June 25, 2024

Mahîn Şêxanî

li herderê talan
û mirin û kuştin e
ya hebs û zindan
û girtin e
warek nema
em lê bi cîh bibin
ne li hundir
û ne li derve
parasitn e
berê xwe
bi kuyde vekin
derî hatin girtin e
miletê hov
Iro bo qeder
lê ser sinorê min e
em bûn penaber
ú
hîn xelasî
jiwan tune
leanet li wê rojê bê
ku van hovan kirin
jîranê min e…?!…

Mizgîn Hesko

Derya…
Pir fereh
Û berav…
Ta bê dawî dirêj!
Kefeke guvaştî
Rûdêmên qeraxan
Bi xirecireke sihirdar
Dagîr dike…!
Û xuşîniyeke keskîn
Dilê latên lal
Parçeyek sinfonî
Dijenîn e…!

 

Kembereke berfîn î
Bi sedef û mircanên razber
Bejna deryayê
Perwaz dike…!
Û ev qeyika spî
Bi liva xwe
Di nav destên pêlan de
Hîn jî…
Ne zîz…!

Ey landika bayî
Û di tenêtiya de
Bi razên heyînê mijûl
Û di bextê vê deryayê de
Avjen:

Textên te ên kevizgirtî
Hîn…
Dîlên rêka xwe…

Kulmek ji Axê
ji bo Husên Hebeş

Berbang li Efrînê zû bişkivî
Şevê êdî nema xwe ragirt
Tarîtiya xwe rakir
da ku derkeve ronahiyê
lê ronahî tirsa wê ya herî xirab e
Napalmê ew şewitand bû
bêhna napalmê ji ba dihat
Toza Napalmê li ser çavên wê bû
û dîtina wê asteng kir bû

Her tişt bi pirranî ji wan re hat
pêşî roj, axa pîroz,…