Helbest u Vidyo Kanya rondika Nivîskar: welateme 2006-07-07 Parve bike Seyid Feysel Moctevî / Senendec Xemê dinê, Dina sar Wekî qapûsa şeva reş Û tarî Çavê mi tirsand Rengê jiyanê Di jiyana mi de Wekî befra Sîpanê Qerisî Çavê minî gevr û gol Li ser rêkekî sipîro Diziqite Dengê min Bê cihab Wekî malê qelp Ser mi de Tê zivirandin Tinê me Bêkes û kar Bê xweyî Bê ser Bê mal û der Dipîvim Rêyê bê rê Dikevim Şopê befrê Ba Baran Bahoz Sir û serma Jîna min dike aloz Dixazim Bişom çavê toz girtî Bi ava kanyê Kanya rondika Lê Mij bîr kir Roja doho Kanya mezin Kanya çavê min Ji ber Zarûkê pêxas Bê der û mal Tênî , birsî Bê reng û hal Êtîm ji dê û bab Rijya û ji deşta sûmetê mide Wekî çemê zer ji xola vê deştê de hate xar Rêvîngo Eksekê bigre Ji kendalê lêmişta sûmetê min Û rengê axa dora çem Bifroşe Bifeoşe devlemndê bê derd Tesvîra derd,gul,xem Rondka şikstî Ber çavê Êtîm Bêxudan Bêkes… ————— 2006-07-05 Helbest :Nû Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
Gotar Konferansê «Kurdên Qefqasyayê» Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke… 2024-08-18
Lêkolîn Rola kovara Ronahî di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de xelek 17, ya dawiya lêkolînê ye Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa… 2024-08-11
Nûçe ”Pênûsa Nû” hejmara 108an Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,… 2024-08-09
Helbest u Vidyo Canê buhiştî Rewan Oso Tu çûyî, şev bi hesreta te sar û dirêj bûn… Dil jî bêyî te qerisî, li pey çûna te civata… 2026-11-05
Helbest u Vidyo Çima ez?! Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî… 2026-11-04
Helbest u Vidyo Ramana destan Ezîz Xemcivîn Dema destên min di xatirxwestina destên te de diramin, ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin! Gulşeng bi serê lêvan jî… 2026-11-04
Şîrove (0)