hevpeyvîn bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebdulrehman Alucî re

 

Koçka rojavayî Kurdistan

( têkiliya di navbera rewşenbîr û tevgera kurdî de ) mijara danûstandinê bû di koçka Rojavayî Kurdistan de roja 16/7/2006 bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebulrehman Alucî re. Danûstandin bi vî hawî biberve çû :

piştî Silavin gerim ji rêveber û mêvanên koçka rojavayê kurdistanê, berêz Alûcî weha axifî: Ez bihêvî me ko em demeke xweş bi hev re bibhurînin , Berî Şeş heft mehan em ketine vê mijarê de , nemaze sistbûna têkiliyê di navbera tevgerê û rewşenbîran de û ji milê din ve gelek caran gilî û gazinên di nav herdiwan de dighêje pileya êrîş û êşandinê û ji warê rexnê durist û avadaniyê derdikeve eger em kêmasiyên  tevgerê bijmêrin dê gelek bin , lê kêmasiyên rewşenbîran jî hene û ew jî gelekin , ev kêmasî fireh dibin û nayên çareserkirin , ji ber her alîk ji wan dixwaze sedemên kêmanî û paşveçûnê bavêje ser ê din û gunehê wî giran bike , lê mafên tevgerê li rewşenbîran hene û ji wan tête xwestin ko tevgerê bi pêşxînin û geş û dewlemend bikin û raman û behweriyên xwe bi awakî zanistî pêşkêş bikin ko bibe gavek hêja di warê pêşketinê de , her wiha mafê rewşenbîran jî li tevgerê hene ko cihê wan bête xuyakirin bi rêz û hurmet ko xwe nebînin di bin êrîş û astengiyên ko tevger li wan girêdide  . Ew cudabûn û gilî û gazin tevde bê sûde , û kelem û kortalan bêtir dike , ji ber ko roj bi roj dûrketin peyda dibe û rexin dikeve warê şer û rûxandinê…  Raste kêmaniyên tevgerê hene û di warê parçebûnê û jihevketina partiyan , û herifandina navxweyî gelek endam û mejiyên hêja têne  sutandin bi ezîtiyê û malbatiyê û êlperestiyê , herwkî hinin gellkî paşmayî û kor û kevinperest rengê nûjeniyê li xwe dikin û bavê xerabiyê ne , ev xerabî peyda dibe di komîteyên navîn û komên serekî yî konevanî cihên biryar û nerînên ewan hêzên kurdî li rojavayê kurdistanê , ev karê kêm û xerab destin gemar bi dû wan de hene , çi  perçebûna partiyan be , yan jî dûrxistina rewşenbîran ji xebat û têkoşînên  tevgerê .
Pirsa ko tê kirin û em Karin li ber rawestin eve : ta kengî dê tevger ji van kesên xêrnexwaz û qirêj xelasbibe û kesên dilsoz û paqij ê dûrî tevgerê bimînin , û bisedan ji wan endadmên delal û heja vegerin ware kar û xebatê di tevgera xwe de ê ko li malên xwe mane , û ji ber karê evan kesên qirêj xwe dane alî  ?
Ev pirs xurtir dibe dema ko rewşenbîrên kurd dûrketinê ji xwe re bikin kar û rê vekin ji van kêmasiyên tevgerê ko bibin girêk û kwînêr û laş biaxive roj bi roj da ko nema çareserî bimîne , lê têkiliya dinavbera rewşenbîran û tevgerê de dê çêtir bibe çaxa em sedemên cudabûnê çareser bikin û tevger xwe bêtir nêzî kesên paqij û hêja û zane bike – ji rêziman zana  , nojdaran , konevanan , dîroknasan ….td – da ko ew bi alîkariya evan mejiyên hêja xwe rake û dengê xwe bêtir bighîne cîhanê û kêşeya kurdî bighîne qonaxeke pêşveçûyî , û gerek têkilî li ser bingehin xurt rabe û encama evê têkiliyê serkeftina kêşeyê be berî her tiştî .
di evê dîdarê de gelek kesan beşdarî kirin , ji rewşenbîran û endamên tevgerê , û didanû standin geş dibû bi sênga fireh ji rexna re , di encam de hate xuya kirin ko tevger û rewşenbîrên kurd dikarin li hev guhdar bikin bi rengekî nûjen û şaristanî ,tev ko carna rexin ji ware xwe derdiket û diket warê kîn û êrîşê de ew jî kêm bûn beranberî rexnên zelalî bi sûde , ên ko mirov karibe sedemên dûrketinê tê de nas bikin û diyar bikin.
Ev dan û standin û ronî kirin demeke baş stand û daweriyin xweş ava kirin di warê yekitiya tevgerê , û tiştên erênî têde , û bi taybetî yekitiya partiyên nêzî hev di warê raman û baweriyan de ,  ev partiyên rabûrî yên ko bûne sedemeke serekî ji dûrketina zane û rewşenbîran û dilsazan û endamên hêja , û valayî û kêmayî di tevgerê de li dû xwe hiştin , û derfet dan gelek kesên nehêja û keysperest û revoke û tirsonek , ew kes ji rewşenbîrên ko karê wan rexne ji bo rexnê ne jibo ava kirinê , û êrîşan dikin ta ko kêmasiyên xwe veşêrin û tevgerê bi êşînin û alîkar bin bi dijmin re û çav reşîkê têxin nav millet û tevgera wî de .
Di dumahiyê de bi dilsozî û kêf xweşî ev mijar hate qedandin û bû bingeheke ji mijarin dîtir re , ko têkeve warê avahiya tevgerê û nêzîkayiya di navbera wê û rewşenbîr û hunermend û zanayên li rojavayên kurdistanê û hersî parçeyên dîtir de  jî .
Hêjayî gotinê ye kû Koçka Rojavayî Kurdistan ji layê hunermend Şevger û bi alîkariya gelek xortên hêja wek (admîn), tê birêvebirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…