July 2, 2024

Şêrîn Saado-paris

Tu di zanî ..!!?
Ku bi agrê
Dûrahiyê
Tême sotin
Bi destarê
Bîranînan
Tême hêran ..

Û
Li ber bayê
Azariyan
Di hejim
Di derya
Hêviyên
Bê kevî
Belav dibim
Winda dibim ..

Dema ku
Xwe dibînim
Dîsaaa .. dîsa
Di nav wêneyên
Xeyalan de
Werdibim ….

Ew kulîlkên
Li pêsîra
Şopa pêrgîkirinan
Wekî minin
Bêrya te dikin
Hemû gava
Pirsa te dikin
Bersiva min
Li ser dêman
Du rondikin
Û
Girnejînek kelogirî
Di asêgeha
Lêvan de
Dilerizin ..!!

Wisa
Hûrdem
Dibûrin …..