Xelwetgeha Ronahiyê.


Mizgîn Hesko

Nîvê şevê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!

Matmayîneke herî sosret
Canê min…
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min…
Dikeritîne!

Tarîbûn berbelav e
Û ez…
Di xelwetgeha ronahiyê de
Bê zar û ziman
Wiha mendehoş

Ji şûşeya gerdûnê
Dêrîntirîn mey
Bîstikên revînok
Bi min re dinoş..?!

Xelekek tije hezî
Û nîv şevek avrayî
Bi hilma gulavê

Destên ronahiyê ne
Min…
Tevlî bêdengiyê dikin
Û hîn…
Li ser tayekî zîz û nepenî
Dilê min
Radixînin?!

Heman dest in
Min…
Ji min bê basik
         Û bê can dibin

Diçim tewafa
Heyveronê
Heft caran
Sermest
Dizîvirim
Li gerdûnê

Bê çare me
Tevlî…
Malstêra demê dibim
Xwe jibîr dikim
Ku vedigerim
Û tarîbûn berbelav e
Parçeyek ji min
Li wir…
Di nimêjê de
Hîn dimînim!

Xelekek dagirtî raz
Û nîv şevek herî naz
Bi hilma enberê

Min…
Tevlî hêminiyê dikin
Û hîn…
Li ser tayekî nehînî
Hişê min dixwînin?!

Tîrêj in
Û nîvê şevan
Min…
Tevlî taveheyvê dikin
         Ne Vînos
         Ne jî stêreke bi coş û xiroş im?!

Xuneceke sor î bêguneh
Diçe serdana kadizê
Ku tarîbûn hîn berbelav e
Şeva nîvê şevê
Xwe ji bişkojên dargulê vedizê
Û tevlî…
Asîmanên nenas
Dibe!
Xelekek tije stêr
Û nîv şevek..
Ji yaqut û zêr
Bi hilma miskê
Û ez..
Mat û behitî
Hîn…
Dest ji xwe cûyî ….!!!!

Heman dest in
Hîn…
Li ser tayekî
Ji hevrîşimê tenik
Tiliyên min vedikolînin?!

Destên ronahiyê ne
Na…
Ew bitenê ne Destên ronahiyê ne
Lê…
Roniyeke hîn cudatir
               Û bihtirîn çirisîn e

Hin caran
Min…
Tevlî xelek û şemalê dikin
Û hin caran
Li ser CamaCem
Têne pêşberî min

Rengvedan in
Sivik û ciwan in
Û hîn…
Li ser tayekî razber
Rewanê aşiq disohtînin?!

30. Berfanbar 2021.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…