July 2024

Konê Reş

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine…

Ezîz Xemcivîn

Li pêşberî mirinê,
mirin e,
leylan e,
nezanîn e,
windabûn e,
tihnîbûn e,
û birçîbûn e..

Mirinê,
ji min re xwe şirove bike!
Bê av im,
mirin e..
Berê xwe didim rewrewka bêdawî,
mirin e..
Di deryayê de me,
bin min av e, derdorên min av e,
dîsa mirin e..
Ez xwebixwe bi guhê mirinê digirim û ber bi laşê xwe ve dikêşînim!
Hêza min, bi…

Şêrîn Saado-paris

Tu di zanî ..!!?
Ku bi agrê
Dûrahiyê
Tême sotin
Bi destarê
Bîranînan
Tême hêran ..

Û
Li ber bayê
Azariyan
Di hejim
Di derya
Hêviyên
Bê kevî
Belav dibim
Winda dibim ..

Dema ku
Xwe dibînim
Dîsaaa .. dîsa
Di nav wêneyên
Xeyalan de
Werdibim ….

Ew kulîlkên
Li pêsîra
Şopa pêrgîkirinan
Wekî minin
Bêrya te dikin
Hemû gava
Pirsa te dikin
Bersiva min
Li ser dêman
Du rondikin
Û
Girnejînek kelogirî
Di asêgeha
Lêvan de
Dilerizin ..!!

Wisa
Hûrdem
Dibûrin …..

Ebdilbaqî ElîMijara peywendiya di navbera sîyasetmedar û rewşenbîran de, an jî di navbera ramyar û desthilatdaran de, ne mijareke niwe, ji mêj ve di nivîsên rewşenbîr û nivîskaran de ku nakokiya dîrokî ya di navbera rewşenbîr û desthilatdaran de nîşan didin xwiya kiriye.
Dîrokê di nava rȗpelên xwe de, gelek bûyer li ser têkiliya rewşenbîr û…