Her wiha xweşiya jiyanê bêtir iî geşe,nemaze dema
ku mirov rojekê kêrekê, ango carekê karekî bervejor û gewre ji bo mirovantiyê bike, û ji layê dîtir ve ne zêde jî egere ku mirov her çax ,rûpelên kevnar bi qulipîne,, ango kaya kevn bi dêre,, hinga teqez dê mirov, tiştên ne li rê û ne li bîrê bi xwîne.
Bê ewarte her kes kare, bê ser êşan, ango pir bi hêsanî, pirtûkê bi kire û bi firoşe jî. Lê mixabin hîç nikare zanînê bikire, herwekî berjengên van venerînên pendewarî ewin, ku derbirînên pendegojî, ji hindurê ezmûneyên jiyanê şîrove bibin, û gelek ciwamêrên hoker û zaneavan, yên berya me, bav û kalên me, mêjevan, pelendar û kesên ferezanîn sed gîsin kirine, her wiha min jî weke perensîp, bi tilama wan derbasbûme navkutka mijara navnîşana jornivîsî, li gel ku hindek xwe bi erzanî tavêjin ber deriyê navdariyê, û xwe bi ser de jî pelû dikin, Lê pir daxe jî ku demdar û seraqet, miletê kurd yê bêzar pirsên wî ji bersivên wî dirêjtirin.
Bi navê perensîpên mirovanî, zagon û yasayên mafnasîn û rewatiya navnetewî, bi navê çi afrîdeyê zendegî, yê ku xwîn, rûmet û nîhad, di damarên wî de di gerie, û çavên wî li ser dîmenê xwerista vê gogzemînê di kutkute, wê piştgiryê bide miletê kurdistanî, ta ku xaka xwe vegerîne, nexta hestiyên nemirên xwe yên pakrewan bistîne, ta ku kefteleft û hevgariya xwe bi dawî bîne.
Bê dilxwazî mijara me pir xerist û xweza ye, nemaze dema ku tuxmê kurd bibêje: Em di her çar pişkên kurdistanê de, ên ji gel dagîrkeran ve dabeşbû ne, reha yek miletin, di çaxê ku di qada yek nexşê de, li ser dirêjaya rûberê yek dîrokê, ji heyamên kûr û dûr,yên çûnî de , di wî zimanê ku ji çelengiya şengexwerista xaka kurdistanê bi tenê zaye, di omîd, xwezane, êş û armancan de, di hebûn û nebûna xwe de yekgirtî û hevbend girêdayî be, di kultûr û geleporeke hevgirtî de çar çuve bibin.
Lewra dema xwedê jê xweş, nemir Eyaz Yûsiv bi stiran di bêje” kevokê xweş bi xwîne ji dilê hejaran” û Tehsîn Tahayê pakrewan bi dengê xwe yê zîz, bi tona wê fîxana engîz, gazî dike cotyar, ked û xwêdana wî, di pesnê xêr û bêra xaka comerd de, û dana wê ya pîroz û bê birîn de. Bê gûman hîç ne tenha ji bo ezweriyên kurdên pînakî distirên, û ne jî tenha pesnê kevok, cotyar, ango xaka pînakî bi tenê didin. Lêbelê ji bo kurd û kurdistan, qada wê bi giştî, di nexşa her çar perçan de, û li her cih û deverê jî li ser rûyê gerdûnê.
Hunerekî wa payeberz, hiş, bal û ramanên mirov dikişîne ser hemî tiştên çê û bedew, nemaze di ziman û zemîna welat de, mirov mat û mest dibe, nemaze pevhûnandina xelkên kurd bi xweristê re, bi taybetî li ber wê afirandina yekta û bê hempa, ku ji bo divayên jiyanê û afrîdeyên civakî her di mîne.
Her wiha civak lêwer û têgihîşti ye, li sr binaxekê di yek qelafetî de bi hev hestya re, ku hebûn û nebûna wê, pêwendariyên bûjenî, nirxên nîjadî “netewî” yên buhabilind, hemî ji bûjenên hestiyar zane, û helbetî her jiyan bi serê xwe heyîneke gerdûnî ye, û bi giştî çi tiştên ku bi xwere mîna laş, rewan, bûjen, raman û hemî alavên hişyarî, tev li karmendiyên wan jî hiltîne. Loma bo vê yekê daxwaznameya mirovantiyê, du rû dibe. 1- daxwaznameyeke bûjeni ye.2- daxwaznameyeke giyani ye, ango mirov vexwendî di mîne ku, ziman û zemînê mîna nirx û armanceke buhagiran baş rave bike, di gel karmendiya bûjenî û rewanî ” rûhî ” di jiyanê de, û herçî civak bê gûman,bi şêweykî xweza têgihîşti ye ku, di cih û zeman de sînor bibe. Lê hema jiyan bi serê xwe qut sînor nabe, her wekî pêleke ber dewame, îroj, doh û heyamên kûr û dûr,yên derbasbûyî tev pêşerojê, li ser kolînka xwe hiltîne, ji valî,walî civakan di hîletên netewên taybet de, li gel kom û komeleyên mirovaniyê bi tevayî di xwe de di civîne.
Tund bi serê xwe ye, hîç jiyan nayêt tixûbkirin, lewra mirov vexwendî ye ku, wê di herdû baskên netewî û mirovanî de bibijê re, çunkî karmendiya heyîna mirovan, li ser rûyê jiyanê bi taybetî, ji bo zimanekî netewî azade, û warekî zemîndar serbixwe ye, li rex jiyaneke mirovanî, bi kûraya wateyên ku rewanbêje têne derbirîn.
Ev bîr û bawerî li miletê me, mîna gewherekî giranbuha dixwe, nemaze ku ji mêj de, li ser şaristaniya mirovaniyê hîn û perwerde bûye, û ji bin tertepêlkên qada mezopotamiya, zanîn û şareweriya mirovaniyê afiriye, dergûşa yasayên rewane, ji berbanga dîrokê helperiye, hindurê zemîna wê destane û evsane pijiqîne her pênc parzemînên gerdûnê. Qada ku gelek şerên giran, êrîşên berbat dîtine, yekser û seraqet armanca tumakaran bû, û li gel wan felaket û bêtariyên çûnî jî, her saxlem û zindî tanî bi roja îro maye nimûneyeke ciakî, aştîxwaz, mirovhez û mafnasiyê pêşberî cîhanê dike, timî destê birayetiyê, mirovantiyê dirêjî cîranan û hemî miletên navnetewî dike, roj li dû rojê bêtir bi şêwazekî camîne, vekirî giyanê hogirîna birayetiya mirovan bi giştî di pejirîne, û çaktir jî di çesipîne, her ala rêveçûna jiyaneke aştiyane, comerd û bê birîn hildaye, û hêj bilindtir ala birayetiya navnetewî, wekhevî, hevparî bi destên xwe girti ye.
Lewra ji heman zemînê, û heman ramanên dûrbînî, Abê ya nîvisandinê bi latînî hatiye afirandin, û dê bi mîne mêweyekî têrdan, ango berhemekî gerdûnî pîroze, dê derya, oqyanoan derbas bike, wê çand û zimanê nivîsî li cîhanê bi weşîne, û ji van topraxên mûş, zûr, Gir û Hêrikên kurdistanê yên pêşvetirîn zayîna yasayên mirovani ye, ji yasayên Hemo Rabî tanî ku bigihê yasayên asîmanî, salix û nameyên pê bawer, yên yekbûna Xwedakê bê hemta…T.D.
Bê gûman ji van ristên jîwarî yên li jor gotî, çak diyare ku mirovê kurd, herçî sax û mirî ji hezarên salan ve, di himêza zemîneke dilovan de dijiya, herwekî mîna dayika rast û dirust xwe gewde dike, ew xaka ku ber mayî û gelepora bav û kalên me çespe dike, axa ku xiniz û zexelê sîgiran yên biyanî, bê rûmet ku nirxê wê qenc nasnakin, yên ku xwe xaşomaşo dikin, hêj ew razê ku hiştiye lawên vê xakê, bi dev û diranan xwe pê kirine dirdirk baş nasnekirine, ango hebxwe di xwazin ji bîr bikin, bi taybetî weku zanin û diyardeyên ezmûneyên çûnî, xweş bi wan daye nasîn ku, miletê kurd di kîjan çax û dewranan de be, qut ji bîrnake ilim wê di rojeke bi nav û dîrok de, dê zemîna bav û kalan azad vegerîne.
Li vir wa dixazim ku nimûneyeke ne navkirî bi ser mijara xwe de berdim, ji ber ku sîra wê hatiye, lê hema di şêweyê pirsê de, ji dagîrkerên qada kurdistanê ya dabeşbûyî re di bêjim. Gelo..? çima cîranên me, ango ne gengaze birayên, vegirtingêrên me, Turk, Ereb, Faris, Colanê Sûrî yê erebî, û hersê giravên biçûkTum ya mezin û ya biçûk, yên xwedê giravî Farisîne, di gel perçê bakur yê Qubrisê, Iyaletên Mûsil û Iskenderone ji bîr nakin, û ji xelkên wê re yên resen pîroz nakin, lê pir daxe ku tanî îroj tenha miletê kurd maye dîlê bendemanê, û mercên keysenyêrîn bi derdane, her wiha berya ji mêj de gotiye “li serê cara hîrhîrê meke tişta bi te nexweş bi hevalê xwe meke. ”
Di heman gavê de, û di hemî guherînên gerdûnî yên çandî, ramanî, aborî de, bi şêweyekî taybet gilopalîzma ku, li tixûban na raweste û hemî kelem û arîşeyên rêjîmên totalîtariyê bişaftine, û di bin destelatdariya komberadorên hêzdar û çekdar de, li gel pirojeyên bi parvekirina herêmê û guhertina nexşa wê jî bi giştî.
Û serkeftina diruşm û siloganên serdemî, mîna mafê mirovan, dadiya civskî, wekhevî û dîmuqratî, îro ji nûve dagîrkerên pînê Sûriyê ji kurdistana rojava, di gel pîlaneke şevnivistî bi qirêj û qelpax girtî di xebitînin, mixabin xwe paldarî ser çend zexelê xweerzan firoş dikirin, û hewldidin ku pelgnameyên xak firoşan ji derbegên kurdan bi destxînin.
Pir daxe ku nûnerên karbidestên ewlekarî, yên şofonîzmê, nîjadperestên çavbirçî, yên ku ji 30 salî ve, ji dil û can di xwazin ji parêzgehên Helb û Reqayê, ligor bernameya regzperestê finas genî-M-T- Hilal. Ereban di bendegan de, li cezîrê seranserî tixûbê Tirko,di kinaya 10-15 k.m û dirêjaya zêdetirî 300 k.m yî bi cih kirin, û xwediyên dîrokî xemsar hatine qewirandin, her wekî xizanî, perîşanî û belengaz li perê bajaran der bi der, bê kar û bê ar rûniştine.
Vêca ji nû ve pelg û dokomentan bi xaka kurdan di xwazin, ya ku ji sala 1974 an de, ji dest xwediyên resen talankirine , îroj bi dek û rîpên xwe bi darê zorê di xwazin bi kirin. Lewra dîsanê pirs perda şermê tavêje, û di rûyê wan bê olan de di tqîne. Gelo.? Çawa em kurd êdî piştî dîrokeke dirêj, vî zimanê çêjdar nasnameya netewî, yê ku ji pêkîna zendegî me ji şenge xwerista kurdistanê vehûnandi ye, em dê çawa aso, av û ba û asîmanê xwe, hilm û tîna zemîna xwe ya mehrîvan bi firoşin.
Bi rastî mirov li ber pirojeyekî wa ne dad, rîpok û nîjadperest fertene û mat di mîne, her wekî tiştekî qut ne xwezaye û ji binî ne feremaneke rewaye, û ji her kesê kurd kufşe ku, pîlaneke kirêt û riswa ye.Loma vebir kurd nikare sura hênik, ne jî çirisîna pêlên ava welêt bi firoşe, hûn di zanin ku kaniyên Decle û Ferat, ji qûntara çiyayê Erarat dertên, û Ceqceqê xopan, ji Bûnisrayê bi ser Qamişlo de di pêle.
Îcar gelo..? bi kîjan mafî, li ser kîjan yasaya rewal, hûn dê bazarn bi mere bikin, û bi kîjan mafî em dê xaka bav û kalên xwe bi firoşin, û çendî me bi xwîna xwe avda ye, li vê radeyê hûn xeşîmin qut min ne bawere.?
Ji dagîrkeran re di bêjim, gereke hûn xweş zanibin ku her tertek, zixurek ji axa me giranbuha û evra ye, her pelekî dêliyê, sîka dara tiwê li kêleka beriwê, peravên çemên me yên tev bexçe, werz, gulîstan, çîmen û çixira zêrîn, tanî bi mij û mûrana ku di ser lat zinarên me re, bi perê daristanên rêl ve derbas dibin, givalekên ewrên bi av û tav, navbera her dar û darekê, her meh û salekê, tev teba, mirov û zindewarên bej û avî, tanî bi kêzika gû gerînkê, şalûr û bilbilên bax û gulîzaran, kundê ser kavilên wêran, tirketirka kêzika tirî, kozîdana perê bênderan, tev yadîgarin evra ne, her di sinc û nîhadê miletê kurd de zindarin.
Miletê kurd ji roj bûyîna xwe ve, aştîxwaze, azadîyare, ji dîroka dilovaniya xweristê afiriye, na kurtebir tirs jê nîne, çunkî di rêpîvsnên xwe yên perwerdeyî de, û di rewiştên xwe yên civakî de şarewerî laye, zanînheze, hêç zor sitemî, berbat, û terorê bo xwe na pejirîne.Lewra naxwe ku mirovê kurd, li ser rûyê vê qada xoşewîst xwîn di canê wî de di gere, û yadiyên wî mîna kewtê ewran, yên ku bi sîtavên xwe zevî û çolistanên welêt vedigire, hinga teqeze ku perav, cengel,zevî û sinceq,newal û nîzar, her ewin yên ku giyanê vî miletê kevnar di zikê xwe de di parêzin.
Loma jî tiştekî pir xwezaye ku, gelê kurd, ango mirovê kurd nişteciyê vê qadê be, û evîndarê wê jî sermedî bi mîne, mîna wî zarokê nûzayî ku çendî hez ji gupgupa dilê diya xwe dike.
Her wiha rasteqîneke jîware, nemaze ku ziman bi serê xwe netewe, û herçî zemîn ne tenha diramet û bûjeneke navgiran, bo miletê kurd tête jimartin, lêbelê sîmbolê heyîn û neyîna miletê kurd tête pîvan, ji her tiştê ku derûnî, newazî, hest û helwest û agadariyan, nirxekî rewanî berve jor ûpayebilind, hîç jê bedewtir peyda nebe.
Herçî zemîna welat di jêr û jora xwe de, ji bilî buhayê xwe yê bûjenî, her di mîne nirnxekî rewanî “rûhî “, ezmûne û bîranîn, jan û êş, rondik û xwîn, aramî û tenahî xurd, lê nişîn, û hinkûfe her ewe himêza ku em mîna xwîniyan xwe li tîna wê digirin, û her jî banuwa lawên xwe yên dîrokî di mîne. Her wiha careke din dûbare dikim ku herçî zemîna kurdistanê, li gel buhayê wê yê bûjenî “madî “, bê gûman nirxekî giyanî, li rex niştemanê xwe laş û qelafet dike, û rûmeteke berz û gewre di çesipîne.
Dêmekî zemîna kurdistanê wilo nirxên wategiran rave dike, nirx, rûmet, mûral û şîrovekirina çewahia ku mirovê kurd yê dilsoz û nemekdar, bi ax û ava xwe ve girêdanê nimûne dike, axa ku radihêje hestiyên bav û kalên me, nemirên me yên gewre û hêja, pût û lat, keval û tertepêlk û kevnetora dêrîn, ya ku ji xwîna wan axa welat reng daye, û pê re hatiye stiran.
Naxwe ku zemîna welat di çavên me de, nirxekî bûjenî, mûralî, giyanî gewde dike, di sinc û wijdanê me de muhr bû ye.Loma jî careke din pirseke piralî di heldipeke holê: Gelo..?bi çi şêwazî dagîrkerên xaka me di ramin, ango mîna her car bi heman yasa “zorzane ” hêjî gaza xwe di pîvin, çawa bawerdikin ku rojekê ji rojan, mirovê kurd dev ji kêstekekî tenê, ji axa welatê xwe wilo bi hêsanî berde, çawa hest nabin ku xewneke kabûs girane tu carî pêk nayê,
Û çendî jî arîşeyên dijwar, dîwarên asê, çeperên kûr, kelem û stirîdirkan, têlên bi dirî li pêşiya ezweriyên me yên rewal rakin. Gelo..? çawa di sêwirin ku tenha rojekê mirovek ji nişteciyên kurd, ji pêsîrê dayika dilovan dûr bibe, ji ser bax û gulîstanên cîgehê şûnşopa zayîna zarotiya xwe vekişe, nemaze ku xwe ji ser xwîna bav û kalan, şehîdên dîroka milet ya evra bide paş. Gelo.? Van bê bextan ezmûneyên wilo erzan û sixtekar dîtine, ango kesin dîtir di gerdûnê de dîtine an jî bihîztine, û ger ku çendî jî miletekî lawaz, bê kes û hûrgelbe jî qet ceger nake ku xaka welatê xwe bi firoşe.Bê ewarte min bi xwe ne dîtiye, ne xwendi ye, û ne bihîztiye jî.
Pirsa ber dawî.Gelo? ev kesana ne li ser serê xwe siwar bûne, ne dijî yasa pêkîna gerdûnê ya xweristya ne, bêjî û ne rewal afi rîne, ne keelevaj di peyivin, di ramin, çewt, çep û çûr di gerin wir û çaboxkî li cîhanê di nerin, bi taybetî miletekî dêrîn û resen weke gelê kurd, nemaze ku zimanê xwe yê çêjdar û şêrîn ji xaweriya xwerista zemîna kurdistanê naskiri ye, vêca wilo bi hêsanî qada xwe berde, ango bê havil, ji gurd ketî, ji bergeya berxwedan, xwepêşandan, û raperînan, û hemî şêwazên tekoşiyarî dûr bi keve. Bê gûman naxwe ku qada kurd dagîrkere, û mafên wî di jiyaneke azad û serbixwe de wenda û tal ne, tu carî ji qiram na keve û na veweste.
Careke din ji wan bê dadan di pirsim:Bi navê afrîdeyekî mirovanî, gelo..? hûn di kîjan rewiştên mirovnî de, di kîjan yasayên rewal de, di kîjan destûr û rêpîvanên gerdûnî yên mafnasîn de, ji bo xwe wêne dikin, û di pejirînin, nemaze ku li nig we berxwedan û bergiriya netewî,di ber ziman û zemîna vegirtî de tewankari ye, gunehe, sûce, û terore.Lewra eşkere ye ku vê xurtî çavsoriya we hiştiye hûn bi koranî, hemî yasayên mafnasîn di cîhanê de, li bin guhê dîwêr xînin, û mafên tevgera rizgarkirina netewî berve mandê de, ji bîrbûyî bavêjin paş guhên xwe, lê her tolvekirina xwerista xwedayî, ji wan bişûn de dimîne, û her yasayên ku bervedêriya qadê û tixîban dikin, û ji dil û can di parêzin bi avê de naçin.
Hez di kim ku encamên vê mijarê, bi van çend hevokên jêrîn bi dawî bi kim, û bi rastî dîrok xweş dîdare ku, miletê kurd mêşinî ye, ji brbanga pêkîna dîrokê de, bê ziyane, azadî heze, aştîxwaze, tenha jiyaneke aram û tenahî bo mirovantiyê bi giştî di xwaze, armanca wî di pçşbîniyên mandê de, ku deriyê azadiyê her vekirî bendewarê wî be, û heçî ziman, zemîn û netew, hebûn û ne bûna xwe pê ve gewde dike, û kesê ku ziman û zemînê ji xweber ji dest xwe ber de.Bê gûman heyîn û nyîna xwe herdiwa erzan difiroşe, her wiha di awira min de, ne çê ye ango qet çênabe, çi mirovê ku heyvanê hiş û sewdan di serê wî de hebe, heyîna xwe bê buha bi dest dagîrkeran de berna de, û eger ku yasayên asîmanî jî, yên ji gel xwedê ku weke diyarî li ser zemînê peya bûne, her wekî pakrewanên ku xwîna xwe di ber rûmeta ziman û zemînê de, perwayî xwedê kirine li asîmana.
Çi kesê ku heyîn û danasîna wî, bi ziman û zemînê be, ew welatekî azad, miletekî serbi xwe dixwaze, di mebesta ku mafên mirovanî rewal,xêr, xweşî,aştî û wekheviyeke demdar bi destxîne, hinga çendî wê stiran û sirûdên wî bi zimanê resen bin, û ji bo ku bi zemînê ve yekgirtî be, ji bo hevgirtina civakê jî, hinga teqez wê lezgîntir û paye berztir bervejorî hevrazên jiyaneke kamîrantir gava bide serfîraziyê, û armancan jî bêtir bi afirî ne û bihingivî ne, di gel ku dê navendeke bi rêz û rûmetdar di navkutka mirovantiyê de bigire, û zindar di sinc wijdanê gelên navneyewî de bi mîne.
Qamişlo 31- 9- 2006