Eger Kafka nebûya…?

Tengezar MarînîMilena Jesenisska li dor berhemên Kafka weha dibêje: „Rast, tazî û bi êş, tije tinazên hişk û dîtina hestiyar a mirovekî, gerdû ewqas zelal dît, ku nekaribû xwe ragire û neçar ma dimire”

Kafka di 3.7.1883an li Prag, ji bav û dêyeke cihû jidayîk bû. Wate ew endamê 2 mînoreteya bû, Cihû û elman. Ew zaroyê mezin yê malbatê bû. Bav û dêya wî demên dirêj li firoşgeha xwe dibuhurandin, wî û 3 xwişk xwe bêhtir demên xwe li malê bi ser de dibirin. Bavê Kafka jî mirovekî cirnexweş û hişk bû, weha jî kartêkirineke neyênî li zaroyên xwe kir. Ev di nameya Kafka ji bavê wî re, diyar dibe, ka ew bavekî çendî despot û zulumkar bû. Bavê wî dixwest kurê wî di xwendinê de jêhatî be, lê di daxwazên xwe hişk bû, lewra kêşe di navbera kur û bêv de peyde dibûn.

Di Çîroka xwe ya Verwandlung (veguherîn) de diyar dike, dema Girêgor Samsa sibehekê radibe, dibîne, ku bûye sirsirk. Di vê romanê de, hem behsa guherînan di jiyana civakî de dike û hem jî kartêkirina jiyana pîşesaziyê li civakê. Ji aliyekî ve, ên kevşop di wan guhertinên civakî nedigihiştin û weke berê serederî di gel malbatê dikirin û ji hêla din ve jî zû guhertin pêkdihatin.
Qûnaxa Kafka ya bêhinvedanê xwişka wî Otla bû, ku jê hez dikir û baweriya wî pê dihat. Ev diyarde jî di nivîsên Kafka de diyar dibû û bi taybetî di parçeromana Veguhertin de. Rast e têkiliyên wî bi diya wî re normal bû, ji ber nebûna wê kêm li malê, ku bi bavê wî re dukaneke Modeya cilan vekiribû. Lê Xalanên wî mîna Progonîstan (kesayetiyên romana) di nivîsên wî de serî hildidan.
Di pey bi serketina wî di gimanziyomê de, dest bi xwendna xwe kir û gelek beş guherandin, ta di sala 1906an de zaningeha beşê Zanista Mafnasiyê bi dawî anî û di pey re jî Doktora xwe çêkir.
Li Pragê, komek rewşenbî hebûn, ku Kafka têkiliyên wî bi wan re hebûn, mîna Max Brod, ku hevalê wî ê herî nêzîk bû û bi alîkariya wî pirtûka wî ya yekem ji weşanxaneya Rowohlt, li Leipzigê hate weşandin. Ew ên din Oskar Baum û Franz Werfel. Vê komê carê hev didîtin û di encamê de, navê wan Koma Pragê a tore û wêjeyê hate naskirin. Kafka mirovekî rewşenbîr bû, lê diyar nedikir.
Max Brod ên berhemên wî di pey mirina wî re weşandin, behsê nasîna xwe ya yekem bi Kafka re kir, dem a wî semînarek li ser Schopenhauer da, li dawiyê, ku ez ê biçim malê hate ba min û got: Dixwazim bi te re biaxivim û em bi hev re derketin û me danûstendin dikr ta bû saet 1 ê nîvê şevê, wî ez digihandim malê û min ew digihand malê“
Ji ber mezinê malê bû, diviya kar bike û di pey xwendina xwe re, ji sala 1908, ta 1922 di sîgorteyekê de kar kir ( Sîgrta rûdanan). Di cenga cîhanî ya yekem de, neçû leşgeriyê, lê karê sîgorteya birînderan dikir.
Di wî karê xwe de, pir nivîsîn dikir, lê sipiha wî di navbera 1912-1913an de peqî û pir aktîv bû.
Di sala 1915an de, çîroka xwe ya bi navê Urteil (HUKUM) nivîsî û pê deng veda. Pirtûka xwe ya bi navê „Veguherîn“ jî di wê salê de nivîsî, lê di sala 1916an de çap bû û hate belavkirin. Bi vê pirtûkê şêwazekî nû ji nivîsînê anî qada toreyê.
Lê eger em baş dêhna xwe bidinê, tê derbixin, ku kartêkirina mîtolojiya rojhilatî di veguherîna fîguran de heye. Em dizanin jî, ku cihû jî, hem di Tewratê de û hemî di civakê de, ketine bi bandora efsaneyan de. Di hemî çîrok û efsaneyên kurdî de, em van veguherînan dibînin û Memê Alan baştirîn nimûneye, dema hersê xatûn dibin kevok û textê Zînê dibin, li nik ên Memo dideynin.
Efsaneyên cinan, pîrhevokan, Xerîbo, dêwên heftserî û geleke din jî hene.
Kafka di têkiliyên xwe de, nehewqas sazkar bû, lê bêhtir name ji wan re rêdikirin û bîranên rojane, li nik wî karê sereke bû. Dibe têkiliyên laşane bi Felice Bauer û Juli Wohrezek re çêbûbin, lê ew jî demeke kurt. Em dizanin, ku 2 caran ew Felice Bauer bûbûn dezgîrên hev û cara sêyan, li demên xwe ên dawî bi Dora Diamant, li Berlînê re.
Prof. Rainer Stach, ê 3 Biyografiyên Kafka nivîsîn û lêkolînên hêja li dor Kafkayî kirin, dihevpeyvîneke xwe de dibêje: „ Dema min têkilî bi xizmên Felice Bauer re kirin û dixwest bizaniya çi bîranên nivîskî, ên Kafka û Felice hene, li destpêkê xwe hişk kirin û nixwestin jiyana Felice bi Kafka re eşkere bikin, ji ber Kafka (Wek xizmên wê gotin) bi şêweyekî ne ciwan serederî di gel Felice dikir.“ Lê eger em nameyên Kafka Ji Milena re bixwênin «Franz Kafka di destpêka sala 1920 de Milena nas kir. Di navbera wê û Kafka de hevaltiyeke pir nêzîk çêbû. Jixwe rojnivîsên Kafka kûrahiya rast a vê hevaltiyê nîşanî me daye. Lê em tenê dikarin hizir bikin ku li vir û di van nameyan de, yên ku yekem car têne çap kirin, têne xuyanî kirin: romanek evîndar, orjiyek bêhêvîtiyê, bextewariyê, xwehilweşandin û xwerûxandinê.“ Kafka pir jê hez dikir, lê wê bi şêweyekî din lê dinihêrî.
Sala 1917an nexweşiya êşa zirav pêket û di pey re şewba Spanî. Ji ber karmendekî zîrek bû, zû bi zû ew xaneneşîn nekirin, lê dema zanîn, ku pêdivî heye bibe hate kirin.
Hêdî hêdî êşê lê cor dikir û ji ber bêhêziya laşê wî niştegerî jê re çênekirin û di sala 1924an de,  nema dikarîbû biaxive ji ber êşa ziav li zengelora wî da û di wê salê de, ku temenê wî bû 40 sal koça, dawî di 3. hezêran 1924 li Kierling, Nemsa kir.
Ji ber şêweyê nivîsînê ê Kafka weke şêweyekî taybet bi navê KAFKAÊSK çêbû.
Eger bi a Kafka bûya, dê hevalê wî Max Brod hemî nivîs û xêzkêşanên wî bisotanda, lê wî ew nekir û di pey wexerkirina wî re, xwedî li wan derket û dane çapê, lê bêhtirîn berhemên wî bi destên wî hatine sotan. Eger Max Brod bi a Kafka bikira, niha asteya nivîsîna toreyî dê kêmtir ji pêpeloka niha bûya.
Max Brod, Kafka yek ji mezintirîn helbestvan û nivîskar didît. Di pey belavbûna bermayên berhemên wî, Kaftka nivîskarekî wêjeyê ê cîhanî ye. Kafka ji wan nivîskarên elmanînivîs ê herî bêhtir li cîhanê tê xwendin. Wî bi xwe xwe ne nivîskarekî serketî didît. „Kafka dest bi nivîsîna sê romanan kirin, lê yek ji wan jî bi dawî neanî“ Rainer Stach“ Franz Kafka: ein Genie voller Selbstzweifel | DW Doku Deutsch. Youtube“1.
Çîroka wî ya bi navê Qesir (Schloß), tê de behsê bîroqratiyê dike û nikare bigihe gund û xelkê gund jî nikarin alîkariya K (Lehengê wî K, erdê dipîve).
Çîroka Hukum, çîroka kur û bêv e, mîna Autobiyografî tête diyakirin û K, lehengê wî bi wî re berhev dikin. Parçeyek ji rastiyê tê de heye, lê di zimanê wî de û hêza bêhempa ya tazîkirina buyeran Kafka wekî nivîskarekî dubare nabe, li qelem dikeve.
DOZ, Lehengê wî Yusiv K, tê girtin, sedem nayête naskirin. Rewşeke weha ye, ku mirov qet li bîra wî neyê. Pergaleke surrealî ye. Sedema girtinê nizane, li sedeman digere, lê her careke bersivek bi dest dikeve, pirsek li ba wî durust dibe, tevîhev dibe. Ev rewş sinc û rewştên Kafka diyar dike, pir agahî, agahiyan winda dikin û nahêlin.
Îsal 100 sal di ser mirina wî re têper bûye, lê hîn Kafka tête xwendin û aktuel dimîne.
Ma gelo ew nivîsên, ku Kafka ew gerdûn derbirî, ne ew gerdûna me ya niho ye? Nebawerî, Bîrokratî, totalîtarîzim, Lezûbeziya buyeran, netêgehiştina rêmayên aştî û cengê, guherînên lezgîn, mirov û têkdana jiyana sade- Ev hemî şêweyê jiyaneke tu derbirîn bersiva wê nade.
Ew tişta Kafka li dor wan dinivîsî, îro jî aktuel in, unîversal in. Dibe ev jî sedemek be, ku hîn pir tête xwendin.
Kafka, cih û dem di berhemên xwe de destnîşan nekirine. Zimanekî vekirî bi kar tîne. Xwênerekî wî dibêje: „Eger ez bixwazim nameyekê ji bavê xwe re îro binivîsim, dikarim nameya Kafka bi kar bînim, bêy ku peyvekê lê kêm an zêde bikim“.
Ji xwe ev e, ya ciyawazî û taybetmendiya Kafka diyar dike.
Kafka bi zimanekî hûrgilî dinivîse, an jî pesnê tişta nikaribe were nivîsîn, dikarîbû wan wêneyan weha hûr pesin bide, ew wêneyên em di xewnên xwe ên giran de dibînin.
Dema G.G.Marquez Kafka xwend, hest kir, ku ew gotin, axaftin û peyvên dapîra wî dibêje. Hemî nivîser û hunermendên şêwekar ên Kafka xwendin, Mîna S. Becket, Paul Celan, Harokî Muratamî, Philip Roth, Paul Oster û pir ên din, behitî mabûn, ji şêwe û rêbazên nivîsîna Kafka. Ew tişta li emerîka Latînî di bin navê Realîteya Sihrî de ye, vedigere kartêkirina nivîsînên Kafka.
Kafka tişta paşerojê dê rûbide nivîsî û bêrawestan li ser rêbazên nivîsînên xwe kar dikir.
Kafka kartêkirina xwe li şêweyê nivîsîna cîhanî kir û ew metoda bi navê wî KAFKAESK tê, nivîskarek nikare xwe jê azad bike.
KAFKAESK ew, nivîsa pergalên bîrokratî, totalîter, buyerên bêwate, jiyaneke tarî û bi tirs diyar dike.
Kafka sê salên dawî tenê bi xweşî bi ser ve buhurandin, dema ji Pragê berê xwe da Berlin û li wir bi hevala xwe Dora Diamant.  Rewşa Kafka pir xerab dibe, Dora û Robert Kloppst wî dibin rehetgehê, li Nemsa/Kierling
Franz Kafka Nameya xwe ya herî dawî ji dê û bavê xwe re, beriya ku koça dawî bike,dinivîse: „ Dê û bavên dilovan, ew seredana hun caranan qala wê dikin, wê pir xweş bûye. Em ji zû ve nehatine ba hev. Ev û gelek sedemên din jî hene, li dijî wê seredanê. Divê hun li ber çavên xwe deynin, ku ez nikarim bi wer e pir bipeyvim û eger bipeyivim jî, weke pistepistê ye. Ez dixwazim hun vê seredanê dereng bihêlin“. Û bi sedema stendina dermanên giran di xew ve diçe, û hevala wî dora pênivîsê ji destê wî derdixe û dinivîse:
„ Ez nameyê ji destê wî derdixim. Ev bi xwe hêzek bû“. Di bin nameyê de, diya wî di bin de dinivîse: Ev nivîs roja Duşembê, di 02.06.1924 hatiye nivîsîn û ew di 3.06.1924 koça Dawî kir.mir
Kafka di jiyana xwe de, nepir hate naskirin, lê piştî mirina wî û ta niha, yek bi navtirîn nivîskarê cîhanê ye, ku her demekê dikare bi şêweyekî were xwendin.
Dawî: Nivîsandin ji bo Franz Kafka,jiyan, biserdebirina jiyanê, man bû.
Li hember gefên mezin  ên Kafka, bi kûrahî hest pê dikir, nivîsandin şêweyek ji şêweyên bixwebawrî bû û piştigiriyek bû, di vê cîhana ji piştgiriyê hez nake. Her çend hesta nezelaliyê bi nivîsandinê re tu carî ji holê ranebûbû jî, lê Kafka dîsa jî karîbû hewl bide “bi berdewamî tiştekî ku nayê ragihandin, tiştekî ku nayê ravekirin rave bike.
Nivîskariya Kafka ya toreyî nûnertiya veguherîna estetîkî ya helwesta wî, ya jiyana wî. Di “ tişta ku bala mirov, li ba Kafka dikişîne, ne encama nivîskariya toreyî ye, ku rojnivîsk û nameyên wî jî tê de hene, belkî têkiliya wî ya kesane ya bi nivîsandinê bixwe re. Pêdiviya wî ya hundurîn bi nivîsînê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…