Ji şewata yekem re…


Yasîn Hisên

Ey tu çiqa bê bêxtî, her ku ez wê xeleka nepen di navbera xwe û te de vedikim, tu min di avêje , û xwe di kezeba min de mîna mendalekî di zikê dayika xwe de li benda avê…ez jî te xwedî dikim…bi gotinên xweş..bi şîretên xweş…bi hêstirên xweş..
Sibehên te bi girî û kenê zarokan re di xemilîn…

Û her sibeh ez jî di matmayînê de di dilê xwe dikeniyam…û digiriyam…
Dema pêrgînê bû, li kolanên te….ey bajarê min î kedîkirî bi kezeba min re…
rojên te mîna hev derbas dibin, şevên te di dilê xwe de çendîn kerban hembêz dikin….
ezê tevdan bi qurbana te kim, ew kerbên me…ew helbestên me ên nexwendî..nivîsandî û ne nivîsandî…

Ew çiye te bi derdoran ve girê dide…dema her bi çavên zeriyê axê li te dinerin, û xwe noqî axa te dikin..xwe bi şevbuhêrkiên te ve asê dikin…da nekevin…

Ji şewata yekem de, tu mîna xweyî…ey bûka helbestên me. Çiko guherîn bi bejna te nakeve…cadeyên te …zarokên te…xaniyên teyî efsanewî…qublegeha helbestên ji xerîbiyê…bihna tûtina qaçax,,,pozê guhervanan dişewitîne.
Ji ber wisa ji te ditirsin…dizanin tu di kezeba me de yî…ji loma jî em te naguherin…
ma ji bilî ava min çi di zikê te de heye?
ew çi bazarin li ser te dibin?.
û hîna min xweşik te ne afirandiye…bajarê min..?
Ji berî 95 salan de, û hejmar bi dû hevde hatin…72..49…24…5..
Û ez hîna ew kalemêrê derdan im…tizbiya xwe libo libo diavêjim…dixwazim 99 nava li te bikim…
Û te ji kezeba xwe …dernexim…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…