Rêncberên wek min wan baran datînin ser pişta min û bi rempa kumyonê ve hildikişim. Ax..ax !. Çiqas bêxwediya rempê dirêj dirêj dibe, lo. Hûn zanin çiqasî giran e !?. Xwêdan di pêlavên min re dertên, dilê min her dikude û gurmîn e. Bihna min bi zor derdikeve. De ka di bin vî barî de bi evrazekê ve hilkişe, ezê bibînim !!?. Her ez lingekî xwe hildidim, rempe diheje û lingê minî din wek têlê, wek qesela genim li ber ba dixile û dilerize. Ez di dilê xwe de nimêj dikim û dibêjim xwedêyo..Tu parêzer î, alîkarê min be, hema ez saxlem bim û karibim ji wan çêliyên devekirî re bixebitim, hema heta Şêro dibistanê kuta bike, karekî ji xwe re bike. Wê barê min jî sivik bibe. Bi van nimêj, lav û hêviyan ez digihêm dawiya rempê. Sawêr xwe didin alî, lê piyalek qiriktaliyê diherike nav dil û hinavên min.
Apo Can: (Bi vî navî ban min dikir, tevî bi 20 salan ji min mezintir bû): Min ji şêro re got: (xwe winda meke û zû bixwîne. Ev e, alîkariya te û karê tu ji dêla min bikî).
Apo Can. Ez wek giyayê di bin hîmekî de me, lê giya dibin kevir de namîne, ez zanim!!. Tu zanî giya çendî nerm, xilexav û bêhêz e. Ez jî wek wî giyayê bin kevir im, kêferatek giran dikim, ez bi dijwarî xwe ji bin kevirê giran derdixînim û ji vê armancê re ez piyala temenê xwe dadiwerivînim gewriya çêliyên xwe.
Apo can. Ez serbilind im, lê jiyaneke tal e, tal.