
Nêrîna mamosta Ismail Omer
Serokê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( Yekîtî)
Tişta ku mirov hêvî dike, ewe ku rojnamegeriya kurdî û kesên ku têde di xebitin û kardikin, ku karibin bi rengekî rast û durist êşa miletê me derbirrin, hevrikî û nakokiyên kesayetî nemînin û wan ji navbirê rakin . karibin deng û rengekê pak û xweşik li ser rewşa miletê me, li ser doza miletê me, li ser pêşeroj û hêviyên miletê me bidin û bigihînin xelkê .
Nêrîn mamosta Nisrîn Têlo
Ez di xwazim wilo bi gelek cediyet lê binêrim, ji ber bi teybetî aniha rojnamegeriya Elektronî ez li ser radwestim, ji ber ya herî peyda di nav destan deye îro û ya herî erzan jî dîsanê ewe, lê bes divê em li wan bigerin, ewên ku tektîka gotinê nasbikin û bi Karin gotina xwe bi gihînin, ew gotin berê xwe bide û cihê xwe jî bigire, rayên xwe berde û bi karibe tiştekî li pêşiya xwe veke .
Eger em gotinan bi hijmêrin, yan em helbest û çîrokan bêjin, hingî emê dîsanê xwe bi cûn .
Ev yeke ne ma me divê û em di xwazin xwe ji vê çandê dûrbikin, û ji me re ne ma êdî lazime ….bese …..
Em dixwazin eger hevgirtinek jî di nav rojnamevanên me de hebe wê tiştekî başbe, wek mafekî, anko mafek hebe, wek mafragirtin û mafparastinekî, mafê çapkirinê jî hebe, bi izna xwedê wê ev yek jî çêbibe, aniha tişta ku em di nivîsînin, ez bala xwe didimê de caran mirov di tirsê ku bîr û ramanên mirov hatine dizîn, yan pêgera (mihwera) çîroka mirov hatiye dizîn…we naskir….!! Ew tê berherkirin, kirasê wê tê guhertin, an jê caran helbest bi xwe jî li cem me tên dizîn, ev tişt gelekî li cem me çêbûne û çê dibin, ji ber mafê nivîskaran tuneye, mafê çapkirinê nayê parastin.
bi Erebî jî ew yek divê hebe, ji ber em bêjin û ne hêjin beşek ji rojnamegeriya me, çanda me bi zimanê Erebiye jî, ew yek, ya diduwan, ez di xwazim guhdan û hawildariyek gelek hebe ji zimanê kurdî re, aniha zimanê kurdî yê ku em helbestê yan çîrokê pê di nivîsin, divê gotinên Erebî têde tune bin, ew ziman ji peyvên Erebî valebe, çênabe em jî rabin û ferhengekî ji wan re deyînin, û bi din xuyakirin ew gotin wateya wê eve û ya he ewe, ji bo xatirê ku her yek vegere ji ber xwe ve û lê bigere, ji bo xatirê zimanê xwe xurt bike, divê em tucarî şerim nekin dema ku em bi zimanê kurdî yê şêrîn û xweşik, yê rast û hevgirtî bi axivin, ji ber ku dema em bi zimanekê rast di axivin yên li dora te wilo di nêrin xelas mîna yekê ku di xwazê xwe pêş xelkê bikê ku ew rewşenbîre, divê ew nêrîn tunebe .
Divê bibê tiştekê normal û em zimanê xwe yê kurdî bi axivin bi rengekê pak û paqij .







Şîrove (0)