Gotar

Sibe Ewê Bê Û Mamoste Hadî Behlewî

Konê Reş

    Piştî salên dur û dirêj, çavê me bi diwana helbestên mamoste Hadî Behlewî ket.

Dîwana wî ((Sibe Ewê Bê )), 32 helbestan di nav 104 rûpelan de kom dike. Mijarên helbestên wî li dor çend zîlanan digerin wek: Kurdperwerî, mirovantî, evînî û civakî..

   
  Hêjaye gotinê, ku mamoste Hadî Behlewî, ji mamostayên zimanê erebî yên kevne di dibistanên Qamişlo de. Wî di sala 1978 an de xwendina xwe di zankoya Helebê de beşê zimanê erebî bi dawî aniye…Di sala 1966 an de helbest bi zimanê erebî hûnandine û ji sala 1969 an û bi virde, bi herdû zimanan / Kurdî û Ereebî / helbest hûnandine û wiha ta roja îro berdewame…  
Mamoste Behlewî ev dîwana xwe kiriye diyarî ji çend kesan re:

Yek ji wan bavê wî (Mele Şêxmûsê Qerqatî )ye, yê din ( Mîr Celadet Bedirxan ) e,di gel pakrewanên Kurd û Kurdistanê…

  Ji destnivîsên mamoste Hadî Behlewî :

      Dîwanek helbest bi kurdî û erebî, di bin navê ( Ji Dil )

      Dîwanek din , xurû bi Kurdî ye, amadeye ji çapê re.

      Çîroka Siyabend û Xecê , bi helbestî hûnandiye.

      Pirtûkek ji bo fêrkirina zimanê kurdî, bi kurdî û erebî ye.

Mamoste Behlewî di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye… 

Em jî , ji dil û can mamoste Hadî  Behlewî pîroz dikin û bi hêviya ku em çav bi nivîsên wî yên mayî jî kevin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…