristaniya ku îro cîhan têde dijî wê bi ҫi awayȋ ba, li kîjan astê ba ȗ di kîjan astê de ba?, ez bawerim wê ti şaristanî…

Evîn Şikakî

Jiyan barekî girane, kesên ku, wî barî radkin xwedî hîzeke hem hişmedî û hemjî derûnî ne vêca bînin ber çavê xwe ku, jinek radihije barê jiyanê, barê xebata kurdewarî û siyasî û di heman demê de radihije barê parastina kultûr û wêje ya kurdî, êdî ew şêrejin ne tenê stûna…

Konê Reş

Apê me Osman bû

Kurdê bar giran bû

Osman bû.. Osman bû

War Adîyeman bû

Bi huner û şan bû

Osman bû.. Osman bû

Jîr, zana û mêr bû

Lehengê Kurdan bû

Osman bû.. Osman bû

Dermanê derdan bû

Al…

مه‌نسوور جیهانی ـ “عه‌باس غه‌زالی” که‌سایه‌تی چالاکی فه‌رهه‌نگی هه‌رێمی کوردستان، سه‌باره‌ت به مامۆستا “هەژار”؛ شاعیر، نووسه‌ر، وه‌رگێر، فه‌رهه‌نگ‌‌نووس، وشه‌ناس و توێژه‌ری ناوداری کورد، جه‌ختی کرده‌وه: کاره‌کانی “هەژار” شایانی ئەوەیە وەرگێڕدرێتە سەر زمانە زیندووەکانی دونیا و لە ڕێگەی ئەوەوە ئەدەبیاتی کوردی دەبێتە ئەدەبیاتێکی جیهانی.

“عه‌باس غه‌زالی” که‌سایه‌تی چالاکی فه‌رهه‌نگی و ئه‌ندامی به‌رچاو و ڕاوێژکاری فه‌رهه‌نگی و هونه‌ری…