Piçûkê Janê

Ezîz Xemcivîn

Çirayeka êş ji canê te dirêsim..
Deftera tundûtûjiyê ji dîroka kirêt çi dibêje?
Li welatê te jî, kînxincera tundrewan xwînê dirêje!
Ho..
Piçûkê janê,
dilê nazik kê bêhna jiyanê ji sihikên girnijîna te birrî?
Havîna evîna te,
ji bo çi hetav li bejna xwe ne kiriye!

Zimanê ahîneka nû vebû,
destê çepel agirê cegerê dada ye!
Sêwiyên nesaz li kolanên aramiya we strî û kelemxar in..
Peya û koleyên “Reşkên Şevê û Pîretewtan”
her xakê çepel dikin!
Dilopên xwîna Pakrewanê dilsoziyê ji hebûna we diverişin!
Tundrewên nepak,
bi nepakiya xwe girnijîna xameya min dagîr dikin..
Ez dê çi ji bo mûmdana mirovîniyê binivîsînim,
gazindeya zuhakirina ximavê ji kê re binihwirînim?
Birîna peyvê kûr e,
çîrok pir dirêj û dûr e,
êşa ji evê êşê kambaxtir
Mêvankirêt kulîlkan berî guldankên aştiyê diçelpînin!

04.06.2024
Têbînî: Ev efserê Elmanî Rouven L. (29salî) roja 02.06.2024 bi destê tundrewekî Efganî hate kujtin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…