Ji bo Çapemenî û Rayagiştî!
Em bi navê Komîteya Piştgirîyê, bi taybetî ji bo Ereb û Kurdan, bi giştî jî ji bo piştgirî û destekkirina têkoşîna azadîya hemû gelên Suryê îro li vir berhev bûne.

Kurdên Suryê ji dema kevnare(qedîm) ve li bakurê Suryê yanî li herêma El-Cezîreya kurd dijîn. Sînorê îroyîn ê Turkiye û Suryê, di sala 1921ê de bi îmzekirina Peymana Londrayê hatibû dîyarkirin, ku alîyên vê Peyman Fransa û rêvebirîya nû ya Turkiyê bû.
Surye heta sala 1946ê di bin rêvebirîya mandeterîya Fransayê de bû. Dema ku Surye di bin rêvebirîya mandeterîya Fransayê de bû, ji sala 1922 şûnde li ser pênc herêmên otonom hatibû dabeşkirin. Serhildan û geşbûna bûyerên sîyasî yên navbera salên 1925-27an bûn sedem ku di rêvebirîya Suryê de giranîya neteweperestên Ereb zêdetir bibe û projeya herêmên otonom ên Fransayê têkbiçe. Piştî wê di sala 1929ê de ji aliyê pênc parlementerên kurd ve ji bo Kurdistanê otonamî tête daxwazkirin, ev car daxwaza kurdan ji aliyê Fransizan ve tête redkirin, bi sedemê ku “Kurd di hêrêmên dîyarkirî de piraniya nifûsê pêk nayînin û ne eqliyetê dînî ye wekî yê Alewî û Dûrzîyan”.
Li Suryê pêşkevtina tevgera Kurd digîje salên damezirandina rêxistina Xoybûnê(1927). Di navbera salên 1936-39an de pêşkevtina netewetîya Ereban, dibe sedemê bihêzbûna qerekterê erbî yê dewleta Suryê. Digel vê yekê di sala 1937ê de piştî ku Sencaxa Îskenderunê bi Turkiyê ve hate girêdan, li hemberê kurdan propagandeyek dijwar destpêkir û ev yek jî bû sedem ku di rêvebirîyên herêmî de tesîra kurdan kêmtir û lawaztir bibe. Û piştî ku Partiya Baasê bi darbeyek leşkerî desthilatdarî bidestxist, rejîmeke faşîzan û otorîter hate damezirandin. Ji wê rojê û vir de nêzîkê nîv esirek e, gelên Suryê di bin şertên awarte û rêvebirîya eskerî de dijîn. Û dewleta Suryê bi temamî ketiye bin kontrola burokrasîya polîs, îstiqbarat, ekser û siwîlên hevkarê wan.
Piştî serkevtina nijadperestîya erebên Baasî, ji bo kurdan mafên kulturî û sîyasî rewa nehatine dîtin li Suryeyê. Herweha ji bo 15% nifûsa kurdên li Suryeyê mafê hemwelatîyê nehat qebûlkirin…
Em, ev qetlîam û êrîşên hovane yên rejîma Esad ku li ser gelên Suryeyê tête kirin bi tundî şermezar dikin û dixwazin hinek xususiyetan bi raya giştî ra parve bikin:
– Îro Komara Îslamî ya Îranê bi her awayê piştgirîya qetlîamên rejîma Esad dike, ji ber vê yekê divê ji aliyê rayagiştî ya demokratîk û cematên îslamî li Turkiyeyê, ev helwesta Îranê bête şermezarkirin. Lewra qetilkirina xelkê, nirxên însanî û îslamî ne lihev in.
– Divê “Bihara Erabî”, tenê wek têkçûna rejîmên dîktator ên Ereban neyê dîtin. Di vê cografyayê de meseleyên etnîkî û netewî yên ku nehatine çareserkirin jî, mijara herî girîng a rojevê ye. Di vê çarçovê de girîngiya(pêdivîya) daxwazên netewî yên kurdên li Surye û Turkiyeyê, ji yê gelê Başûrê Sûdanê, Filîstin û Kosowayê kêmtir nîne.
– Em bê şert û merc piştgirî didin daxwazên kurdên Suryeyê, ku bi deklerasyoneke hevbeş hatibûn ragehandin.
– Divê ji aliyê DYA, YA, Yekîtîya Ereb, Konferansa Îslamê û civata navnetewî ve zixtên pêdivî li ser rejîma Beşar Esad bête kirin ku di demek herî kin(kurt) de dev ji desthilatdarîyê berde û rejîma Baas bête ruxandin. Û dahatûya Suryeyê, di rewşek azad û demokratîk de li ser esasê mafê temsîlîya wekhev a gelên Suryeyê bête destnîşankirin.
– Divê Turkiye helwesta xwe ya li hemberê rejîma Baas û Beşar Esad bi zelalî dîyar bike, herweha bi giştî tu ferqekî nexe navbera gelên Suryê û bi taybetî jî 2,5-3 mîlyon kurdên li Suryeyê. Di heman demî de em bangî hemû alîyan û bi taybetî jî bangî Hikumeta Turkiyê dikin ku şîretan li Beşar Esad dike dibêje mesel “bi tundrewî” çareserî nabe, herweha divê rewşa navxwe jî bide ber çavan û bizane ku “Mesela Kurd” bi rêya sivîl û aştîyane çareser dibe, bi şîddet û operasyonên navxweyî-derveyî çareser nabe. Di vê çarçovê de em dixwazin îradeya naskirina mafên rewa yên miletê kurd bête dîyarkirin û bi hukmê qanûnê jî bête parstin.
Bi vê wesîleyê em ji dil û can piştgirîya têkoşîna azadîya gelên Suryeyê dikin û piştî têkçûna rejîma Suryeyê ji bo ku Kurd mafên xwe yên rewa bi temamî bidestbixin, divê rayagiştî ya kurd hişyar bibe û bêdeng nemîne. 24/08/2011

Komîteya Piştgirî ji bo Kurdên Suryê:
BDP(Partiya Aşitî û Demokrasiyê)
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadiyan)
KADEP(Partiya Beşdariya Demokrasiyê)
ÖSP(Partiya Azadî û Sosyalîzmê)
Gruba Dîyalog a Dicle-Fıratê
LKD(Lêgerîna Kurdên Demokrat)
Demokratên Şoreşger
BDP(Partiya Aşitî û Demokrasiyê)
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadiyan)
KADEP(Partiya Beşdariya Demokrasiyê)
ÖSP(Partiya Azadî û Sosyalîzmê)
Gruba Dîyalog a Dicle-Fıratê
LKD(Lêgerîna Kurdên Demokrat)
Demokratên Şoreşger
TEVKURD