Xemgîn Remo
Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir …
Dar jîna min nû ciwan bû
Şax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir …
Yarê .. çira ya şevtariya
Zivistana reş bi dawî bû
Ey tîna germerojên hêviya …
Mêrg û çîmen yane yên me ne
Eger tu bibî palevana gula
Ezê bibim nêçîrvanê perwana
Li nav zeviya ….
Ji bade ya lêvên lale
Bila biherikin co û cobar
Da mest û mest
Her binoşim meya kevnar …
Tê dil û can ji min bibî bi mestî
Xweşiya vînê her eve
Da ku nebêjim :
Di jînê de nebûm jîndar ….
Dirbêsiyê / 11 / 4 / 24
Ey tîna germerojên hêviya …
Mêrg û çîmen yane yên me ne
Eger tu bibî palevana gula
Ezê bibim nêçîrvanê perwana
Li nav zeviya ….
Ji bade ya lêvên lale
Bila biherikin co û cobar
Da mest û mest
Her binoşim meya kevnar …
Tê dil û can ji min bibî bi mestî
Xweşiya vînê her eve
Da ku nebêjim :
Di jînê de nebûm jîndar ….
Dirbêsiyê / 11 / 4 / 24