Berhemên Nû

Berhema 14.mîn a helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko ronahiyê dibîne.

 

Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko û bi berhemeke wêjeyî û ramiyarî nuh tête pêşbirî xwînerên zimanê Kurdî û hezkiriyên bexşan û nivîsên cuda û balkêş.

Bi nerînên nuh û bi derbirînên wêrek û balkêş, Mizgîn Hesko hewil dide ku ji nuh ve, hin ji mijarên wêje û jiyanê vekole û wan bi form û şêweya bexşanê bixwîne û bi xwîner û şopînerên xwe bide xwendin û hezkirin. Tekez ev yek bi zimanekî Kurdî ciwan, hêsan û pir zor jî di heman demê de.
Ev berhem hejmareke berçav ji rojnivîs, nerîn û dîtin û ramanên jineke navdar û torevan hildigire xwe ku ew û ji mêj ve di asîmanê wêje û helbesta Kurdî de beşdar e.

Hêjayî gotinê ye ku ev şêweyên nivîs û bexşanên cuda di navbera Mijdara 2022 û ta bi Gulana 2024- an de hatine afirandin. Hin beş ji wan jî di Sosiyal mediyayê de û di hin malperên Kurdî de hatine belavkirin.

Weşanên Sîtav/ 382

–    Navê Berhem: Ji Ristezara Elindê.
–    Çapa yekem/ Tîrmeh 2024.
–    Tabloya Berg: Omran Shekmous.
–    Edîtor: Qahir Bateyî.
–    Hejmara rûpelan: 129, rûpel.
–    Mijar: Rojnivîs. Raman.
–    ISBN: 978- 625- 8255- 22- 5

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…