JI PERÇEMÊN SOZÊ


Şukrî Şêx Nebî

ew embûn …
nizanim
yan ew ezbûm ?
yê ku meşka sozê dikland
li ber kêlegora rista wategehan
ji heyva tîyenoş..

heya qonaxa heyva
bi betreyên perperîkan kemilî ?
ew şîlbarê ..
hûrpelîkên kevneşop
û hindek tîpên mayî
ser sînga qermîtkan
û sulsala..
ya ji beravîtinê zayî … !
di gewrîya helbesta nuxumî
ser pişta himehima xaçerêkan
dê çi bibê
û çi nebû …!
hindek ewrên havîna tîne
yan jî
babelîzoka fe””””””””ala qereçêne
yan jî
guregura
xilçikên vedengêne !
yan jî
omîdên çaleçepin
di kûpê şevêda
çavqurçonekê
bi evînêre dileyzîne ?!
li xwe…
em vegeryan
ji jiyana heft rengî
istûneke
ij konê heft meqamên awazê
istûnek
mestenoş ji konê heyva heft rojkî
û me dest Ji bûka
ser pişta pûtan me şuştin…. !?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….