Peyamek bo Yekîtiya Ewiropa
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Bo birêz serokê Yekîtiya Ewiropî
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Bo birêz serokê Yekîtiya Ewiropî
Gelê Sûriyê renc û azareke tund û dijwar li jêr destê rêjîma despotîk ku siyaseta cudakirin û dûrgirtin û tepeserî û destdanîna ser azadiyên giştî û binpêkirina yasayê ji xwe re rêbaz digire, dikşîne.
Zordarî û sitemkariya rêjîmê gihişte tevahiya gelê Sûriyê nexasime piştî rawestandina dezgehên destûrî û nebûna rêjîmeke demokratîk ku rê li ber gel veke ji bo bikaranîna mafên xwe yên rewa û xwezayî di hilbijartina serkirdayetiyên xwe bi şêwazeke azadane dûr ji fişar û zixtên ku bûne beşekî sereke ji konevaniya rêjîma despotîk.
Tevahiya tiwêjên civaka Sûrî tûşî tepeserî û zordarî û bêparkirina mafên rewa tên , û di nav de Kurdên Sûriyê yên ku dehan hezar kes ji wan ji sala 1962an de ji mafê hevwelatîbûnê û nasnameya niştimanî hatine bêparkirin tev li koçbarkirin û renckêşanê .
Eniya Felata Niştimanî van bikaranînên li dijî Kurdên Sûriyê û karên sitemkar yên ku bi wan tên kirin şermezar dike.
Her weha, EFN ji Yekîtiya Ewiropî (YE) dixwaze ku ew hindek pêngavan werbigire bi armanca tenêhiştina rêjîma Sûrî û bikaranîna fişaran ji bo misogerkirina tenahiya gelê Sûrî û bicihanîna guherîn û veguherîna berev rêjîmeke demokart û rizgarbûna ji tepeserî û despotîsmê.