Dîwana Neynikên winbûnê di kevalên Dildar Felmez de

Nivîskarê Deqê: Xalid Xelîfe
Wergerandina ji Erebî: Mehmûd Badilî
Dema ez ciwanekî piçûk bûm, min dixwest bibim nivîskar. Di qonaxeke pêş de, min helbestên dîwana Ferec Beyreqdar a yekê ya bi navê “Tu ne bitenê yî” xwendin û bi hevalên xwe yên nivîskarên ciwan re, bi taybetî jî çepgirên nifşê xwe re, dan parvekirin. Piştî wê helbesta wî ya bi navê “Gulsurxî” di sala 1981ê de ku di pirtûkeke piçûk de hatibû weşandin û me ew wek belavokekê bi dizî li nav hevûdin da belavkirin, nemaze ku helbest giyanê “Xusro Gulsurxî” helbestvanê ku ji aliyê sazîya SAVAKê ya Şahê Îranê ve hatibû bidarvekirin, silav dikir.

 

  Demek dirêj derbas nebû ku Ferec Beyreqdar hat dîlkirin û bi hevalên xwe re hat girtin û çarde salan ji temenê xwe di zindaneke zor û tarî de derbas kir, tenê ji ber ku (NA) di rûyê desthilatê de got. Me peyala helbestvanê xwe yê girtî di hemî şevbuhêrkên xwe de hilda, me tenê ev karîbû bikira, û me xwendina helbestên wî dûbare dikir, tev ku em ne pabend bûn û ne difikirîn jî ku tevlî çi partîyên siyasî bibin. Em komek nivîskarên çepgir ên ciwan bûn ku bi pirtûk û hunerê mijûl bûn û xwesteka me yek bû ku bibin nivîskar.
  Hevdîtinên min ên bi Ferec re piştî azadbûna wî di şevbuhêrk û cihên cuda yên cîhanê de tên bîra min. Ew hîn jî hevalê min e ku ez gelek hêvîyan di wî de dibînim. Hevaltîya me ya ku di nava demên dûr û dirêj re mezin bû, hîn jî bîranînên dilsozîyê hildigire, ew tu carî bi dawî nabe. Her tim gotinên ku em li dûv xwe bihêlin hene.
Dema ku ez di nîvê meha Çile de gihaştim Zürichê, telefonek ji Dildar Felmez ji min re hat, ev hevalê winda, ji min re got ku ew li Zürichê ye û nêzîkî mala min e, ew nagihanên xweş ku li her cihî ez li bende wan im. Ji nû ve em pêrgî hev bûn, mîna ku ji hevdîtina me ya dawîn a li Şamê bêhtirî deh salan derbas nebûbe.
Hîn Dildar tê bîra min, ew xortê ku ji Hesekê dihat, bihna zevîyên wê li ser çermê xwe hildigirt û li Şamê dadiweşand, ew ji xortên nifşê xwe veqetiyabû, ji derveyî refê wan distira, rengên xwe yên axîn, rengên zevîyên Hesekê bi xwe re hildigirt û li çi deverê bi cih dibû ew belav dikirin.
Hîn jî tabloyên wî yên pêşî yên ku li Şamê xêz kiribûn di bîra min de ne, taybetîya wan, tevlihevî û matmayîna di şêweyê de ya ku pê distira li bîra min e, ku her kes di nav rengên germ û geş de noq bûbû, lê Dildar di nav rengên sar ên xwelîyê de winda bûbû.
Ku Dildar helbestên Ferec Beyreqdar di pirtûka wî ya bi navê “Neynikên winbûnê” de diwênîne, xwedîyê çîroka jankêş a sûrî bi rengekî taybet, ku helbestên xwe di zindanê de nivîsandine û bi qaçaxî ew derxistine derveyî zindanê, ku yekemîn car di sala 2005an de piştî demeke dûr û dirêj a desteserkirin û qedexekirinê hatiye çapkirin..
Ev hevbeşîya afirînerî ji bo min bûyereke kesane ye ku du hevalên min li hev dicivîne û min vedigerîne bîranînên ku heta nuha dev ji min bernedane.
Dildar li karê tecrîbê vedigere ku ji bo her şêwekarekî xewna hebûn û mayînê ye, bi keresteyên giran dinexşîne, bi herî û kerestyên têvil û cuda kevalên xwe li ser cawê req û depên darîn xêz dike, li gorî bêrîkirina xwe ya wan zevîyên berfireh re ew siruştên helbestên Ferec Beyreqdar ji nû ve diafirîne, yê ku Sûryayê ji hindirê wî derneketiye, û qet dernakeve tev ku ew ji bîst salan ve dûrî wê dijî, tev xemgînîya ku wî dîtîye û ya ku me jî bi wî re wek xelkên Sûryayê bînaye.
Bi serbestî, em dikarin di van kevalên Dildar Felmez de hêza derbirrîn û vegotinê bidin destnîşankirin, bi rengên wan ên axîn ku nêzîkî qehwerengî ne, û bi tevhevkirina wan bi her tiştê ku ew erda dûr tîne bîra me ku helbestên Ferec bi êş û xemgînîya wê, bi tenahîya wê û bi dûrketina ji hezkirîyên wê bi wê tije ne. Lê ez ê ku herdem li wateyan digerim, ka gelo Dildar dê çawa vê helbesta han binexşîne:
“Dilê wî zengil e
Laşê wî kinişt e
Çavên wî,
li ser jineke
ku xemgîniya xwe li xwe dike
û ji vegera wî re
Ahenga hêsiran li dar dixe, girtî ne.”
Em çawa dikarin winbûnê binexşînin, xêzên tabloyan ên ku bang dikin, cîhanên wan ên mendehoş, ji me re veguhastineke nû ya Dildar ê şêwekar jî vedibêjin, Dildarê ku em hîn jî li benda wî wek helbestvan û wênesaz gelek hêvîyan dirêsin …

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…