Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Şilêswîg)

Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Şilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêş rabe.
Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin.
Hin endamên Komeleyê jî xwebexş dê piştî hilkirina agirî diyariyan li ser zarokan belav bikin.
Bername wê bi govend û şahiyê li dora agir xweştir bibe.
Em ji amadebûyan hêvî dikin, paqijiya navenda bajar û ewlehiyê biparêzin.
Dîsa jî, em ji Kurdistaniyên xwe daxwaz dikin ku ahenga xwe bi aramî û xweşî pêk bînin û wateya Newrozê nîşan bikin.
Newroz nîşana aştî ye û agirê Newrozê simbola azadiya Kurd û Kurdistanê ye.
Pabendî bi yasayên welatê Elmanya derbarê pêkanîna ahengan pir giring e, dîsa em ji gelê xwe dixwazin bi şêweyekî şaristanî û hêja Newroza xwe pîroz bikin.
Newroza we pîroz be
17.03.2024
Şîlan Doskî
————–
ئامادەكاری یێن جەژنا نەورۆزێ ل باژارێ شلێسویگ
ب بوونەیا ھاتنا جەژنا نەورۆزێ، كۆمەلەیا كوردی-ئەلمانی ل باژێرێ شلێسویگ دێ ب ھندەك چالاكی یێن بالكێش رابیت.
ل رۆژا 20.03.2024 دەمژمێر 16:00 ب ڤەخوندنا كەسایەتی یێن باژێر دێ ئاگرێ نەورۆزێ ل ناڤەندا باژێر بێتە ھل كرن و ب دیاری كرنا گولان ل سەر ئامادەبوویان نەورۆزا وان بێتە پیرۆز كرن.
ھندەك ئەندامێن كۆمەلەیێ ژی خوبەخش دێ پشتی ھل كرنا ئاگری دیاریان ل سەر زارۆكان بەلاڤ بكەن. بەرنامە وێ ب گۆڤەند و شاھییێ ل دۆرا ئاگر خوشتر ببیت. ئەم ژ ئامادەبوویان ھیڤی دكەین، پاقژییا ناڤەندا باژێر و ئەولەھییێ بپارێزن. دیسا ژی، ئەم ژ كوردستانی یێن خو داخواز دكەین كو ئاھەنگا خو ب ئارامی و خوشی پێك بینن و واتەیا نەورۆزی نیشان بكەن. نەورۆز نیشانا ئاشتی یە و ئاگرێ نەورۆزێ سمبۆلا ئازادیا كورد و كوردستانێ یە.
پابەندی ب یاسایێن وەلاتێ ئەلمانیا دەربارێ پێك ئینانا ئاھەنگان پر گرنگە، دیسا ئەم ژ گەلێ خو دخوازن ب شێوەیەكی شارستانی و ھێژا نەورۆزا خو پیرۆز بكەن.
نەورۆزا وە پیرۆز بیت.
17.03.2024
شیلان دۆسكی

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...