Yarê!


Demhat Dêrikî

1. Va nepeniyên dilê xwe yê ku di dibistana buhara dilê te de alfebaya hezkirina te xwendî û di qonaxpolên agirê te de bûyî pizot!..ji te re, ji heyva te re, ji stêrkên te re, ji tofan û bagera te re, ji çermesmerî û rondikên te re, ji şevên te re, ji herkîna çemên laşê te re ku tevlî çemên min dibû..ji ahînên te re ku di navbera lêvên min de dibû helbesteke qedexe dibêjim!..Li bendê be yarê, wa dilê min yê rûpelên pirtûka xwe ya qedexe li welatê qedexe, li bajarên qedexe li ser dika şerma qedexe rêz bike yarê…
2. Va perdeya dika şanoya qedexe vedibe! Nizanim çend dil temeşevanin, çend dil çirayê xwe vedimirînin û guhê wan belin, çend dil di nava bê dengiyê de li benda peyvan xwe dixwin; bê tebat û bê aramin?!..nizanim, nizanim, nizanim…wa peyv di malhiş de xwe amade dikin da bigihin zengelorkê û bibin peyvên zimanê qedexe! Gelo, wê çend peyv derkevin û bibin çend hevok? Wê çend peyv xwe bikujin, wê çend peyv ber bi sêdaran ve bimeşin, wê çend peyv dubare bi meya lêvan di nava dilan de bê hiş bikevin? Wê çend hevok, çend dilan di nava xwe de bi agirê nepeniyê bişewtînin, geş bikin, piştxûz bikin, biçilmsînin, bikin geş gul?! Li bendê be yarê; wê peyv olan bidin, wê peyv bibin sernivîsa rojname û kovarên qereçiyan…

3. Berî te nas bikim, berî tu dilê min ji xwe re bibe, bike pêlîstika hest û kenê xwe di eywanên nûjenavahiya teşeya xwe, ez delalê ber dilê zeriyên gundê xwe bûm! Çîroka evîna min û keçikê; fîxana bilbilên sibehên gundê me bû, geşkenê gulên gundê me bû..ez û ew tov bûn, strana xuhdana palavana bûn! Werz, rez, zevîyên kulilikan, dehil û kaniyên gundê me, em di nava xweşikbûn û awazên buhuştî de dibrin di evîna dengbêjan de dikirin navê evîna kevot!…aaaaaaaax ji derdê te cîhana qehbe(laşfiroş)!…Li bendê be yarê, hêj peyv li ser dika şano di çavên dilan de dilê xwe vedikin!…

4. Lê,  dema kenê çevê te di çavê min de dilê xwe vekir, min dilê xwe derxist û li ser sîniya; şîlan, nêrgiz û gulên sor pêşkêşî şevên te yên agirînî kir! Min sirûşta gundê xwe, zeriyên gundê xwe,  çîrokên cotkariya gundê xwe di paxila te de jibîrkir! Ma te ser nivîsa rojname û kovarên bajarê şevê nexwend? Wa nivîsîne; “jibo cotê memikan gundê xwe firot!” û “jibo avjeniya di nav avcaniya wê de, bêhna nanê tenûrê li xwe qedexekir!”. “Jibo meştaziya wê,  pakevîniya xwe jibîrkir!….te çi kir? Tez kirim kole di navbera her du lingên xwe de û te digot; wan demboriyan di xwendina pirtûknûjeniya min de jibîr ke, ma ew jîne? Gund! Bêhna tepik û rîxan, bêhna cilên xwehdangirtî! Ji xwe cilên wan?! Tew, ma kiras û xiftan jî cilin, ne ew yê mitrbane!..û te digot û digot û digot û her kêlî bê ku bizanim dibirim sêdarê!… de bila hemû dil gorî dilê Zînê û Edûlê bibin….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...