Alan Hemo
I
Bûye mîtolojiya jiyana min
Ne jê bawer dikim
Ne dihêlim kes li derewê biqelibîne
Li pişt tiştan maye
Ne dibe tişt
Û nedihêle tişt azad bin
Wilo wekî her roj
Bi eynî wateyê xwe vedigerîne
Niza’m tu çawa xwe vedijînî
Te av nadim, -ji zû ve min mey nenoşiye
Û min axa li dora te mist nedaye
Yeqîn rehên te di hestiyên min de bişkivîne
De bela wekî te be Periyê
Ku wekî te be, wê her jî wekî dilê min be.
Perîcanê niza’m çima mahdê vê rojê bi min re nexweş e
Gelo ev berovajiya mahdê min e!?
Eynî guman e
Niza’m tu li bîra min î, niza’m ne na
Te zeft nakim
Tu dişibe her tiştî, -û tiştek naşibe te
Canê,
ma dibe ku ew tiştên ku di çavên xelkê de dibînim rast bin?
Dema di rê de pêrgî min dibin
Bi lez rûyê xwe ji rêya min didin alî
Pornekurê, hema tenê ev tişt nebe!
Karê kesî bi min tune
Û ne karê min heye -bi tu kesî
Karê min be Canê, kara min be!
Û ka em binêrin wê Xwedê çawa bike
Xwedê!
Kenê min bi vê gotinê tê.