Ji Ristezara Elindê…1.

Mizgîn Hesko

Rist….?!  û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be.
An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîşan dide û wan tînê holê.
Bi Ingilîzî= Sentence.
Bi Almanî = Satz.

Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiştekî nuh .
Mirov dikare bi teşiyê….rîsê xwe birêse : wiha jî û di dem û dewranên berê de, dapîr û dayikên me, „Hirî „ bi teşiyê ve dikirin û jê/ BEN/ çêdikirin .

 

Hêjayî gotinê ye ku Ben/ Werîs /  alaveke girêdanê ye, yan jî, ji bo hevgirtina, hevgirêdana du tiştan tête xebitandin û wiha jî dikare ji bo helawîstkirinê / daleqandinê/ jî pêwîst be.
Di warê zimên de jî hema, hema heman wateyê dide û ji mînakên wê: malbend, kombend, benemal û hwd. Ango girêdana komek ji tişt yan ji kesan bi hev ve.

Benik =  Benik jî, ku benên ziravik û nexişandî ne, berê zarokên sava û nûçêbûyî bi wan dihatin girêdan, ango pêçeka zarokê, ev da ku pişta wî/wê rastir be.
Belê û bi dîtina min û dibe ku şaş bim jî, Ben =Benik jî û ji aliyê Etymolojiyê, nêzîkê vê  jêdera Latînî ye = band, Binde,bindefaden.
Navika jinê jî dikare di heman demê de (ben) be. Ango benê girêdanê di navbera malzaroka dê û navika bebek û hitokê hîn jî ne ji dayik bûyî…?!

Sebaret bi teşiyê û rîsê ku tê ristin, mirovê afrêner jî, gotinên xwe, didirêse û wan bidar ve dike, bi vegotinên herî ciwan, cuda û sosret wan derdibire ..!
Ev vegotin, bi girêdan, bi benên nepenî bi hev ve girêdayî ne û di dawiyê de yek metinê avakirî bi derbirînên cuda tînên holê.
Bêguman û li vir jî… rîs û ristina herî kubar, watedar, xwedan armanc û bedew dikare hişê xwîneran,  bi benikên zêrîn bi xwe ve girê bide.

Hêjayî gotinê ye; ku kurdan û di dem û dewranan de, li gor fêkî ( Sews. mêweyên)  ku di siruştê de heyî, xwarin, vexwarin û şîranî dirist dikirin. Wan jî navikên gwîzan bi darve dikirin û di ava şêrîn yan jî ava hinarê, yan jî ya tirî de dikirin û wiha jî wan Beniyê gwîzan ên xweş çêdikirin. Niha jî ev şêweya şîranî li gundewarên Kurdistanê tên çêkirin, kirîn û firotin jî.
Ristik jî = morîkên ku bidar ve dibin û jin wan ristikan li xwe dikin.
= wekû xemlê û ji alavên ciwaniyê.

Lalezar- Gulzar yan jî Gulîzar = Ji dema Kilasîkên Kurdan:
Tekez ev gotinên hevdudanî û pêkhatî ji du gotinên xûro bi kurdî, dema ku bi hev ve dibin, tên û wateyeke wiha ciwan î ( nuh) din tînin holê.
Di çarînên Baba Tahirê Uryanî de, mirov zêdeyî carekê li rasta ev ê Lalezarê tê. Ango bi wateya zevî û bistanê Laleyan.
Wiha jî kilasîkên me û di metinên xwe,dubeytî û  ristên stûnî de, Gulîzar bi heman wateyê xebitandine.
Ango zevî, bistan û bexçeyên gulan.
Sebart bi kilasîkên me û rastî û vekirî min bi riya pêkanînê, gotina „Ristezar“  afirandiye. Ango ji Rist û Zar, Ristezar tê û zevî, bistan û bexçeyê ristê yan jî ristan nîşan dide.
Ristezar= بستان السرد
Bi vê yekê û bi vê xebitandina nuh, qet xwe şaş nabînim. Zimanê Kurdî pir kûr û dewlemend e û hişkere dibêjim: ku min ev gotinên nuh û bi zanebûn, dane çêkirin û afirandin, ji ber ku pêdiviyeke û divêt ku bête kirin û nemaze di warên wêjeyê û meydana hunerî de. Ev gotinên nuh ji malbata heman zimanî ne û ji rîsê Kurdî ne. Tekez dizî li vir nîne, lê wêrekî û hewildan heye…!!!

*Ji Ristezara Elindê = من اشراقة بستان السرد
* Berhema ku hin caran pê ve mijûl dibim û hin ji nerîn, raman, rojnivîsên xwe tê de dinivîsînim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…