bayê şoreşa ciwanan sînorên ji pola nikder kirine,
Wisa jî vîna cemserê gelan sawa tundutûjiya rêjîmên diktator şikandiye û li cîhanê dengvedaye
Mihemedê Seyid Husên

Zimanê qelsan xwediyê xwe navdar nakî
x -3-
Ji pendên berya, ji ezmûneya jiyaneke dîrokdirêj, ji xwendina çandeyên civaka navnetewî, ji yasayên civakên şarewerî yên ku evraya mirovan pêşiear dibînin, nemaze ku mafê mirovaniyê bi şêwejiyaneke dadmendî di wekheviya yekpare de diparêzin, bê arîşe û alozî min sûd ji rewayî û raweya dirustkariya wê wergirtiye,
bi dîdevan û çavkanî min mafnasîn jê pesende kiriye, hinga min çaktir jî zanî ku yasayên hemdemî sezayên rewaya serwerî bo rêvebiriya civakê gewde dikin, lewra min ji heman baweriya ramekêş, gav dye ku bi serxameyên ferezanî û mêwedar mijarê şîrove bikim, ji kêşeya ziman weke sîmbol nemaze ku qelsî û xurtiya wî xwediyê xwe fîraz dike û têk jî dibe, çendî egere ku axêverê ziman berevanî û bergiriya wî di hemî hêlekarên jiyanê de bike, bi wateya ku qelsî û hêzdariya ziman hevdengî axêverê xwe dibe, ango hevpêlî guherînên cîhanî dibe, bi nasnameya xwe ya taybet rola navnetewî digerîne, dibe zimanekî cîhanî û ji bîrtengiya herêmî derdikeve, dibe zimanê rêvebirî û sînorên tengezariyê nikder dike, dinase ku rewanbêjeyî ne tenha bi axavtina zêdeye, lêbelê di derbirîna kurtebêjeyê de veşirtiye, lewra bo vê yekî min bêtir ji giringiya bûyerê çav û gav daye zimanê siyasî, bi taybetî ku gelê Kurd, bi şêweyekî taybet tevgera kurdî ya siyasî, li hemberî raperîna 15 Avdara 2011 an, di bala wê deye ku piştî rûxxandina rêjîma radîkal, dê sîstemeke dîmuqrasî lîberalî peyda bibe, dê hevparî biryara siyasî ya navendî bibe, dê rêpilaneke vexwendî û taybet bo mercên nûhatî radest bibe, bo Erebên Xemr yên ku li ser sînga xaka kurdî ya netewî, rex û rê li ziman û viyana kurdî teng kirine, dîmuxrafiya nexşeya herêma kurdî, ya dîrokî di navsîmboliya regezî de guhertine, bi destekariya rêjîmê hemî yasayên ewarte û nîjadperestî, nemaze ku mafê zimên di van xalên jêrnivîsî de diparêzin talan dikin kirine.
1- ku ciwanên Kurd li hemî bajarên rojavayî kurdistanê, vê derfeta kêmpeyda ya keysenzêrîn ji dest xwe bernedin, ku her în bi kolana Erebî û hemî derbirînên wê re raperin, medyanameya hevpare ragihuhêzin kolana Sûriyê.
2- tevgera kurdî ya siyasî bê ewartekirina partiyekê, bi taybetî îro-roj hemî cîyewaziyên xwe yên nakokîbar, bo heman seqa û mercên delîvedar yên şoreşa jorgotî razînin.
3- komîtên taybet bo hevdîtin û hevpeymaniya hemî parêzgehên welêt, nemaze ku în bi în bo diruşm û siloganan bi yek zimanî hevdengî azadiyê bibin.
4- komîtan ji rewşenbîrên serbixwe û siyasî, li gel çalakvanên mafnas û rûdarên civaknas, bi şeweyekî paşdemî le sebaretî bûyerê damezirînin, dîsa li bajêr bi hemî tîreyên xwe ve, nemaze ku piştgiriya tevgera ciwanên şoreşa Sûriyê bikin.
5- guhdaneke balkêş bidine hevgirtina civaka kurdî, bi taybetî bo qûnaxa ku îro tê de dijîn û beşdarî rûdarên wê bûne.
6- ku cemawirên gel mîna çêkroxê şoreşê, di serî de nifşên ciwan nimûneya coşa navtêdanê û gencîneya hêza çalakiyan, demdar bimînin jêder û lêvegera bineretî, û ezmûneyên fîraz timî jê bêne destnîşankirin, bi taybetî ku pilana 2004 an ya xwîndar her neyê jibîrkirin, herwisa jî çendî ku hez ji welat û hemnîjadê xwe dike, çendî ku mafê xwe di azadiyê de gerden dikî û giranbuha dinirxînî.
7- ku serokatiya tevgera kurdî ya siyasî nirxên ziman baştir hêja kiribana, wê xwe ji giyanê xwedbînî, karubarê kilasîk û kevnar rizgar kiribana, wê li navkutka dilê kolanê çaktir guhdarî kiribana, wê ji xwezyarên wê gav bidana tekoşînê, neku bi heman giyanê ezîtî û partîperestî, xwe ji cemawirên berfireh fer bike û şêwra giştî xemsar û piştguh bike.
8- gelo pêşinyara Encûmena siyasî ya kurdî li Sûriyê, mizgîniyeke pîroz hatiye, ango bi mebest û armanca yekgirtina tevgera siysî û berevaniya gireft û kêşeyên gelê Kurd peyda bûye, an mîna agirê bin tirafê bi şêweyekî paşdemî dameziriye.
9- rola zavê hozperestî naxwe ku zeman tê re derbas bûye, ca îro-roj mîna lîstikvanê şanoger li gora pilana dahênerê ewlekarî, nemaze ku keys û derfetê bidine rêjîmê, da ku destelatdariya tevgera siyasî raçengî xwe bikin, û pêşinyarê dîsa li gora mîrzayên xwe radest bikin, di encamê de qewar li tevgera siysî ya kurdî teng bikin, li ser pişta wê mizûriyê bo berjewendiyên xwe dikin, kesên ku ji mêj ve pûre û yexme bûne vegerînin.
9- tanî nuha yên ku dest avêtine pênûsê û bi hêrsa peyvê mijûl bûne, hinga baaş tê negihane ku ewqasî bandora peyvê berfireh, bê sînor û çarmedor raveyan diguhêze, li radeyekê nizanin ku rojekê dê bi sedema hêza heman peyvê bêne zindankirin, azirdan û bidarvekirin, lewra herçî rajpênûsên siyasî û zimanzanên wêjenivîs, nemaze ku ji serî ve mijara ziman hingavtine, li radeyeke rêjewî kêmşiyan, bêreng, bîn û huner hatine, lê teqez di encamê de dê xwêner bi xwe re bigihîne pirseke giring, nemaze ku nivîser xuleyek, ango kêliyek ji temenê xwe li jiyanê bêhode bernedaye, ilim dê rojekê xwendevan ji heman nivîsan wateya bizavê û berxwedanê bo zimanê netewî nas bike, hîn bêtir jî wê binase ku çirax ji zixta pênûsê, ji hêza peyva ziman li cîhana azadiyê vedide.
Beşar el Esed ta ku jê hatiye bergiriya zimanê destelatdariyê dike, bi hemî rêawayan hewlên mezin û kaesanedî dide, ku keroşkê ji kumê xêvxzanan derxîne, perîşan û kêmhêvî jî hewl dide ku xwe bike pêxember, ango kirasê xwedawendan li xwe dike û hêj nizane xweşik destnimêj bigire, Sûriya welatê giştî bavê wî bi navê malbata xwe saman kiriye, welat li şêneyan kiriye tenûr û ji zindanê lê tengtir kiriye, Top û Tankên ku gereke xaka Colan rizgar bikin, îro-roj ji bo ku gel diruşma azdiyê hildaye bajarên Der,a, Himis, Banyas, Mu,ezemiye û Telkelex vegirtine, /hêj tu li kûye/ loma hemwelatiyê ku xwe ji endamitiya partiya Ba,is bikişîne nepoşmane, ji ber ku bi çavên serê xwe dibîne bê çawa dêwên sêserî û çeteyên çekdar, çolax û dizên bêwar ji kuncikên tarî, ji serê banan, êrîşan tînin ser xwepêşandêrên sîngtazî û destvala, çawa mal û mewdanê xelkên bajêr talan dikin, rûmeta jinan dêriz dikin, devlokên xwefiroş destekarî dane serokê diktator û kedxwer, tenha ji bo ku gel peyva azadî bi lêv kiriye, êca yekser pirotistêr li kolanê bi xwîna sar gêr kirine, di çaxê ku bûye 37 sal hêj zixurek di Israîlê de wernekiriye, ne jî bi rastî Impiryalîzma Emerîkî û Sehyoniyeta cîhanî xeyidandiye, hîç ne texmîne ku ji 48 salan ve, yasayên ewarte û baravên serbazî ji bo hindirû afirandine, tenha ji bo ku xwe ji milet biparêze, careke din ji 37 slan ve fîşekek li Colana vegirtî neteqandiye.
Di vê demê de kesê ku li nûjeniyê û guherînên hemdemî dernekeve xwedî, hebxwe ango awîne xwe pê hay neke, ilim wê rojekê li ser destê gelê xwe bête rûxandin, dîsanê kesek li ber nakeve û lê jî poşman nabe, qet nabêjê nestêlebû û xebînetê, ji ber ku rêjîm li hemberî raperînên gelêrî yê navxweyî, pê re jî çavdêriya civaka nvdewletî û rêxistinên mafên mirovan timî qels û lawaz tête nirxandin, ji ber zixtên derve û biryarên konseya ewlekarî ya navnetewî, bi ser ve jî raberî lehiya cemawirên xwepêşandêr di hindirû de kêmçare dibe, çiku dîsa rêbiwarî tundutûjiya rêjîmê şermezariya navnetewî û destêwerdana derve zêde dibe, îcarê hewl dide ku xwe bi qirşikekî felat bike, loma gereke Kurd ji bo nasnmeya zimznê xwe, hilkişe ser pêlên raperînan û qet rê nede rêjîmê ku jê re bibe qirşikê felatkirinê, raznameyên berguman riswa bike û bi rasteqîna xwe hemî pêkhatên Sûriyê agah bike, nemaze ku li ser destê heman rêjîma devlok, har û noker, komkujiya Avdara 2004 an ya îna xwîndar xwariye.
Herwiha ku tevgera kurdî bi cemawirên xwe ve, ji pilana 12 ê
avdara 2004 an ezmûne girtibe, zû bi zû bi tena xwe û bê paşmêrên ewledar danekeve kolanê, careke din di xefkên şofonîzma erebî de wernebe û tev jî naxiliqe, herweku seqa û mercên qûnaxê erênî hatine, nemaze ku xwe di çarçuveyeke yekgirtî de rapêçe, weku pendyaran gitine: “ku bayê te rabû keviran bidêre, lê ku bayê te ket guh bidêre” gereke berî her tiştî cîyewaziyên navxweyî bi kêmanî pêlakê razînin, bi yekziman û yekbiryarê helwesteke yekgirtî, di serî de bo gelê xwe û civaka Sûriyê bi giştî bidine zanîn, pêşê emê li benda kolana Erebî bimînin bê helwestê ji tevgera nûhatî çawa digirin, di pêşî de helwesta hêzên daxuyaniya Dîmeşiqê yên dijberî ragihînin, navrista nûxwazên guherînan bo heman mijara giring, gereke bê derengîxistin bidine xuyanî, neku mîna berê dijberiya Erebî di tengayê de xwe bi kurdan dixurîne, lê di firehiyê de tenha ku rêjîma şofonê û Irûbewî çavan li wan dişikîne, bê dan û standin xwe dispêrinê û telaviz ji wan çênabe, yekser birayetiya kurdî jibîrdikin, bi tyabtî di vê serdema raperîna gelê Sûriyê de, paşgoyan di mafê tevgara siyasî ya kurdî de dibêjin: nemaze ku rêjîmê taybetmendiyek daye gelê Kurd, û raznameyên nixumî di navbera wan û rêjêmê de hene, tenha çima ku kurdin her bi tevgera kurdî berguman dibin û jê dipelikînin, lewma dibêjim: gereke yekser konseyeke hilbijartî ji tevgera siyasî û rewşenbîrî, li gel rûdarên civakê yên ku pêmijûlî hûrpîşên gireft û kêşeyên gelê Kurd li Sûriyê bûne û hêj dibin, da qena bi hev re kirîzeya nûhatî li ser zemîna jîwarî dirust bixwînin, ji hemî hêlekarên erênî û neyênî ve bi kûrayî ravebikin, komîtên hemecûr di hemî bajêrên Kurd de damezirînin, ta ku destekariya ciwanan bikin, wan ji şaşiyan biparêzin, da qena hevrêjî kolana Erebî raperînan bi domînin, biryarê jî li gora asteya pêldana tevgera Erebî bistînin.
Gerektire jî ku pêşewatiya tevgera siyasî ya kurdî, herweku dil xwînê li hemî emrazên laş yekpare bi parvedike, wisa jî hemî tîre, çîn û pêkhatên civakê weke hev binirxîne, ji ezmûneya 54 salan gereke hew ber ve pêş de bazde, ji nû ve li navkutka dilê civakê guhdarî bike û jê gavan bide pêşerojê, ji heman baweriyê nemaze piştî her navnîşaê, ez neryana tevdezanê bilîmet Dîkart bibîr tînim, (bê dengiya gel nayê wê wateyê ku dê sermedî sernixûm û bêpêjin bimîne) herweku vaye em serpêhatiya penda wî di şoreşên buhara Erebî de bi laş û qelafet dipelînin.
Ji bo ku Kurd xwezyarên xwe di vê qûnaxa hestiyar de bi kurtasî pêşinyar bikin, gerek bi nûnerî, stûbarî û giringî kelem û aloziyan bo siberojê dirustir bixwîne, lê mixabe ku tanî îro-roj seqa û mercên tevgera siyasî hêj nakokîbar, tem û dîmarî têne xwendin, lewra tundpêdiviyeke erkseza pê heye, bi taybetî ku xalên jêrgotî bo pêşerojê zûtir cîbecî bibin.
– weku me li pêş emaje pê kriye, gereke çarçuveyeke pêşewatî ji koma partiyên tevgera siyasî bi lezgînî bête damezirandin.
– bi serhevdehatina rewşenbîran nemaze ku rêbiwarî pêşewatiya kurdî di konseyeke hevpar de, li gel komîtên ciwanan hevpêlî bayê şoreşa guherînan bibin, mîna metodekî hevgehînî di navbera tevgera siyasî û tevgera ciwanan de rola xwe bileyize.
– hevpeymaniya hersê hêzên delîvedar mîna jêder û lêveger, ji navkutka dilê civakê, tenha ji bo ku berjewendiyên gelê Kurd li paş qûnaxa lezgav nemîne.
– ku Kurd ji ezmûneya pilan 2004 an sûdeyê wergire, gereke van stûbariyên giring yên li jêrnivîsî tucar xemsar neke, gereke çêtir jî sedemên ku pişgiriya temendirêjaya rêjîmê dikin, nemaze ku bêtir şêwazê tundutûjiyê helbijêre, û xwepêşandêrên aştiyane bê sûc û guneh dikuje evin.
A – wezaret bergirî bi hemî texlîtên sîpahên xwe ve, hêj helwesta niştemanî ya welat û gelparêzî negirtiye.
B – hemî dezgeyên ewlekarî tevlî çete, dêw û rêbirên rêjîmê hêj berevaniya ecendeyên wê dikin.
C – komberadorên semyandar nemaze ku ji dema bavê kone ve, delalî li ber destên malabatê xwedî bûne, hêj di bin çengên rêjîma malabêtî de xinizkariya xwe bi welat gel re dikin.
Ç – Eniya qaşo niştemanî û dîmuqrasî xwe pêve kiriye dirdirk, ji ber ku ji mêj ve baweriya milet pê nemaye, ji cemawirên gelêrî, karker û cotyar dûr ketiye, loma qels, lawaz û ji gurdketî qîma xwe bi kurtêlên rêjîmê aniye, û eniya cemawirên gelêrî piştguhkirine.
D – zixt û zewrên derve di serî de Emerîka û Ewropa, li hemberî tevkujiya rêjîmê, hêj weke yên jorgotî sist, bê havil û kêmbandor guhdariyê dikin.
E- Şam mîna paytexta welêt ya cîyosiyasî û sitratîcî, Heleb mîna yekem bajarê cîyobazirganî, siyasî û çêkroxî, hêj herdu bi 8 melyonên xwe ve, tanî nuha ji temara xwea giran ranebûne ser piyan.
Ê – koma civaka Erebî weke saziyeke navErebî, encûmena hevkar ya kendavê, bi yekcarî hêj tengî tundutûjiya rêjîmê nebûne, zixurek bo şoreşa ciwanên Sûriyê ji cî nelivandine.
F – helwesta Rûs, Sîn û Hindê nemaze ku di çarçuveya hevrikiya berjewendiyên hevguhêz yên navdewletî de, hêj bi giranî piştgiriyê didine rêjîma Sûriyê.
G – bi yekcarî rêjîma totalîtar rê nedaye dîdevan û çavakaniyên derlayen, ji medya biyanî û ajansên rojnamegeriya cîhanî, nemaze ku nûçe û bûyerên bûyî dirust raguhêzin.
H – rêxistin û sendîkayên kareker, cotyar, mamosteyên dibistan û zanîngehan, li gel yên diktor, bêmaristan û endezyaran…td. hêj destekarî bi yekcarî nedane şoreşvanan.
I – hêj konseya ewlekarî ya navnetewî, rêjîma Sûriyê ji encama kiryarên tundutûjî û komkujiya kesên sifîl zarok, mêr û jin, weku egere dupat û pirotisto nekiriye, hêj rewaya navdewletî jê nekişandiye, lê di encamê de weku rêveçûna dîrokê daye nasîn, çi rêjîma ku nala rêjîma Sûriyê mafrewaya gelan dane mandelê, bê serê xwe tevlî dar û destekarên xwe çûne ser zibilxaneya dîrokê, û bi yekcarî milet li wan poşamn nebûye.
Herwiha raberî ezmûne û sedemên erênî û neyênî yên jor û jêrnivîsî, erksezatire jî ku tevgera kurdî ya siysî van stûbariyên giring tucar xemsar neke. ji asoyên berfireh û dûrbîn çavan bide pêngavên hindir û derve, nemaze ku tixûbên Sûriyê jî derbas dikin bi têrutesel rave bike.
1- îro-roj ji tevgera kurdî ya siyasî tê te xweztin, ku bê navbirk ciwanên Kurd ji nifşên nûhatî raçengî xwe bike, nemaze ku ciwan cîyê xwe yê xweristiyane di navgîna kar û xebata tevgera siysî de bibîne, herweku ji pêkîna partiya 1957 an ve, ew û cemawirên gelêrî ji gel pêşewatiya tevgera siyasî hatine piştguhkirin.
2- helgatinên nûjen û mêwedar bidine giyanê tevgerê, da ku xwe ji bin sîdariya ramanên radîkalî rizgar bike, mîna rêjîma totalîtar dev ji zirsozan û rewanbêjeyên zêdebar berde, ji niyazên mebestpak û erênî, ji pendegojiya rasteqînê, rêya çakbextiyê bide ciwanan, da ku rewançalakiyê di damrên tekoşîna tevgera kurdî de şabextir bilivînin, mîna xwazgêniyên azadiyê li gora xwezyarên qûnaxa hestiyar, bi şêweyekî dînamîkî hevdemî pêşbîniyên cîhanî bibin.
3- çalakvanên tevgera kurdî bi stûbarî, guhdarî û çavdêriya tevgera ciwanan li Sûriyê bi şêweyekî tevare bikin, li ciwanên Kurd bi şêweyekî taybet ji gel tevgera siyasî û rewşenbîrî, li gel çalakvanên mafê mirovan û hêzên dijberî ji hemecûriya rengên parêzgehê, nemaze ku bi yekdeng û helwestê diruşm û siloganên, ku rêkeftî kêliyê, helkeftî û hevparî armanca giştî, roj li dûv rojê li Sûriyê dibin bêne hildan.
4- hemî doz û daxwazên xwepêşandêran, tevlî yên tevgera siyasî ya kurdî, eşkere û zelal di guftugoyên wekhevî û aştiyan de, reha bi serokomarê rêjîmê re bêtin pêşinyarkirin, di serî de tucar xwezyarên gel û rola ciwanên pirotistêr li kolanê neyên ji bîr kirin.
5- her leyiztika rêjîma ewlekarî neyê jibîrkirin, nemaze ku kaxeza kurdî li Sûriyê, ji nêv pêkhatên welêt bi şêwazekî taybet, bi du rûyan bikar tîne.
a- ji rûkî ve Kurd delaî dike yê nav lihêfê, da ku mîna hêzeke hevgirtî ji navgîna hêzên dijberî dûr bike, dîsa mîna hûrgelekî ji neteweke cuda raçengî tîreya xwe ya destelatdar û biçûk bike, weke wê jî di rêya Cinbilatê rîpok û sibatokî de Dirûzan jî bixwe re kar bike.
b- lê dema ku gelê Kurd mîna 13 ê Avdar 2004 an, kolanên rojavayî Kurdistanê ji Eyndîwarê tanî bi Îskenderonê bi lehiya mirovan pêl bide, hinga bizûtî wê hewarke şofonîzma erebî, wê bibêjê meyzekin bê çawa Kurd, karê xwe û dewleteke serbixwe dikin, wisa keysa wan lê hatiye ku di vê gengeşeyê de, perçakî xoşewîst û dewlemen ji Sûriyê raqetînin.
6- bi rastî bixwehişyariya kurdî û emadekariya tevgera kurdî, li hemberî şoreşên ku li bakurî Efrîqiya û rojhilata neverast çêbûne, weke lezbîrî û pêşçaryan destegul mizgînî û fîraziyan gerdendike, bi taybetî dema ku xwe ji xefkên rêjîmê diparêze,tenha ku bi tena xwe danekeve kolanê, tucar jî xwe ji kolana Erebî ango yagiştî fer neke, ji ber ku gelê Kurd avdeyekê ji tevna niştimanî li Sûriyê nimûne dike, û kêşeya kurdî jî yek ji hemî kêşeyên niştemanî gewde dike, dê bi hemî pirsgirêkên navxweyî re li hindirû çareser bibe.
7- tiştekî egerseza û karnasiye ku komîtên rewşensiyasî û civakî, mîna pireke gehîndarî di navbera hemî pêkhatên civaka Sûriyê de çêbibin.
8- komîtên hevbeş ji rewşenbîr, karnas û rûdarên civaka bajêr, yên serbixwe bi hemî tîre û nîjadên xwe ve bêtin avakirin, bi taybetî ji kesên ku pêmijûlî hûrpîşên siyasî û niştemanî dibin, li gel kesên olnas nemaze yên ku ji paşkokên tundrewiya olî dûr bûne, ji bo ku seqa û mercên herêmê bi heman hevkariyê dirust bêtin xwendin, wisa dê bi saya ciwanên hoşyar li gel çalakvanên siyasî û mafnas, bi asayî serbestiyê li kolanên bajêr bikin û pêşinyarê radestî xwe bikin.
9- rêvebiriya komîtên çandî, siyasî û mafê mirovan, li sirgûn û mişextiyê, li bêganeyî û penaberiyê, dema ku xwepêşandêrên rojavayî Kurdistanê şehîd bikevin, gereke bê rawestan û vewestan çalakiyên pirotistokirinê, bi hevkariya rêxistinên mafê mirovan yên Erebî û navnetewî re, kiryarên rêjîma xwînrêj bi deng û wêne raçavî cîhaniyan bikin.
10- tevgera kurdî ya siysî biryareke cegerdar û kargorî daye, piştî ku rêjîma regezperest nasnameya niştemanî ya ku ji 1962 an ve, ji hemwelatiyên Sûriyê yên resen kişandiye, ji bo ku ziman, çand û kultûra kurdî qels bixîne, êca îro-roj ji nû ve piştî 48 salan, bi saya xwîna şehîdên Der,a lehng, li biyaniyên Kurd vegaerandiye, lê Kurd guh lê nekiriye nemzae ku nîvçerxî jana perîşanî û bêzariya hevgariyan kişandiye, çiku lingên me di hemî hêlekara de ji dîrokeke dirêj ve pevgirêdayîye, lewra yekser di xwepêşanan de mil li mil hevbeşî kolana Erebî bûye.
11- herwisa hatiye nasîn ku di rêzik û rêpîvanên rewaya civaka navdewletî de, welat cî û warê giştîye, hemî şêneyên welêt bi reng, deng û dîmenên xwe yên hemcûr ve, di erk û mafên niştemanî de weke hev bergirî û berevaniya welêt dikin, li ber destûrê dîsa weke hev tewanbar û xelatan digirin, lê mixabin rêjîma tekmalbatê û tekrawya destûrî li Sûriyê, welat li niştecîyan bi hemî derbirînên xwe ve kiriye (Sûriyanamo) dojeha roja paşdawî, lê xweş diyare ku tsonamiya guherînan, coş daye şoreşa gelan û zimanê qelsan keys ji derfetê standiye, nemaze ku rêbiwarî zimanên serbixwe rola xwe serkeftî û çakfîraztir bileyize.

Rêvebiriya rêjîma Efleqî daxuyaniya xurtan derpêş kiriye.
Partiyên tevgera kurdî guftugoya qelsan pêşinyar kirine.
Destelatdariya malbata xure rewaya destûrî û çareseriya ewlekarî bi devê Topê raçeng kiriye.
Serencamên çanda hemdemî ya cîhanî bo pêşçareyên rewaya rêjîmên fermandar, xweş daye nasîn ku rewaya destelatdariyê ji hilbijartina gelê azad û pakîza hatiye, çandeke wa îro-roj pê der pê herçar parzemînên gerdûnî vegirtiye, pêk ve jî çanda guftugoya siyasî û aştiyane, weke çarenûs navbênçiya bêtirê cîyewaziyên nakokîbar yên navdewletî dike, ji heman çandeya hemdemî diruşmên mafê mirovan, dadiya civaka şarewerî, di rêka dîmuqratiya sîstematî de destnîşan bûne, ji gava ku Gilopallîzma dîrokî li mirovaniyê bûye mêvanekî xoşewîst, hevrikiya şaristaniyan û yariya berjewendiyên aborî, bi xurtî rola xwe di cêhanê de leyiztine, gerdûn li cîhaniyan teng û biçûk kiriye, metodên rêbiwarî, teknolojiya pêşketî, ragihandina dîtin, bihîztin û nîvisandinê ya birûskî, ketiye bêrîka lawên şoreşê mîna alavên hevgehîna civakî Vîsbok, Tiwîter û Yûtyopê…td. wisa jî herçî gelên bindest û hûrtîreyên olî û çandî yê mafwenda, pê re jî lixêvên şadumaniyan pêlewaz dane, û li her pênc parzemînên gerdûnî peyda bûne, herwisa jî bo xwe mujde û mizgîniya çerxê 21 ê girtine.
Ji xestên mirovê dûrbîn û têbînlez ewe, ku gereke pêşiya xwe bi çavan baş xûm bike, paşê bê paxav helgavtinên çespedar ber ve pêş de bavêje, herwiha di baweriya min de gereke berya ku tevgera kurdî pêşinyara xwe binîvisîne, ji xwe bi pirsiya: gelo hêviyên saydar hêj di vê rêjîma radîkal û totalîtar de peydane, rîjîma zikmar û xure, li gel eydiyolojiya bîrteng û nîjadperest, nemaze ku ji koka xwe ve bêjî zaye, gerdena destûra welêt di çarîkekê de werb badaye û li gora bejna xwe pîvaye, mîna pêlewanê xasûk li ser du werîsan, ango li ser terezûya hevrikiya berjewendiyên navdewletî, rola xwe leyixtiye û temenê xwe li ser kursî dirêj kiriye, herwiha ji 40 salî ve dirameta welêt û kedweriyên milet bi tena xwe dixwe, serubinê zemîna welat li ser navê xwe saman kiriye, ji 47 salan ve bi kiryarên sitemî, û çewsenkarî, bêzarî û tundutûjiyê gelê Sûriyê paşdemayî hiştiye û ji her tiştî bê par kiriye, herweku me li pêş aniye ziman, nemaze ku di rêzikên rewaya navdewletî de, gereke welat bi hemî heyîna xwe ve samanê giştî be, ne tenha welatê malbata ku Ba,isa Irûbewî ji xwe re kiriye mertal, û di bin talda wê de terr û ziwa daqurtandiye, careke din weku ji ezmûneya cîhanê hatiye nasîn, nemaze ku guftugo di navbera du layên cîyewaz de çêdibe, bi wateya ku di bin banê guftugoyê de, seqa û mercên wekheviyê navlêbûye, yekser mafê derbirînê ji tengezariyê azad dibe, mezin û biçûk namînin, xurtî û qelsî ji holê radibin, çanda rajorî, serbestî û raserî ji hemna kêliya ku herdu layen bi hev re dikevin bin banê guftugoyê koçber dibin, vêca gihame baweriyekê ku partiyên tevgera kurdî hinekî lez li pêşinyara xwe kirine, bi şêweyekî pêşdemî dane xuyanî, lê tenha ku du rojan bi derengî xistibana, hinga piştî daxuyaniya rêjîmê ketibana, wê awirên dijberên derve û hindirû, hevpeymanên xwe ji daxuyaniya Dîmeşqê, dijberiya xwepêşandêran li kolanê û bilî wan jî bihîztibana, lewra ezê têbîniyên xwe ji naveroka pêşinyarê derpêş bikim, herweku di rêveçûna şoreşê de roj li dûv rojê wisa têgihiştime, dîsanê li gora xwendin û raveyên xwe, di van xalên jêrgotî de radigihînim ber destê xwêner.
– helbetî dema ku hûn deriyê guftugoyê bi rêjîmê re, piştî nêzî du mehan ji raperîna ciwanên gel, nemaze ku bêtirî 1000 nemirî ketiye derî vekirî dihêlin, hûn diçesipînin ku hêj hêvî di vê rêjîma kujer de heye, hûn hêj zêyatir wê rewa û destûrî li ser kursî temendirêjtir dibînin.
– di nerîna min de pêşinyara we lêmikurahatineke, rasteqînî û bêgumane ku rewaya rêjîmê çespe dike, wisa jî bi şêweyekî awîne temenê wê dîsa li ser kursî dirêj dike.
– we emaje pê kiriye ku gereke tundutûjî dijî xwepêşandîran raweste, lê mixabin we nekiriye şert nemaze ku gerke seqa û mercên guftugoyê hêmen û aştiyane destnîşan bibin, bê xirecir û rikberî hîç ne di bin şinge-şinga zincîrên debaban û vîz-vîza guleyan de, ne bi ketuberiya kujtin, talan, felaket û wêranê be.
– ku rêjîm ji dilê rast dixwaze deriyê guftugoyê bi gel re veke, bera berya her tiştî nameyên pakniyazî raste-rast raguhêze gelê Sûriyê bi hemî derbirînên xwe ve.
– ku ji dil û can rêjîm rast dibêje: di serî de bera niwînerên berpirsyar ji nêv cemawirên xwepêşandêran, endamên partî û hêzên dijberî yên siyasî, rewşenbîrî û civakî, hemî girtiyên siyasî û awirên azadîxwaz, yên berya 15 avdarê û piştî wê ji pirotistêran, ji hêzên dijberî, rewşenbîrî û kesên serbixwe serbest bêne berdaan.
– hemî çalakvanên mafên mirovan û kesên dijber ji sirgûn, mişextî û penaberiyê vegrin welat, wisa jî mafê xwepêşandêr û şermezêran bi rêdana destûrî bête paraztin, neku weku me dîtiye ji xayiz ve dijberên pirotistêr, bi guleyên qelawizên ewlekarî ketuber bêne barandin.
– ji bo ku nûçe û peyam ji navkutka dilê kolanê bêtin guhêztin, bera hemî metodên ragihandin û medya cihanî beşdarî bûyerê bibin, bê gengazî, astengî û nehêlan çavdêriya xwe bikin.
– weku ezmûneya jiyanê daye nasîn dema ku hemî çîn, tîre û pêkhatên welêt di çarçuveyekê de dibine yek, pêk ve ji xweber birayarên vexwendî û hêzdar encam dikin, lê mixabin pêşinyara tevgera siyasî, lawaz mîna sistî û pexoxiya yekgirtina tevgerê hatiye pêşkêşkirin.
– herweku bi xemsarî şoreşa ciwanên kolana Erebî nirxandiye, ya ku bi sedan pakrewan danîne, weke şoreşa Tûnis û Misrê, Yemen û Lîbiya…td. yên ku xwenên ciwanan li dora nîvçerxî ji wan dizîne, ji bêkarî û belengaziyeke dîrokdirêj ji ber mista rêjîmê ya hesinî rijiyane navtêdanê.
– têbîniyên min li ser doz û daxwazên ku di pêşiyarê de hatine hîç kêmpeydane, lê bi rastî di bafîkê de sê movikê çaksaz, ango bêjebirên watekûr û dûrbîn, nemaze ku hemî xwezyarên gelê Sûriyê bo pêşerojê, tevlî gelê Kurd cîbecî dikin evin: di pêkanîna dîmuqratiya lîberalî de, bi destguhêziya destelatdariyê di rêka hilbijartina azad û destpaqij de, di cudakirina hemî olan ji rêvebiriya dewletê deye…li dûv wê jî:
– destûreke hemdemî nemaze ku arezû û xezyarên qûnaxê dirust dixwînin, hemî guherînên dîmuqrasî, medya rizgar, rêdana yasa partiyên destûrî, dadgeha serbixwe, mafê derbirînê, saziyên civak şarewerî, serxwebûna hersê destelatdariyên serwerî yên rewayî û dadgerî cîbecî bibin, lêmikurhatina destûrî bo mafê gelê Kurd yên siyasî çandî û civakî, nemaze ku mîna netewa duyemîn di Sûriya yekgirtî de bi xwe re tînin.
– gelo çima kesên xemxur û pêşzan dibêjin: pêşinyar mûkî pêşdemî hatiye, ku piştî daxuyaniya dewletê ya wezîrê medya hatibana, wê bêtir pirsgirêk ji biryarên dewletê û raveyên ku jê veketine xuya bibana, gelo dê her parêzger bi niştecîyên parêzgehê re gotebêjê bike, ango dê bi kê û kê re goftugoyê bike, di çaxê ku hêzên dijber tarumar bûne, li sirgûn, mişextî û penaberiyê revend çûne, li hindirû di revendî û zindanê de embargoy bûne, û dijberiya şoreşa kolanê di çavên medya rêwefermî ya rêjîmê de, tev bûne reşkê şevê, çete û dêwên sêserî ji bilî berbatan nakin. Li ser bextê wê be.
– herwiha pirs dehbare di pengize holê, nemaze ku rêjîma malabtî guftugoya pêşinyazbûyî wisa rave kiriye, bi dijberên derve re guftugoyê nake, ji ber ku ecendeyên Emerîka û Sehyoniyeta cîhanî bixwe re hiltînin, û dijberên hindirû jî di girtîgehan de, bi giştî yasayên dewletî yên rewiştiyane nikder krine, jixwe bi yekcarî çênabe ku bi yasaderan re rûnên, herwe qet bi çete û dêwên şoreşa gelêrî re, yên şewat û wêranê li ser bextê rêjîmê be rûnanên, di serî de jî emaje pê dane ku tucar bi partiyên siyasî yên erebî û kurdî re jî nacivin, ji mêj ve jî bi rêzbenada destûrî ya 49 an, partiya birayên misulaman têne bidarvekirin, ji ber ku tev ne rewa, ne jî bi rêdana rêjîmê ya destûrî ketine kar û xebata siyasî, naxwe maye ku weke her car dê bi kurtêlxurên xwe re, serokêl, şêx û axayên bê êl, guftugoya xurt û qelsan bikin.
– min nebawere ku jixweber serokomar bi yasayên nerewayî hest bibe, û bi şêweyekî şaristanî rûmeta xwe biparêze, piştî ku 40 salî hemî mafên rewa û egerseza bo gelê Sûriyê piştguh kirine, mafê gelê Kurd yên siyasî, civakî û çandî tevlî bûneweriya wî di sûriyê de daye mandelê, êca gereke lêborînê ji gelê Sûriyê bi hemî derbirînên xwe ve bixwaze, ji nerewaya xwe hinekî şerm bike, tenha ji lehiya şoreşa kolanê bizane, ku dawiya wî hatiye, êca gereke bê dan û standin li paş xwe nezîvire, here mala xwe li benda ku dadgeha serbixwe wî û kesukarên wî dadgeh bike, rêjîmeke wa çavsor û xure nemaze ku nîvê şevan êrîşan dide malên hemwelatiyan, wan ji nava livînê radikişîne ber îşkencya girtîgehan.
– di baweriya min de Sûriya roj li dûv rojê mîna tenûra dadayî disincire, her ku tu ardû û êzingan diavêje hindurê kolanên wê yên keldayî, bi wî qasî dê kujtin, wêran û talan ji gel rêjîmê zêdetir dibe, loma jî dibêjim guftugo bi wiha rêjîma çavsor re pûçencame, mîna bageroka fincanê bizûtî diferike, vêca li ser kîjan rewişt û rêpîvanên wijdanî, emê li ser diraxeya komkujiyan guftugoyê pê re bikin, rêjîma ku jiyana zarok û afretan talan kiriye, êca gelo kî sexî xwe dike ku di bin banekî de pê re rûdinê.
– li ber dawiya hemî rêpîvan û encaman, gereke bê derengîxistin gelê Sûriyê bi hemî tîre, çîn û pêkhatên xwe ve, têkeve nêv şoreşê û xwe baş li rêjîma noker rapêçe, ta ku vê desthilata xinizwelat û dijmingel birûxîne, mîna garanê wê kar û destekarên wê bajon ber dadgeha gel.
– rola civaka navdewletî gereke tucar neyê ji bîr kirin, nemaze ku ji dûr û nêz ve, bi hemî sazî û rêxistinên xwe yên mirovanî ve, gelekî bi hûrbînî, bi têruteselî çavdêriya kiryarên rêjîma Sûriyê, di biwara gelê aştîxwaz û xwepêşandêrên sîngtazî destvala de dike.
– loma gerke berî her tiştî bibîra tevgera kurdî ya siyasî hatibana, ku pirotistokirina civaka navdewletî û konseya ewlekarî ya navnetewî, bi tundutûjiya rêjîmê re hin bi hin disincire, dê nêzîk, nedûr biryarên dupat û şermezarkirinê di mafê wê de biweşîne.
– li ber dawî min dil heye ku vê yekê jî bi ser xalên jorgotî de vekim, gereke bixweihşyariya pêşewatiya tevgera kurdî, gelekî bilind be, ji kûr û dûr hemî kêşeyan bi têrutesel bixwîne, bi taybetî di biwara helwestên kesên ku serdariya hêzên dijberî yên Erebî li Sûriyê dikin, bigire ji Hesen Ebduezîm. Mîşêl Kîlo. Ciba,î. Besam Ci,are. Arif Delîlê. Fayiz Sare. Corc Sebra. Hazim el Nehar. Lu,ey Husên. û bilî wan hin dîtirê jî hene…td. nemaze ku hêj ji regezperestiya xwe nehatine şûştin, di van rojên dawî de du pêşinyarên guftugoyê bo rêjîmê weşandine, bi şêweyekî hebxwe nêzî kêşeya kurdî ya netewî weku pêdivî pê heye nebûne, malmîratan ji peyva kurdî ditegijin û bêtirê wan yên daxuyaniya Dîmeşqê ne, di cenga Îraqê ya 2003 an de bi heman bweriyên Irûbewî, ji hemî hêlekaran ve û bi hemî pêkarînên xwe ve, hemelayî rêjîma Sûriyê û Sedamê faşist bûne, hîç nexeme, ne jî gengaze ku îro hevpeymanî tevgera kurdî bûne, lê pir daxe ku di tu olan de peyva gel, ji bo Kurd li rojavayî Kurdistanê napesinînin, loma jî helwest ji serokatiya kurdistana Îraqê weke ajanên Emerîka girtine, herwiha bi hêvîme ku serwatiya tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê, vê emaje pêdana ramekêş xemsar neke.
– tu dibê qey koletî li ser navê hemwelatiyên Sûriyê tomar bûye, herwiha kesên ku rabudûyî rêvebiriya rêjîma malbatî bûne, xweş têgihane ku bi hemî rêawayan hewl dide, ku xwe ji vê tengezriya kêmçare û alozewîst derxîne, êca biryara xwe wisa daye nemaze ku dengê agirê tundutûjiyê, her gav ji wişeya giftugoyê bi hêztire û zûtir jî divemirîne, lewma naçar bûye ku di bin teqîna Topan û şinge-şinga zincîrên Tankan de, hemwelatiyan bitirsîne û şertên xwe di guftugoyê de li ser daniştiyan dawer bike, wisa jî Elî bin ebî Talib di bafîkê de dibêje: mirov tucar xwe ji kesî re neke kole, ji ber ku Xwedê mrovanî weke hev afirandiye.
– di vê şoreşa gelêrî ya 15 ê avdara 2011 an de, pirs bê destûr beşdarî navkutka mijarê dibin, li ber pilan û finasên medya sûriyê, hêsir navbênçiya ken û girî dikin, bineçare ji xurdebêjan bo bermayên pêkerên cil û bergekirî, yên bê dil û newazî nemaze ku ji bêvila şeytên, ji nêv rivîna dojehê pengizîne, mîna aşê xure ter û ziwa dihêrin, û Sûriya kişwera evîndaran li niştecîyan kirine kavil û wêran, hov, dêwên dirnde û hirçên noker guftugoya bitran li bazara welatfiroşan dikin.

x -4-

– Weku min ji ezmûneya xwe ya taybet rêjîma Sûriyê ya malbatî naskiriye, herwe dê bi hemî rêawayan hewldanên mezin bide, ku yekgirtina gelê şoreşvan li hindirû bi hemî pêkhatên xwe ve, ji hev tarumar bike, ta ku jê bê kirîzeya heyî nake sirinceke siyasî, di çaxê ku ji 40 salî ve dijheviya civakê û rêjîmê destegul siyasiye, bi dizî û eşkera wê destekariya kurtêlxurên xwe, ji eniya qaşo netewî ya xwedêgiravî pêşverû, sîxur û qelawiz yên xwe-erzanfiroş, bê hevsar berde nêv civaka sûriyê û xelkê bi tilama ku dê bi serokomar re rûnên ji ber hev bixîne, wê hîn bêtir hewl bide ku kurdan ji xiristiyana dûr bike, êlên ereban weke her car li kurdan bicixirîne, Sine û Şî ,e li hev sor bike, bi hin kes û partiyan re rûnê, hin dîtirê xemsar û piştguh bike…td. wê bixwaze weku me li pêş amaje pê kiriye, Kurd û tevgera siysî delalî haş bike, nemaze ku di bin reqreqa zincîrên Debaban de pê re rûnê, ta ku mîna hêzeke hevgirtî ji helperîna kolana Sûriyê dûr bike, ji heman seqa tevkujiyê dê zimanê hêzên dijberî yên Erebî li Kurd dirêj bike, naxwe ku Kurd di mercên wa dîmarî û mûrangirtî de bi rêjîmê re bi tena xwe rûdinê, teqez lêmikurhatineke eşkereye, nemaze ku bi derewên medya sûriyê bawer bûye, Şebîhe, reşkên şevê û dêwên sêserî, ji navkutka şoreşvanan leşkerên Sûriyê dikujin qayilr bûye, bi wateya ku gereke di van mercên dijwar de, bi taybetî di bin teqîna hûravêjan de, ne Kurd, ne Ereb, ne Xiristiyan, ne jî misulaman bi hemî pêkhatên Sûriyê ve, di serîev de dijberiya hindirû û derve, bêyî hev bi giştî guftugoya gelacî û gendeliyê pesende bikin, teka-teka cilik ji bin lingên kesî, ango partiyê neyê kişandin, û werîs li qirika rêjîmê sist nekin, herwiha hêviya min di tevgera siysî ya kurdî de pir mezine, bi taybetî piştî ku xwe di konseyekê de daye ser hev, nemaze ku bi tena xwe vxwendî hevdîtina serokomar bûbe, gereke bê perwa û paxav birayara neçûna hevdîtina serokmar bide û biryara giştî bernede.
– pirsa dawî ewe gelo gelê Sûriyê ne zêdekariyan li peyva azadiyê dikî, herweku rêjîma malabatî zêdebariyan li gelê Felestînê bikî, li ser pişta wan xwe li herêma Erebislamî kiriye sîmbolê berxwedêran, û gelê Sûriyê bi qitûtî di bin tarîewrên tundutûjiyê de pariyê nanê xwe dixwe, herwiha xweş dizanim ku gelê Sûriyê dê buhayê azdiyê giran dyene, ji heman baweriyê diçesipînim ku serkeftin di encamê de her para gelaye, û bivê-nevê civanê gelê Sûriyê bi azadiyê re pir nêzîke.

Mihemedê Seyid Husên….. Qamişlo…20 – 5 – 2011